HAK-PAR: Li Suriyê Gelê Kurd di xeterê da ye, Divê barbarên DAÎSê bên sekinandin

Hêzên DAÎSê ji Basûrê Kurdistanê gav bi gav têne qewirandin, lê ew van rojên dawî careke din êrîs anîn ser herêmên Kurdan li Sûrî. Nuha çend gundên Kobanî zeft kirine û dor li bajarê Kobanî girtine. Xelkê Kurd, bi rêyan ketin, berê xwe dan sînorê Tirkiyê.
Tirkiyê di destpêkê da nexwest van koçberan bigre, lê pistra derî ji wan ra vekir, çend hezar koçber di hêla Surucê da derbazî bakur bûn. Xuya ye pêla koçberan dê bidome.
Vebûna sînor ji bo parastina jîyana wan helbet tistekî bas e. Lê divê bo hêwirandina wan jî çi lazim e bê kirin. Ji wê jî mihîmtir ew e ku, êrisa DAÎSê bê sekinandin. Xuya ye DAÎS bi êrisa ser Kobanî nasekine, herêmên Kurdan hemû di bin xetera êrisa wan da ye. Çend roj berê jî bi topên hewanê li Qamîslî dabûn.
Digel vê, divê bas bê zanîn ku, eger ew sîyaseta sas ya PKK-PYD nebana, gelê Kurd di waxtê da yekitiya xwe avadikir û hêzekî bas çêdibû ji bo parastina herêmên Kurdan. Lê mixabin PKK-PYDê rê neda vê yekê.
Sê sal berê, dema li Sûriyê xelk dijî hukim rabû, Hukumeta Samê gazî PYDê kir û got, ‘werin emê bi hevre kar bikin, ezê herêmên Kurdan teslîmî we bikin, , lê rê nedin ku Kurd diji hukumetê karekî xirab bikin ’ Wan li hev kir, PYD ji Qendîlê qasî hezar gerîlla anî û bi destê wan li ser Kurdên herêmê zor û zexta xwe danî; rê neda ku partîyên dinê kar û xebata siyasî bikin, yan hêzên çekdar avakin. Heya gele caran êrisî wan kir. Ev tist gor dilê Hukumeta Samê bû.
Serokê herêma Kurdistanê Birêz Mesûd Barzanî, ji bo ku yekitiya Kurdên Sûri pêk bîne, du sal berê PYD û Eniya Netewî a Kurdên Sûrî (ENKS), ku ji 12 rêxistinan pêk tê, li Hewlêrê anî ba hev, Desteya Bilind ava kir. Lê mixabin PYD gor vê peymanê nekir, ji helwesta xwe ya sas venegerî. Bi vî awayî him rê li ber yekitiyê girt û him jî piraniya Kurdên Sûri ji xwe aciz kir.
PYD her usa jî rê neda ku xortên partiyên dinê ku li Kurdistanê di warê leskerî da perwerde bûbûn, vegerin Surîyê.
PYD, navê ‘Rojava’ li van herêmên Kurdan li Sûriyê kir û got min ev der rizgar kiriye û ev ‘soresa Rojava’ ye. Lê tu rastiya vê gotinê tunebû. Berpirsên Hukumeta Sûrî yên eskerî û istîxbaratê dîsa li cîyê xwe bûn. PYD destê xwe li wan neda. Tistê ku PYD dikir, gor dil û daxwaza Hukumeta Sûrî bû. Berdevikên Hukumetê ji kirinên PYD gelek kêffxwes bûn gelek caran ew tist eskere kirin.
PYD her usa jî li sê herêmên Kurda (Hesekî-Qamislo, Kobanî û Çiyayê Kurd) sê ‘kanton’ ava kirin. Lê berpirsên Hukumeta Sûrî gotin, ev tist nabe, Sûriye yek welat e
Ango tistê ku dibe ev e: PYD bi van gotin û kiryaran him xwe dixapîne, him jî gelê Kurd. Di dawiya vî serî da çi hukumet bi serkeve, çi mixalefet, herdu alî jî ji PYDê ra dê rê nîsandin.
PKK-PYD bi vê sîyaseta sas li Sûri herêmên Kurdan azad ne kirin, sores tist ne kirin, lê ziddê wê, rê nedan ku Kurd vê firsendê bas bi kar bînin, ev sê salê dawî zîyan kirin.
Belê, PYD nuha, ji bo ku qontrola herêmên Kurda ji dest bernede, dijî DAÎSê ber xwe dide; lê ew her usa jî gunehbarê herî mezin e, ku Kurd îro li himber êrîsên DAÎSê ne xudî hêzeke xurt in.
PKK-PYD hêza xwe gelek mezin nîsan dan, dijayetiya Serokatî ûHukumeta Kurdistana Basûr kirin, gotin ‘Pesmerge li ber DAÎSê revî, me Kurdistan parast!..’ Bi van gotinên bê bingeh xwestin Kurdan û dinyayê bixapînin; lê nuha ji bo parastina Kobanî ji Hukumeta Herêma Kurdistanê alikarî dixwazin.
Helbet, devê herêmên Kurdên Sûrî dijî har û hovên DAÎSê bêne parastin. Tistekî normal e ku PYD alîkarî dixwaze. Lê mixabin, pistî ku hertist beravêtî kirîye hîn behsa alîkariyê dike
Dîsa jî divê Hukumeta Herêma Kurdistanê biçe hawara Kobanî û herêmên dinê. Bi kêmayî ew bi sedan, bi hezaran serwanên partiyên Surî, ku heya nuha PYD rê li ber wan girtibû, dikarin derbazî wan herâman bin û xelkê xwe û herêma xwe biparêzin.
Digel vê, hêzên navnetewi, çawa li Iraqê û Kurdistana Basûr bi hêzên ezmanî berî DAÎSê dan, li Sûrî jî, ji bo sekinandina van har û hovan divê dereng nemînin, çi ji dest wan tê bikin, da ku rê nedin Sengaleke teze û jenosîdeke teze. Ew koalisyona ku Amerîka serî lê dikisîne, divê rojkî berê pistgirî bide xelkê Kurd li Sûri.
Kemal Burkay
Serokê Gistî yê Partiya Maf û Azadiyan
20 Îlon, 2014
Dengê Kurdistan