Hollanda komkujiya li dijî Kurdên Êzdî wek ‘Jenosîd’ nas kir

Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Hollandayê komkujiya ku DAISê li dijî Kurdên Êzdî pêk anîbû wek ‘Jenosîd’ nas kir.
Di rûnistina parlamentoya Hollandayê ya îro de pêsnûmeya ku ji bo tawanên DAISê yên ku li dijî Kurdên Êzdî pêk aniye wekî ‘Jenosîd’ bê naskirin hat nîqaskirin.
Pêsnûmaya ku ji aliyê parlamentera Krîstiyan Ana Kauk ve pêskêsî serokatiya parlamentoyê hat kirin bi piraniya dengan hate qebûl kirin û komkujiya Êzdiyan wek ‘Jenosîd’ hat naskirin.
Berê jî li Parlamentoya Ewropa û Civata Nûneran ya Amerîkayê biryarên bi vî rengî hatibûn qebûlkirin.
Li welatên din ên Ewropayê jî ji bo Komkujiya Êzdiyan wekî jenosîd were qebûl kirin hewldanên bi vî rengî hene.
3ê Tebaxa 2014an de, endamên DAISê êrisî navçeya Singalê ku Kurdên Êzdî lê dijîn kirin. DAISê bi hezaran Kurdên Êzdî kustin û 6 hezar û 410 kes ku bi piraniya wan jin û zarok bûn revandin.
Bi sed hezaran Êzdiyên ku ji êrîsê reviyan xwe spartin çiyayê Singalê, Herêma Kurdistanê û Rojava.
Tevî ku 7 sal bi ser komkujiyê re derbas bû, lê dîsa jî bi hezaran Êzdî li kampên Herêma Kurdistanê dimînin.
Kustina girseyî ya Kurdên êzdî ji aliyê DAISê ve li ber çavê hemû cîhanê, êskenceya sîstematîkî û destdirêjiya cinsî li ser kesên ku ew revandin û wan wekî “xenîmetên ser” binav kirin wekî tawanek mirovahî ya mezin hate tomar kirin.
Dengê Kurdistan