Serxwebûna Kurdistanê Daxwaza Hemû Kurdane
Li Iraqê pistî ruxandina hikmê Seddamî fasîst, hikumetek fedaral ji kurdan, ereban û hûrgelên dinê yê li iraqê pêk hat. Ji wê demê heta ana yazdeh sala derbasbû. Lê ji dema ku hikmê federal çêbû û heta ana nakokîyên navbêna Kurdan û Erebên Sunî û Siîyan çareserî jêre nehatin dîtin û hey berdewam kir.
Û bi teybetî jî nakokîyên tixûbên kurdistanê û mesela bajarê Kerkûkê çareser nebû.
Heta vê salê ku di 10/6-2014 an de, ku girûba DAISê êrîsî bajarê Mûsilê kir û hemû Bajarê Mûsilê xiste bin desthiledarîya xwe. Gor ku tê gotin, bîsthezar leskerên hikûmeta Nûrî Malikî jî hebûn li Mûsilê, lê leskera tu dest hilnanîn û bajar ji wanre histin û revîyan û bajarê Mûsilê hemû kete dast DAISê. Pêsmergêyê kurdistanê bi telîmata Serokê Herêma Kurdistan Masûd Barzanî di hindurê çend rojan de, hêza pêsmergan hemû tixûbê kurdistana basûr xistin bin desthiledarîya xwe.
Îca em bêne ser nakokîyê navbêna hikumeta Nûrî Malikî û hikumeta basûrê kurdistanê. Ev serê yazdeh sale ku mesela xala 140î di derheqê bajarê kerkûkê û bajarên dinê yê kurdistanê bêne ser hikumeta herêma kurdistanê, çare nehat dîtin û weha berdewam kir. Dîyare ev serê salikêye ku ji sedî hivdeh ji hatina iraqê divê ku bêye dan ji bo herêma kurdistanê û vê talîyê measên parlemantên kurdistanê jî nehatîye dan. Werhasilî nakokî ji nakokîyê din zor tir û heta ana jî çareserî jêre nehatîye dîtin.
Îca ma ne heqê gelê kurde ku çarenûsa xwe bi serê xwe bide? Belê ji bo çarenûsa xwe bide, divê ku gelê kurd li basûr herin refarandûmeke gelirî ka gel li gel federalyê ye, yan jî li gel serxwebûnê ye, dengê gel ji bo herdû artenatîfa ‘fedaral, serxwebûn’ pir girîng û pêwîste.
Di 3/7-2014 an de li ser banga Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî meclisa kurdistanê hate civandin. Mesûd barzanî li ser rewsa herêmê û bi teybetî jî rewsa iraqê bi tevahî axifî, Barzanî got, iraq di rewseke xerab û aloz de derbasdibe, pêsmergên me cîhê ku ketinênê êdî wê jê dernekevin, cîhê ku ketinênê tixûbê kurdistanê ye, em tixûbê kurdistan diparêzin.
Barzanî got, ji mere raya gelê pêwîste, divê komsiyonê refarandûmê bêne amadekirin. Heger gel çûn ser sidoqên hilbijartinê û piratî gote serxwebûna kurdistanê em dixwazin, wê demê jî em ê serxwebûnê dîyar-îlan bikin. Ji aliyek din ve Barzanî ji parlamenteran re askere kir ku ‘Pistgiriya me ya navdewletî heye û ew ên ku pistgiriya me nakin dijminatiya me jî nakin. ‘ Herwiha Serokê Herêma Kurdistanê daxwaz ji parlamenteran kir ku: ‘Yasaya komisyona hilbijartinana Herêma Kurdistanê bi pejirî nin’.
Erê wê desthiledarîyên herêmê, yan yên ku kurdistan dinav xwe de pereçekirine, wê reagsiyona xwe dîyar bikin û hinik hikumetên emeryalîst jî wê dîyar bikin, normale. Ji xwe dîyar bû Emerîqa, Iraq, Îran, Sûrî, Filîstin û KCK, YPG û YNK raya xwe dîyar kirin û reagsiyona xwe dîyar kirin.
Ana meriv ji dewletên ku kurdistan di nav xwe de, pereçekirine bi alîkarîya dewletên emperyalîst, ji wan fehmdike ku parîyên wanî bi rûn ji ser wan qut dibe, ku kurdistan dewleta serbixwe çêbike, zirara wan gelek têde heye.
Lê meriv ji yên xwe weke YNK ku sirîkê hikumeta herêma kurdistanêye çima YNK, li dij be, meriv ji vê fehm nake bi rastî, heger gelê kurd here refarandûmê li basûrê kurdistanê, piretîya gel dengên erê derxin ji bo dewletek serbixwe avabibe wê çi zirara hinik partîyên kur da têde hebe, wele tu zirar tê de tun ji xeyînî fêda kurda pêve.
Lê KCK û YPG ku vana jî bê gotina PKKê nikarin herne vîyalî û wîyalî, evana jî li dijî serxwebûna basûrê Kurdistanê nin, meriv bipirse, çima biraderno?. Ma nayê bîra we ku we digot, serxwebûna herçaperçên kurdistanê yên nexwaze, wan di rîya xiyanetê deye, we çizû ev siara xwe ji bîr mala wêran bibe. Gotineke bav û kalan li ser vê babetê tîne bîra meriv, bavo ’em dixwazin tirîyê xwe bixwin, yan jî em nehtorî bikujin’ em kurd dixwazin welatê xwe azad bikin, yan jî xizmetê ji derûdara xwere bikin. Weleh kurdên ku bi aqilê xwe û weke kurdeke welatparêz û netewîtî bifikire, divê wana li gel raya gelê Masûd Barzanî be.
Divê hemû kurdên herçarperçê kurdistanê madî û manewî pîberî gotinên birêz Serokê Herêma Kurdistanê ku di parlementa kurdistanê de gotîye û ew gotinên wî dîrokîye ji bo gelê kurd û kurdistanê, dilxwesîyek mezin û cîhê kêfxwesîyek hêja û delal daye hemû gelê me li herçarpeçê Kurdistanê. De pîroz be gotinên te kekê Masûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê û hemû meclisa kurdistanê yên amadekar û yên ne amadekar, we dilê gelê kurd û dostên gelê kurd sadkirin mala we hemûyan ava be.
Îca kurdên ku ji xwere dibêjin emjî kurdin û serxwebûna kurdistanê nexwazin ew çawa kurdin. Bavo em azadîya welatê xwe bibîni û hûrgelên ku li kurdistanê hene weke, ermenî, suryanî, asûrî û keldanî divê heqê wan jî bê dan.
Ji mere ana azadîya welatê û gelê me pêwîste. Ne li rojhilatanavîn hemû gele birayên hevin û bila bi hevre bijîn, ev gotina hana vird û valaye. Dibêjin, wê mêhdî rabe û wê hemû gelê dinyayê bi hevre weke gur û mîha bi hever bijîn. Dibêjin ‘kero nemir bihar tê, pîrê nemir qîvar tê’ ev jî mesela me û hinik kurdên ku ji xwere dibêjin, em li vir û xelîfe li Baxdê ye.