Azad Najar`ê kurd wek doktorê salê hat hilbijartin

Dengê Kurdistan
Doktorê kurd Azad Najar li bajarê Swêd Västerosê wek doktorê herî bas ê sala 2013`a hat hilbijartin. Azad li nexwesxaneya bajarê Västeråsê serdoktor e, lê di eynê wextê de îcatkarekî amûrên tippê ye jî.
Di dayîna vê xelatê de, ku bi dengdayînê çêdibe, sedem weha hatiye diyarkirin: ” Îcatên wî dê rojekê jîyana gelek kesan xilas bike!”
Azad Najar kî ye?
Azad di sala 1968`a de li Kurdistanê li bajarê Duhokê hatiye dunyayê. Hîna di zarotîya xwe de biryar daye ku bixwîne û bibe doktor. Di sala 1995`a hatiye Swêd. Îro wek serdoktorê para urologiyê dixebite.
Di nav derdorên tippê de bêtir wek xwediyê du îcatan tê naskirin: Amûrek ku emeliyatên xîrorgiya bi mêzekirina di qulikê re hêsatir dike û ya din jî dilekî sunnî (yekemîn dilê çar kozikî ê cîhanê). Azad dibêje ku heta sê salên din dilê sunnî wê bikeve xizmeta mirovên ku nexwesya wan ya dil heye.
Li Swêdê bi qasî 250 000 kesên ku bi nexwesya kronîk a dil hene.
(Serkanî û wêneyên nûçeyê ji rojnameya Västerås Tidning hatine wergirtin)
Dengê Kurdistan