Nûçe

KOMCIWANê 25-mîn salvegera xwe li Berlînê pîroz kir

Li roja semîyê, 30.11.13 KOMCIWANê 25. salîya damezirandina xwe bi ahengeke xwes û qeseng di nav hola “Weiße Rose” ya Berlîn-Schönebergê de pîroz kir.

Endam, alîgir û mêvanên vê sevbêrîyê ji seranserî Almanyayê hatibûn bo besdarîdarîkirinê di vê roja taybet de.

Bernameya sevê bi çend gotarekan ji bal birêzan Evin Koflî, Dr. Sükri. Güler, Gabriele Gün-Tank, Hüseyin Sahîn û Hetav Tek ve dest pê kir, ku li ser kar û xebata KOMCIWANê ya bi dirêjahîya 25 salan hat rawestan, ku bilind û giring hat nirxandin. Bo paserojê jî hêvîya serkeftinê ji komelê re xwast.

Ji bo pîrozkirina salvegera damezrandina KOMCIWANê, gelek kes û sazî besdar bûn, û yên ku nekarîbûn li ahengê de amade bin pîrozbayînameyên xwe sandibûn. Herwesa rêzdar Evîn Koflî, seroka KOMCIWAN-Almanya yê bi navê komelê çend kesek bo kar û xebata wan ya salên dirêj di nav KOMCIWANê de, bi bawernameyên rêzgirtinê û qeftek gulên rengîn xelatkirin. Ji bilî kesan, rêz li tekosîna KOMCIWANên bajaran jî bo danasîna kultur, ziman û pênasa Kurd û Kurdistanê hat girtin.

Sevbêrî bi stiran û awazên Kurdî ji aliyê Dîmoqrat Taha, Adir Tekîn, Dave Sills û Koma Hevî ve hat xemilandin û pê re besdaran govend gêra. Helbet amadebûyî ji dengê Dahol û Zurne yê jî bêpar neman, ku aheng bi cos û xirostir lê kir.

25-mîn rojbûna KOMCIWANê ta nîva sevê bi xêr û xwesî dom kir û serkeftîyane bi dawî hat.

Dengê Kurdistan

Back to top button