Nûçe

EM DILAN YESILGÖZ PIROZ DIKIN

Di hilbijartînên gistîyên Holandayê ku 17 Adara 2021’yan depêkhatibu de, keçeke Kurdê Dêrsimî ji ser navê Partîya Azadî û Demokrasîyê bu parlamenter û pistre ji di hikûmeta Holanda a nû de wek wezirê Dadwerî û Ewlekarîyê hat bijartin.

Helbet kesên Kurd ku li derveyê welat bi vê yeke dema ku têne xelatkirin ev yek dilê hemu Kurdan xwes dike,dilsahîyek pêk tîne.Li Israil, Belçika, Swêd û Siwîsra, Almanya û Holanda u gelek welatên Ewrûpî de, Kurd bi çelengi di nav xebata sîyasîya derdorê xwe de cih digrin û serkevtî dibin.Ev yek jibona miletê Kurd sanaziyek mezin e.

Em wan hemu Kurdên k udi nav van karanda dixebitin û bi taybetî serkevtî bune û bune xwedî erk bi dil û can pîroz dikin,serfirazîye ji wan re dixwazin.
HAK-PAR pistgirê Kurdên Diasporayê ye ku ew denge heqxwaz û rewayê miletê Kurdin.

Em di, sexsîyeta Dilan Yesilgöz de hemu erkdarên Kurdên Ewrupa bi dil û can pîroz dikin. 07.01.2022

NIVSINGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYÊ
A PARTIYA MAF Û AZADIYAN HAK-PAR

Dengê Kurdistan

Back to top button