Meclîsa Gistî Ya HAK-PARê: Em helwesta dijminatîyê li hember Herêma Kurdistana Federe bi tundî protesto dikin

Meclîsa Gistî ya HAK-PARê ku ji bo amadekarîya Kongreya 7-mîn li Enqerê civîna xwe ya dawî pêk anî, li ser pirsên sereke yên rojevê sekinî û ev daxwîyanîya jêrîn ji bo raya gistî belav kir:
Ji çapemenî û raya gistî re
Pistî ku ‘Referandûma Serxwebûnê’ li Herêma Kurdistana Federe bi sêweyekî demokratîk û astîyane encam da,Tirkîye, Îran û hukumeta navendî ya Iraqê helwesteke dijminane nîsan dan. Em vê helwesta wan a li hember Herêma Kurdistana Federe bi tundî protesto dikin.
Divê neyê jibîrkirin ku Dewleta Iraqê pistî Serê Cîhanê yê yekemîn li ser bingehê berjewendîyên Îgilistana emperyalîst, bêyî riza kurdan, grubên etnîkî û dînî yên din hat avakirin. Ew sînorên ku îro wek sînorên ”pîroz” û ne guharbar tên propagandakirin, ji alîyên wan ve bi zorê, bi hîle û entrîkayan hatibûn kisandin.
Kurdan ji bo mafên xwe, ji destpêka avakirina Iraqê, berê li dijî karbidestên kûkla ên îngilizan, dûra li dijî dîktatorên zalim ku bi derbên eskerî desthilatdarî hildidan dest xwe û rejima BAAS ser kirin û heta roja îro hatin.
Herçend Kurdan, bi Ereban û grûbên din ên etnîkî ve tevayî demeke dûr û dirêj ji bona avakirina sazûmaneke pêkvejîyana bi edalet û wekhevîyê , hewldan jî encam negirtin, daxwaza otonomîyê hat redkirin.
Kurdistan hertim bû qada ser, bi navê ”Enfal” komkujîyên mezin hatin kirin, wek li Helepçê, li ser gelê Kurd bi bombeyên kîmyayî jenosîteke mezin ceribandin. Pistî rûxandina rejima BAAS û dîktatorîya Saddam Huseyin, kurdan ji bo jîyaneke nû ya hevbes destê dostanîyê dirêjî gelê Ereb kir, rûpelekî nû vekir.
Kurdan ji bo pêkanîna Iraqeke federal roleke mezin hildan. Ji bo cî bi cîkirina yasaya bingehîn a hevbes hewldan, lê belê hukumeta navendî ya Bexdayê bi temamî kete bin kontrola Îranê, ji alîyekê ve welat xist nav pêtaxîya terorê, nav serekî mezhebî; li alîyekê jî bi refleksên kolonyalî li dijî kurdan ketin nav tevgereke xirabîyê, yasaya bingehî pêpezkirin, siyasetek li dijî wekhevîyê û jîyaneke bi hev ra mesandin. Maddeya 140 bi kar neanîn. Kurd ji artês û brokrasîya navendî dûrxistin. Li gor yasaya bingehîn divîyabû ji butçeyê 17% para Kurdistanê bihata dayîn, lê Bexdayê ev pê neanî û li dijî çekdarkirina pêsmerge rawestîya.
Ji pêtaxîya ku ji ber siyaseta mezhebî hat meydanê, rêxistina barbar ÎSÎD peyda bû, rejimê bajarê Musulê bi destê ÎSÎDê ve berda. Dema wê êris anîn ser Kurdistanê hukumeta navendî ji bo parastina gelê Kurdistanê tu gavek neavêt.
Berpirsîyarîya nemayîna yektîya axa ”Iraqê” ne liser kurdan e, li ser siyaseta Bexdayê ya nijadperest, kolonyalîst û mezhebparêst e.
Kes nikare kurdan mecbûr bike ku ew di nav rejimeke wisa de bijîn ku dijmintaya kurdan dike, mezhebperestîyê dike.
Ev rastîya han li ber çavên dinya alemê ye, lê dîsan jî Tirkîye bi neyartîya hember kurdan, li dijî referandûma Serxwebûn a Herêma Kurdistana federe derdikeve, bi Îran û Iraqê re dibe yek û li dijî Herêma Kurdistana Federe gefan dixwe û amadekarîya êris û ser dike. Divê bête dîtin ku ev yek, rencîdekirina bi mîlyonan kurdan e.
Digel peymana damezrandinî ya Neteweyên Yekbûyî, maddeya 2. ya biryara 1514 (XV) destnîsan dike ku ” Mafê hemû gelan heye ku çarenûsa xwe bi xwe tayîn bikin, ango bi serbestî statuya xwe tesbît bikin û pêsketina xwe ya aborî, civakî û kultûrî bi serbestî bisopînin”. Mafê biryardana li ser dahatûya xwe, normekî navdewletî ye ku Gelê Kurdistanê jî, ew bi kar anîye. Em silavê lê dikin.
Ev mafa wek hemû milletan ji bo gelê Kurdistanê jî bi qasî sîrê dayîk helal e.
Zemînê here giring bo pêkhatina astî û aramîya Cîhanê û navçeyê ew e ku; li mafê her neteweyekî ku dixwaze çarenûsa xwe tayîn bike, rêz bête girtin .
Gelê Kurdistanê bi hemû grubên xwe yên dînî û etnîkî bi piraniyeke zor ve besdarî referandûmê bûye. Bi rêjeyeke bilind wek 93% bo serxwebûnê biryar daye.
Di serî de Hukumeta Navendî ya Iraqê, dewletên cîran û Neteweyên Yekbûyî divê li gor huqûqa nêvdewletî, adîlane tevbigerin û ji îradeya gelê Kurdistanê re rêz bigrin; bi hevkarî dîyalogan pêsxînin û vê biryara dîrokî bikin zemîn bo astîya herêmê.
Xasima Tirkîye divê bi aqlêselîm tevbigere, têkilîyên xwe û Herêma Kurdistana Federe pêsdatir bibe, bibîne kul i ser esasê cîrantîyeke bas dikare feydeyên mezin bibîne. Herêma Kurdistana Federe ji hîç kesekî re ne tehdît e.
Xwe lêsorkirina û bangirina êris û ser, gefxwarin, ambargoyên aborî û girtina sînoran ku ji alî derdorên dijminên kurdan tê kirin, eynî wek serpêhatîya Saddam- Kuvaytê, hewildanên xeter in ji bo ku Tirkîyê bikisînin pozîsîyoneke êriskar. Ji hewldanên bi vî rengî tu kes wê xêrê nebîne.
Em ji desthilatên Tirkîyê re dibêjin ku sînorên wê yên ku 25 mîlyon kurd lê dijîn sê alîyan ve bi cografya kurdan ve sînorkirîye, bila nekevin dafikê, bi kurdan re têkilîyên dostî û cîrantîyeke bas derxînin pês.
Li alîyê din bang li kurdên hemû parçeyan dikin ku ji kîjan ideolojî û fikrêdibin bila bin, dest bidin hev vê pêla nijadperest -sovenîst berteref bikin. Ji bo gotin û polîtîkayên dijî kurdan sunde vegerin, bêtir hewldan û xebat bikin. Serfirazîya Referandûmê berî herkesî li ser milê kurdan e. Divê her kurd, her sazî û rêxistinên Kurdîstanî bilivin, ji bo çêkirina raya gistî seferber bin, kanalên diplomasîyê vekin û dest kampanyan bikin.
HAK-PAR di vî warî de çi ji dest tê wê bike.
Em hemû gelê me dawet dikin ku di komcivîna 7-a ya HAK-PARê ku roja 22.10 2017an de li Enqerê çê dibe, besdar bibin.
01.10.2017
HAK-PAR
Meclîsa Partîyê
Dengê Kurdistan