Arsîva dîjîtal ya kovara ROJA NÛ li ser înternetê tê belavkirin

Arsîva dîjîtal ya kovara ROJA NÛ (1978-2001) ji bo belavkirina li ser înternetê tê amadekirin.
Li gor agadarîya redaktorê berpirsîyar ê kovara ROJA NÛ Haluk Öztürk tevaya hejmarên kovarê wê di dawiya meha Tebaxê de li ser tora înternetê bên wesandin.
Karê dîjîtalkirina kovarê ji aliyê xebatkarekî kevin ê kovara ROJA NÛ û Wesanên ROJA NÛ Nûrî Göçmen ve tê mesandin.
Wek tê zanîn Roja Nû di sala 1978an de wek organa KOMKAR- Swêd (Komela Karkerên Kurdistan li Swêdê) dest bi wesanê kir. Ewê jî li ser rêça RÎYA AZADÎ (Özgürlük Yolu) û ROJA WELAT pêwîstî û giringîya ziman û çanda kurdî dît û ket xizmeta wî.
ROJA NÛ di destpêkê de bi zimanên kurdî-tirkî û di forma rojnemeyekê de mehê carekê derdiket. Ji sala 1983an pê de tenê bi zimanê kurdî û wek kovareke çandî û edebî hat wesandin heta sala 2001an. Hejmara dawî (108) di sala 2001an de derket. Dû re heta sala 2008an li ser înternetê hat wesandin. Niha malpera wê tenê wek arsîvekê heye.
ROJA NÛ li dervayî welat di pêvajoya pêsxistin û geskirina zimanê kurdî yê nivîskî de roleke girîng lîst.
Arsîva ROJA NÛ ya dîjîtal, herî dereng di dawî Tebaxê de dî li ser tora înternetê dikeve xizmeta xwendevanan.
Dengê Kurdistan