Nûçe

Swêd û Fînlandya wê ji bo perwerdekirina Pêsmerge eskerên xwe bisînin

Swêd û Fînlandya dixwazin eskerên xwe bisînin ji bo perwerdekirina Pêsmerge

Wezîra Karên Derve ya Swêdê Margit Wallström di ‘Konferansa Gel û Parastin’ de wek hukumet mebestata xwe ya sandina eskeran dîyar kir û got ku Fînlandya jî amadekarîyê ji bo alîkarîya eskerî dike.

Wallström got ku, Swêd digel 60 welatên din hevkarîyeke pêk anîne ji bo ku bi hevre li Surîyê û Iraqê li dijî rêxistina terorîst ÎSÎD`ê ser bikin.

Ew dixwaze bi taybetî destnîsanke ku alîkarîya Swêdê berî hertistî ji bo perwedekirina pêsmergeyên Kurdistanê ye, eskerên wan ê tev li serê bereyî nebin. Li gor ravekirina Wallströmê eskerên Fînlandyayê jî wê ji bo eynî armancê herin. Ev eskerên ku bi armanca karê perwerdeyê diçin Kurdistanê, wê di bi rêvebirîya Almanyayê de bixebitin.

Daxwaza hukumetê berê divê wê di parlamentoyê de pistgiyê wergire.

Dengê Kurdistan

Back to top button