Nûçe

Komeleya Evdalê Zeynikê: Bi xêr bên Serok û Hunermendê bi rûmet!


Komeleya Evdalê Zeynikê bi daxuyaniyekê bi xêr hatinê li Serokê Herêma Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî û hunermend Sivan Perwer dike:

Di dîroka Kurdan de cara yekem e, ku dewleta ku Kurd heta îro înkarkirîye bi fermi pêswaziya Kek Mesûd BERZANÎ dike wek serokê Kurdistan’ê.
Nêzî 40(çil) salî ye hunermendê netewa Kurd hêja Sivan PERWER ku ji welatê xwe dûr û bi hisreta welatê xwe dinale, êdî vedigere. Bi hatina Amed’ê ev hisret bi dawi tê.
Em komelaya Evdalê Zeynikê bi hatina Serok BERZANI û hûnermendê Kurd Sivan Perwer gelek kêf xwes û bextewar in.
Bi xêr û bi xwesi bên!
15.11.2013
Rêvbirîya Komeleya Evdalê Zeynikê

Dengê Kurdistan

Back to top button