Nûçe

SALVEGERA DAMEZRANDINA PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAT PÎROZKIRIN

Partiya Maf û Azadiyan ji bo 16emîn salvegera damezrandina partiyê pîrozbahiyek li dar xist.

Ligel endamên partiyê; gelek siyasetmedar û rûspi, xebatkarên çapemeniya Kurd jî bi elaqeyek mezin besdarî sevê bûn.

Serokê Weqfa Riya Azadî û Nivîskar Kemal Burkay, Nivîskar Sakir Epözdemir, Nivîskar û Akademîsyên Ismail Besikçi, Serokê Komeleya Pistgiriya HAK-PAR’ê ya Ewropayê Fattah Timur û endamên komeleyê, Siyasetmedar û Helbestvan Talat Inanç, Siyasetmedar Yüksel Avsar û Nivîskar û Helbestvan Celal Inal jî mêvanên sevê bûn.

Di destpêka bernameyê de ciwanên partiyê bi helbestên Kemal Burkay û Eskerê Boyik dilê besdaran ços kirin.

Serokê Gistî yê HAK-PAR’ê Refik Karakoç axaftina destpêk kir.

Karakoç di axaftina xwe de balê kisand ser operasyona Tirkiyê ya li ser Efrînê û bang li hikûmeta Tirkiyê kir ku di demekê kin de operasyonê rawestîne û rêz li ber îradeya Kurdan bigre.

Karkoç di dawiya axaftina xwe de ji bo besdarî û pistgiriya mêvanan sipasiya wan kir. Bang li gel kir ku pistgiriyê bidin HAK-PAR’ê da ku dengê xwe xurt bike.

Serokê Komeleya Pistgiriya HAK-PAR’ê ya Ewropayê Fattah Timur jî di sevê de bang li besdaran kir. Timar got; Kurd ligel berxwedanê sahîyê jî ji bîr nakin û tu alî jî nikarin hêstên Kurdan têk bibin.

Pistî axaftinan besdar bi stranên hunermenda navdar Fate Xanê kêf xwes bûn, govend gerandin.

Her wiha ligel sahiyê, ciwanên partiyê ji bo pistgiriya ciwanan kurayê kisandin, diyariyên rengîn dan mêvanan. Di nav diyariyan de helbesta Kemal Burkay a bi îmzakirî jî hebû. Kemal Burkay helbesta xwe ya çarçovekirî bi xwe da.

Sev bi stran û govenda besdaran bi dawî bû.

Dengê Kurdistan

Back to top button