HAK-PAR SERDANA WEZARETA REWSENBÎRÎ Û CIWANAN KIR

Sanda Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR roja pênçsemê, bi seroktiya Serokê Gistî Letîf Epozdemîr serdana Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan kir. Sanda HAK-PAR’ê, digel serokê HAK-PAR’ê, Zana Sezen (Cîgirê Serokê Gistî û Berpirsê Peywendiyên Derve), Pasa Akdoxan (Cîgirê Serokê Gistî), Ramazan Tosun (Endamê Meclîsa Partiyê), Mahsûn Çelebî (Endamê Meclîsa Partiyê), Omer Kus (serokê saxa Bursa), û Ebdullah Oflas (Endamê ofîsa Hewlêr) pêk hatibu.
Birîkarê Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan Dr. Salar Osman pêswaziya sandeya HAK-PARê kirin û guftûgo li ser kar û xebatên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û xurtkirina têkiliyan hate kirin.
Serokê Gistî Latîf Epozdemîr jî, agahî li ser kar û xebatên HAK-PARê, amadehiya ji bo hilbijartinan û li ser rewsa Bakurê Kurdistanê da û qala girîngiya rêzgirtina xebatên siyasiyên li parçeyên din ên Kurdistanê kir û got: ‘Lazime Kurd her tim dinav dîyalogê de bin û pêwendîyên xurt û zinde bigrin. Lewra serketin yan binketina her tevger û rudaneke rêxistin û dem û dezgeyên Kurdistanê li ser hemu Kurdên cîhanê tesir dike.’
Latîf Epozdemîr di berdewama axavtina xwe de qala rewsa dengdêrên Kurd yên li Bakur kir û got, ‘HAK-PAR dixwaze dengên Kurdan di navnîsaneke neteweyî de kom bike. Kurd lazime dengê xwe bidin partîya xwe.’
Sanda HAK-PARê tabloyeke ressam Gökhan Aslan da brikarê wezirê Rewsenbîrî Dr. Salar Osman.
Birîkarê Wezareta Rewsenbîrî û Ciwanan Dr. Salar Osman ji bo xebata amadehiya hilbijartinan serkeftin ji Partiya Maf û Azadiyan / HAK-PAR re xwest.
Serdana sanda Partiya Maf û Azadiyan bi xatirxwestinê bi dawî hat.
NIVSÎNGEHA RAGEYANDIN Û ÇAPEMENÎYA PARTÎYA MAF Û AZADÎYAN / HAK-PAR
Dengê Kurdistan