Nûçe

Helebçe li Stockholmê hat bîranîn

Dengê Kurdistan – Stockholm / Wek her sal, îsal jî, di roja 16ê adarê de kurdên Swêdê û swêdîyên dostên kurdan ‘Helebçê’ bi merasimeke tekûz û lihevhatî bi bîr anîn. Merasima bîranînê ji alî Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê li dêra Adolf Fredrik li Stockholmê hat çêkirin.

Civînê, ji bo yadkirina sehîdên komkujîya Helebçê û pêsmergeyên ku di serê li dijî DAISê de sehîd bûne , bi rawestina deqeyîka bêdeng destpêkir.

Merasima bîranïnê, bi besdarîya kurdên ji çar alî Kurdistanê, siyasetmedar û kesên mirovhiz ên swêdî pêk hat. Helebçe bi bernameyeke siyasî û çandî, bi sêweyekî gelek bedew hat bîranîn. Li vir hunermendên muzîk û tîyatroyê jî rengekî bi taybet dan civînê. Komîkzanê kurd Özz Nûjen, bi vegotineke sanoyî, trajedî û berxwedana gelê kurd bi zimanê swêdî pêskês kir, hunermend Rêber Sêxo bi soranî û kurmancî du stranên xembar û bedew bandor li ser guhdaran hîst.

Seroka Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê Zozan Güven, Nûnerê Komîteya Hevkarî Omer Sindî, siyasetmedarên swêdî, wek yê Partîya Gel (fp) Fredrîk Malm û gelek kesên din gotar xwendin. Digel komkujîya Helebçê, êris û hovîtîyên DAÎSê rûres kirin. Fredrîk Mal, bang li Yekîtîya Neteweyan û hêzên demokrat û astîxwaz ên cîhanê kir ku destê alîkarîyê dirêjî milletê kurd bikin, hem di warê sîyasî û aborî de û hem jî di alîkarîya çekan de.

Civîna bîranînê, bi awayekî gelek serkevtî gîha dawîyê.

Dengê Kurdistan

Back to top button