Nûçe

Li Kopenhagenê xwepêsandanek ji bo pistgirîya Singalê hat lidarxistin

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

Rêxistina terorîst a DAIS’ê dîsan dest bi êrîsên giran li dijî Çîyayê Singalê kirîye. DAIS’ê berîya heftîyekê bi sedan seyareyên eskerî û çekên giran êrîsî Çîyayê Singalê kir û ev çend rojin ku dora Çîyayê Singalê ji hemû alîyan ve hatîye dorpêç kirin û hemû rêyên çûyin û hatinê hatine girtin. Çend gundên Êzîdîyan ên di quntara Çîyayê Singalê de ku heta niha di destên Êzîdîyan de bûn, pistî vê êrîsa mezin ew jî ketin destên DAIS’ê û xelkê van gundan jî revîyan serê Çîyayê Singalê. Niha li serê Çîyayê Singalê zêdeyî 10.000 Êzîdî mayine asê û li benda alîkarîyê ne. Metirsîyeke mezin heye ku DAIS dîsan xelkê Êzîdî di komkujîyan re derbas bikê, heger ku di zutîrîn wext de alîkarîyeke mezin nerê ji Çîyayê Singalê re.

Hêza Êzîdîyan a bi navê Hêza Parastina Singalê (HBS) heta niha serekî

qahremanî li dijî rêxistina DAIS’ê pêk anîye û derbeyên mezin li wan xistine. Di destê HBS’ê de çekên giran ên wek di destê DAIS’ê de nînin, ji ber wê jî mixabin hin endamên HBS’ê jî di vî serê giran de sehîd ketine. HBS hawar û gazîya xwe digihînê tevaye raya gistî a cihanê ku bi hawara wan ve herin û rê li ber vê pêsketina DAIS’ê bigrin û dorpêçkirina li ser Singalê rakin.

Bi vê pêwanê Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark (KKÊ) û Federesyona
Komelên Êzîdîyan li Swêd (FKÊS) ji bo ku hawar û gazîya Êzîdîyên li serê Çîyayê Singalê bigihînin raya gistî a cihanê û xasima jî bigihînin Dewletên Yekbûyî ên Amerîka (DYA) ta ku di zutirîn wext de bi hawara Singalê ve herin, di roja 30.10.2014’an de li ber sefareta Amerîka li bajarê Kobenhagenê xwepêsandaneke hevbes lidarxistin.

Di xwepêsandanê de axaftinên bi kurdî, erebî, danîmarkî û îngilîzî hatin xwendin û daxwaz ji Amerîka û raya gistî a cihanê hat kirin ku rewsa Êzîdîyên li serê Çîyayê Singalê li ber çav bigrin û bibîr xistin ku metirsîyeke mezin heye ku DAIS dîsan komkujîyan bînê serê Êzîdîyan, heger ku di zutirîn wext de rê li ber DAIS’ê neyê girtin.

Li ser pankartan him bi zimanê swêdî, danîmarkî û îngilîzî hatibû nivîsîn. Hin ji pankartan bi vî sêweyî hatibûn nivîsandin: ‘Em spasîya te dikin Amerîka ‘ Êzîdîyên li Singalê bêtir pêwîstî alîkarîyê ne’, ‘Êzîdîyên serê Çîyayê Singalê rizgar bike’ û hwd.

Xwepêsandanê di seat 13.00’an de destpê kir û di seat 15.00’an de bi dawî bû. Li gel ku roj û dem ne gelekî munasîb bû jî, ji ber ku her kes li kar bû, lê dîsan jî girseyeke bas ji kurdan û nas û dostan besdarî xwepêsandanê bûn û pistgirîya xwe ji bo Singalê dan nîsandan.

Dengê Kurdistan

Back to top button