Rifat Botan wefat kir

Rifat Botan, naskirî bû bi navê Rifat Baran nîstîmanperwerekî Kurd ê dilsoz ji Kurdistana Bakur, bi sedema nexwesiyê di temen 67 saliyê de çû ber dilovaniya Xwedê.
Hat zanîn ku di roja Dusemî 7ê Tîrmeha 2014an de, kesayetiyê naskirî û xebetkarê Kurd Rifat Botan naskirî bi Rifat Baranî xelkê bajarokê Baçkalan a serbi bajarê Wanê a Bakûrê Kurdistanê bi sedema rawestana dil koça dawiyê kir.
Wek tê zanîn dostekî nêzîkê Partiya Sosyalîst a Kurdistan bû û di dema 12ê Îlon a rojên dijwar de gelek alîkarî û pistêvaniya xwe ji bo PSKê û endam û qadirên PSKê pêskês kiribû.
Rifat Botan herwisa dostekî nêzîkê Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê bû û hevxebatê rojên sext ên raperîna salên 1967 û 1968’an û tev sehîd Niho Sikak bû, navbirî di serdemê serê dijî rejîma Îslamî a Îranê weke pistîwan û harîkarê nêzîk ê tekoserê PDKÎ, xizmetekî berçav bo nîstîmana xwe kir.
Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSKê serxwesî ji malbat û kesûkarê Rifat Botan dike û xwe di xem û azara wan de sirîk dizane.
Riha wî sad be
Dengê Azad
Dengê Kurdistan


