Nûçe

Beyana HAK-PAR: Dost û mirov di roja hanê da li gel Kobanî divê

Îro li Kobanî gelê Kurd erda xwe û namûsa xwe diparêze, lê DAÎS zurbeyekî qetilkar û êrisger e.

Pirs ne pirsa terefî û bêterefîyê ye di navbera PKK-PYDê û DAÎSê da; ev serê man û nemanê ye, ji bo xelkê Kurd li Kobanî, ku welatê xwe diparêze.

Herçî kesê kul i himber êrisa DAÎSê bêdeng bimîne, dibe pardar di vê qetlîamê de.

Em helwesta wan dewletên herêmî fêmdikin, ku bi navê Sunne serekî mezhebî bi rêva dibin û bona vê yekê DAIS xwedi kirin, mezin kirin û berdane Kurdan. Lê Yekitîya Milletan li ku ye?

Qetliamek li dijî gelê Kurd çêdibe û gelê me, wek Sengal ji Kobanî jî koçber dibe. Eva curmeke dijî mirovatiyê ye, jenosîd e. Yekitiya Milletan çima bêdeng e û tistekî nake?

NATO dibêje ‘Emê li himber êrisekê dê Tirkiyeyê biparêzin.’ Ma gelo Tirkîye hewcedarî paraztinê ye? Tirkîye xwedi ordiyeke giran e û va ye tank û topên xwe li ser sînor rêz bûne, teyareyên ser jî hazir in bi hewankevin.

Yê ku hewcedarî pistgirî ye gelê Kurd e. Va ye li ber êriseke giran e û bêparastin e, ne xwediyê silehên giran e. NATO tu ji vê yekê ra çi dibêjî? Ew çi bêvicdanî û durutî ye?

Herçi dost, bira û însan di roja hanê da xuya dibe û li gel xelkê Kobanî dibe, wekî din vir û derew e.

Kemal Burkay
Serokê Gistî yê HAK-PARê

7ê Çirîya Pêsîn, 2014

Dengê Kurdistan

Back to top button