Sanda PSKê serdana PDK-S kir

Sandeke Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK ku bi serokatiya Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek pêkdihat, îro danê êvarê serdana polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Suriyê-PDK-S kirin.
Dengê Azad/Hewlêr
Sanda PSKê ku bi Sekreterê Gistî yê PSKê Mesûd Tek û endamê Komîta Navendî a PSKê Ararat Jînwar pêkhatibû, îro danê êvarê serdana polîtburoya PDK-S kirin û ji aliyê Sekreterê Gistî yê PDK-S Siûd Mela û endamên polîtburoya vê partiyê ve hatin pêswazîkirin.
Di hevdîtinê de aliyan li ser rewsa Suriyê bigistî û bitaybetî jî rewsa Rojavayê Kurdistanê guftugo kirin.
Sanda PSKê di hevdîtinê de ji bo damezrandina PDK-S, peyama pîrozbahiya Komîta Navendî a PSKê jî pêskêsî sekreterê gistî yê vê partiyê kirin.
Peyama pîrozbahiya Komîta Navendî a PSKê weha ye;
Ji bo Serokatiya PDK-S
Hevalên Tekoser,
Em damezrandina Partiya Demokrat a Kurdistan(Suriyê)PDK-S pîroz dikin. Em pistrast in ku yên ku PDK-S pêkanîne xebatê xwe di bin alayê vê partiyê de bihêztir bikin û pêsve bibin.
Em hêvîdar in, yekîtiya we bibe sedema pêkanîna yekîtî û hevkariyekî berfireh di nava hêzên siyasî yên welatparêz li Kurdistan a Basûrê Rojava.
Carekî din pîrozbahiya xwe pêskêsî we dikin û serkeftina we dixwazin.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK
Komîteya Navendî
Dengê Kurdistan