Nûçe

Li Kopenhagenê seveke pistgirîyê ji bo Kobanî hate lidarxistin

Yilmaz Yildiz / Kopenhag

Bi amadekarîya Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD) di roja 26.10.2014’an de seveke bi xwarin û vexwarin ji bo pistgirîya pênaberên Kobanî li bajarê Kopenhagenê hate li darxistin. Hêzên sîyasî ên kurd li Danîmark jî pistgirîya sevê kirin û girseyeke mezin ji kurdên her çar besên Kurdistanê û nas û dostan besdarî sevê bûn û pistgirîya pênaberan kirin.

Pistî bi xêrhatina mêvanan, seva pistgirîyê bi yek deqe rêzgirtin ji bo hemû sehîdên Kurdistanê dest bi bernameya xwe kir. Soorat Jamshîdî û Yilmaz Yildiz bi zimanê kurdî û danîmarkî rêveberîya sevê kirin û bi herdu zimanan rewsa Kurdistanê û serê li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê û xasima jî rewsa li Kobanî û berxwedana servanên kurd li Kobanî ji mêvanan re sîrove kirin û bal kisandin ser dorpêçkirina Kobanî û koçberbûna bi dehhazaran kurdan ji herêma Kobanî ber bi Bakurê Kurdistanê ve.

Di sevê de gelek kesan axaftin kirin, ku du ji wan jî endamên kurd ên Parlamentoya Danîmark bûn, Özlem Çekiç ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û Yildiz Akdogan ji Partîya Sosyaldemokrat.

Di sevê de du grubên muzikê jî besdar bûn û pistgirîya Kobanî kirin. Herweha jî gelek kesên dukandar alîkarî dan û li salonê tist hatin firotin. Resamekî kurd ji Efrînê Kanî Alan pênc resimên xwe dîyarî dabûn ji bo pênaberên Kobanî. Her pênc resim jî li wir bi qîmetekî bilind hatin firotin û wî jî bi wî sêweyî pistgirîya xwe dîyar kir.

Seva pistgirîya pênaberan bi sêweyekî serkeftî derbas bû û hemû kes jê memnûn bûn.

Hêjayî gotinê ye ku FKKD pistî vê karêsata hatî serê herêma Kobanî dest bi hin çalakîyan alîkarîyê kir. Li gel amadekirina vê sevê, FKKD’ê herweha jî kontoyek alîkarîyê vekir û dest bi danheva cil û bergan ji bo pênaberan kir. Di van rojên pês me de wê wek destpêk trimbêlek (TIR) cil ji bo pênaberên Kobanî li Bakurê Kurdistanê bê sandin.

Dengê Kurdistan

Back to top button