Nûçe

Komeleya Evdalê Zeynikê hat damezrandin

Komeleyeke çandî ya bi navê dengbêj û hozanê kurd ê navdar Evdalê Zeynikê li Agirîyê hat damezrandin.

Pistî lêkolîn û lêpirsîneke berfire ya lêkolîner Fehmî Atmaca, îsal ciyê gora Evdalê Zeynikê li gundê Dutaxê li Melehesen hatibû destpîtkirin, û gora Evdalê Zeynikê ji nûve ji aliyê hin welatparêzan ve hatibû çêkirin. Hingê di nav komek kesên welatparêz da, fikra avakirina Komele yan jî weqfek a bi navê Evdalê Zeynikê pêsda hatibû û pist ra wan dest bi xebateke weha kirin. Di roja çarê mijdarê (04.11.2013) de komele bi awayekî fermî hat damezrandin.

Li gor dazana damezrênerên komeleyê, armanca komeleyê parastin û pêsdabirina kevnesopîya Evdalê Zeynikê û hunera dengbêjîyê ye. Ew ê, ji siyaseta partîyî, ji dîtinên dînî û îdelojîk dûr û serbixwe be; tenê wek saziyeke çanda neteweyî bixebite. Di bernameya xebatê de vekirina “Mala Dengbêjan” cîyekî taybet ji bo kombûn û çalakiyên çandî veke û têxe xizmeta dengbêj û muzîkjenan heye. Hêvî ew e ku nifsên (nesîl) nû yên berê li vira bêne ba hev, bi hevra bidin û bistînin û ji hevdu sûdê wergirin.

Damezrênerên komeleyê ev kesana ne : Fehmi Atmaca, Mahmut Çamlibel, Haluk Öztürk, Ibrahim Kutlu, Necip Yilmaz, Mehmet Taser (dengbêj), Selahattin Kaygusuz (dengbêj) û Cesim Eytemis (dengbêj) …

Dengê Kurdistan

Back to top button