Nûçe

CIVÎNA BÎRANÎNÊ LI ENSTITUYA KURDÎ-PARÎS JI BO MEHEME ELÎ

Roja 11ê meha tirmehê, civîneka bîranînê ji bo Mehmed Alî Akagunduz li Enstîtuya Kurdî ya Parîsê, bi tevlêbûna malbat, nas û dost, heval û hogirên wî hat çêkirin. Gelek endam û nûnerên hêz û partîyên Kurdistanî wek Nûnerîya Hukumeta Kurdistanê li Fransê, PDK-Iran, PAK û sazî û komeleyên li Fransê Efrîn-Espoir û ên din qewzegul, çeleng danîn ber wêneyê Meheme Elî.

Di destpêke da serekê Enstîtuya Kurdî Kendal Nezan qala kesayetî û kar û xebatên wî kir û got :

« Miletê Kurd welatparêzekî dilsoz wenda kir. Wî ne tenê ji bo partîya xwe HAK-PAR û Bakurê Kurdistanê, her wiha ji bo hemî hêz û partîyên Kurdistanî çalak bû. Ew merivekî xebatkar, bêwestan bû. Ew bi rastî, merivekî rind û qenc bû. Bila serê malbata wî û ê me hemîyan sax be. »

Di civînê da, li ser navê nûnertîya hukumeta Kurdistanê li Fransê kek Rewan, kurdologa navdar Joyce Blau, nûnerê PDK-I kek Xosrof, nûnerê Komeleya Espoir-Efrîn kek Menan jî derbarê Meheme Elî, bîranînên xwe gotin, û qala qencî û basîya wî kirin.

Di civînê da kek Zîya Acar jî amade bû.

Li ser navê hevalên wî yen HAK-PARî jî, spasîya besdaran hat kirin ku hatibûn ji bo hevxemîya xwe dîyar bikin.

Di dawîyê da, li ser navê malbata wî jî, birayê wî Derwês Elî spasîya nas û dostan kir.

Ji salona Enstîtuyê heta hews û ber derîyê derva jî cî nemabû. Civateka pir mezin di vê civînê bîranînê da amade bû. Ev jî nîsaneya hezkirin û rêzgirtina nas û dost û hevalên wî bû.

Mamosta/Paris

Dengê Kurdistan

Balkêş e ?
Close
Back to top button