Xwepêsandan li ber sefareta Rûsya û Amerîka li Kopenhagê

Yilmaz Yildiz / Kopenhag
Pistî Yekemîn Serê Cihanê dewletên mezin wê demê hemû soz û peymanên ku dabûn gelê kurd ji bîr kiribûn û pista xwe dabûn kurdan. Bi ser da jî welatê kurdan, Kurdistan, di nava 4 dewletên dagirker de perçe kiribûn û gelê kurd jî heta roja îro bû/bûbû qurbanê vê sîyaseta wan a qirêj. Ji ber wê yekê jî bi dehên salan hebûn û nasnameya gelê kurd hat înkar kirin û ji hemû mafên netewî, mirovî û hemwelatî hatin pistguhxistin. Bi sedhezaran kurd hatin sehîd kirin, bi milyonan hatin nefî kirin û bi hezaran jî cih û warên wan hatin sewitandin û wêran kirin.
Pistî wê derfeta dîrokî ku pistî Serê Xelîcê di sala 1991’an de û xasima jî pistî rûxandina rejima Saddam a dîktetor di sala 2003’an de rûdayî, gelê kurd li Basûrê Kurdistanê destkeftîyên mezin bidest ve anîn û rewsa li wî besê Kurdistanê her ku diçû ber bi pês ve çû û gelê kurd bêtir ket nava aramî û azadîyê. Basûrê Kurdistanê îro herêma herî aram, pêsketî û xwedî demokrasîyeke bi nav û denge di Rojhilata Navîn de.
Pistî ku serê navxwe li Sûrîyê dest pê kir, derfeteke din a dîrokî peyda bûye, xasima jî ji bo gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê. Ji bo ku dîrok dîsan xwe dubare nekê û ew rewsa pistî Yekemîn Serê Çihanê gelê kurd ji maf û doza wî a rewa bê par nehêlê , dewletên mezin kurdan ji bîr nekin, xasima jî kurdên li Rojavayê Kurdistanê, gelê kurd bir her awayî ketîye nav hewldan û dayin û standinan. Heger ku kurd vê derfetê bas bikar bînin û hêz û qeweta xwe bikin yek û bi yek dengî û bi yek helwestê rabin ser xwe, sik tê de nine ku wê pêskeftinên mezin bidest bêxin.
Bi vê munsebetê duh (10.01.2014) li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagê lijneya Encûmena Nîstimanî a Kurd li Sûrîyê (ENKS), ji bo ku maf û doza gelê kurd li Rojavayê Kurdistanê neyê pistguhkirin û wek mijare sereke di konferansa Cenêv 2 de bê destgirtin, li ber sefareta Rûsya û Amerîka xwepêsandanek li dar xist.
Xwepêsandanê di seat 14.00’an de li ber sefareta Rûsya dest pê kir û pistî qederekê û radestkirina nameye ENKS’ê ji bo sefaretê, xwepêsandanê ber bi sefareta Amerîka ve bi rê ket. Li ber sefareta Amerîka jî xwepêsandanê di bin baraneke dijwar de û bi sîarên kurdî û îngilîzî berdewam kir. Gava ku lijneya amedekarîya Xwepêsandanê xwest nameya xwe radestî sefareta Amerîka jî bikê, seferatê daxwaza kurdan bi pasde vegerandibû û nexwestibû nameyê werbigirê. Wek sedem jî ji polîsan re gotibûn ku hemû sefaretên Amerîka li Cihanê ev ji xwe re kirine weke prînsîb ku ew ji ber sedemên emnî ne nameyan werdigirin û ne jî cîvînên rasterast qebul dikin. Lê gotibûn ENKS dikarê nameya xwe bi rêya e-maîlê ji wan re bisînê. Pistî vê yekê xwepêsandanê di seat 15.30’an de bi sirûda netewî ‘Ey Reqîb’ bi dawî bû.
Îro jî lijeneya xwepêsandanê ragihand ku wan nameya ENKS bi rêya ê-maîlê ji sefareta Amerîka re sandîye.
Hêjayî gotinêye ku plan tê kirin ku di roja 22.01.2014’an de konferanseke asîtîyê li ser rewsa Sûrîyê, ku wek konferanse Cenêv 2 tê binav kirin, bê li dar xistin.
11.01.2014
Dengê Kurdistan