Hewara hevsengerên Sehîd Mîsel Temo bibihîsin!
Her Kurdekî dilsoz li benda hevkarî û hevxebatîya hêzên Kurdistanî ye û dixwaze hemû reng û dengên civata Kurd di nava çeperekê da li hemberî dagirkerên Kurdistanê da senger bigirin û li ser daxwazîyên xwe yên netewî û sîyasî hevdeng bin.
Ev karê hevbes, kîlîta serkevtîna tevgera azadîxwazîya Kurdistanê ye.
Xewina hemû Kurdistanîyan e.
Hevîya hemû welatperweran e.
Ev tifaq û yêkgirtin, ew bi hevra berxwedan, xewa dijminan direvîne.
Loma dibê her pêngavek ku ji bo hevdengî û hevrengîya tevgera mafxwazîya netewa Kurd bê avêtin cihê keyfxwesî û sadbûna her Kurdekê ye.
Eger ku nîyet paqij be, armanca her alîyekê doza Kurdistanê be, ev pêngavên hevgirtinê ne taktîk û fêhl û fend bin. Wî demî bê guman kevirên rêya serkevtinê me bi destê xwe darijandine û em di rêkekê rast û durist da bi hevra dimesin û dengê dîlana berxwedanê me wê li her çar hêlên Kurdistanê da deng vede.
Ez bi zelalî vê bibêjim, gelek mixabinî PKK û hevalbêndên ku çavkahnîya xwe jî hizir û bawerîya Apoîzmê werdigirin, di van pêngavana da ne dilpak û rastgo ne.
Ji ber ku kiryarên wana di van 30 salên bihorî da me jî van gumanana xilas nake.
Kiryarên wan û gotinên wana gelek ji hev dur in.H er pêngavekê, ku ew diavêjin, di bin da hizar fêhl û fenda diêwirînin.
Rast e çara me nîne û em dibê bi hevra kar û tekosina hevbes bimesînin, ji ber ku rêka rizgar kirina Kurdistanê her tifaq e.
Lê tifaqeke çawa. Li ser kîjan bingeh û li ser kîjan sitratejîyekê hevbes da?
Gotin xwes e,lê belê kiryar û helwêst tahl e.
Em kiryarên PKK li her çar parçên Kurdistan ê da dibînin.
Niha werin bi hurbînî li Basura Rojava mêze bikin.
Kiryarên PYD di xizmeta kê da ye?
PYD li hemberî hevgirtina hêzên Netewî çi helwêstê digire û armanca xwe çi ye
Bi Kurdî dibêjîn ” banek û dû hewa”. Ev gotina bab û kalan pir bi postê siyaseta van hevalan e.
Wek tê zanîn hevînan piranîya Kurdan li ser banê xanîyên xwe radizin.
Zava li ser banî di navbera hevjîna xwe û xwesîya xwe da radiz e.dema ku dizivire hemberê hevjîna xwe karekî din û helwêsteke din, dema ku vedigere hemberî xwesîya xwe ji kar û helwêsteke dinê nîsan dide. Loma tê gotin”banek û du hewa”
Hun dê her karekî dirênde bikin, pasê jî wek tistek nebûyî, daxwazîya lêborînê jî nekin, û rexneyeke hurik û biçuk jî li wan qebehetên xwe negirin, wekû tistek nebûyî govenda hevkarî û tifaqan bigêrinin.
Min biborînîn, hun bi wan kiryarana nikarin wan gumanên li ser xwe biskênin.
Gelek mixabinî.
Xwezî ez di van hizrên xwe da sas bûbama. Berevajîya gotinên min pêvejok mesya ba. Min hizar cara lêborîna xwe ji we kiriba.
Kerem bikin em hewar û gazindên gelê xwe lî Basura Rojava bixwînin.
Rêxistina Ewropa ya Sepêla Pêserojê ya Kurdî li Sûriyê, çi dibêjin? Hevalbêndên sehîd Mîsel Temo.
Ji bo raya gistî
Soresa sûriyê, ya ku berî nêzîka salekê destpêkir bi hêvî ne mezin ve girêdayî ye: piraniya gelê Sûriyê sistêmeke demoqrat û reformên aborî dixwaze û ew dawiya zordariyê û korupsiyonê (gendeliyê) jî dixwaze. Tevlî van daxwazan kurd jî hêvî dikin, ku mafê wan yê netewî bikeve destê wan: Zimanê kurdî gereke di dibistanan de bê xwendin û ew di herêmên kurdî de, wek zimanekê fermî were pejirandin, partiyên kurd di hilbijartinan de besdarbibin û di deverên ku piraniya wan kurd bin, gereke cihên giring di warên aborî, siyasî û idarî de bi dest kurdan kevin.
Lê berî hertistî gelek merov hêvî dikin, ku ew nerînên xwe bi awakî azad û bê tirs bênin ziman û bê tirs jî nerînên xweyî cûda bêjin û bêyî ku ew bêne girtin û îskencekirin.
Bê goman ev azadî di herêmên kurdan de di xeterê de ye. Hê dawiya rijîma diktatûr ne hatiye, lê diktatorekî din diyar dibe: PYD, liqê PKK li Sûriyê. Weke PKK di salên hestêyî de li Tirkiyê, PYD jî îro hewl dide, ku ew xwe tenê wek nûnerê gel bi tûndî ferzbike.
Rexnevanan tehdît dike, ditirsîne, direvîne, îskence dike û dikuje. Hevalên PYD dixwazin karên dewletê bidest xwe bînin; kolanan dixine bin çav û kontrola xwe de û bi çekên giran li bajaran digerin. Armanca wê ne ew e, rewsa kurdan li Sûriyê bas bike- Kurdên Sûrî ji rexê PYD ve wek destik tên bikaranîn. Kurdistana Sûrî jê re tenê ciheke, ku ew xebatkaran bidehev û wan tedrîb û perwerde bike. Siyaseta PYD, weke ya PKK ye û tenê berê xwe dide Tirkî. Liqê PKK yê Îranê PJAK gelek salan li Îranê xebat kir, encama wê xebatê bû girêdana peymaneke astiyê bi Îranê re berî çend heftiyan. Gelo rewsa kurdên Îranê bas bûye? Na, peyman tenê hate pêkanîn, da ku PKK xebata xwe bi giranî li Sûrî bike. Çawa kurdên Îranê ji PJAK re ne derdin, wilo jî kurdên Sûriyê ji PYD re.
Em xebatê dijî rijîmeke diktatûr dikin, ne ji bo ku em bihêlin pistre diktatûrekî nû ramanê me û axaftina me qedexe bike! Mafê PYD wek her partiyê heye, ku ew bi awane astî hevalan ji xwe re bibîne, lê ne bi tûndî. Dijî vê tûndiya PYD û dijî hildana wê ya mafê nûnertiya gel bi tenê, gereke hemû partiyên kurdî din xwe bi gel re biparêzin. Gereke em derfetê nedine PYD, ku ew devê me bigire û gereke em deselata wê qebûl nekin. PYD xebatkarên wêyî çekdar li herêmên kurdan hene, lê piraniya xelkê ne li pey wê ye! Eger ev piranî PYD qebûl neke, hingî wê PYD bê hêz bimîne.
Hevalên PYD dixwazin nifûsên we kontrol bikin? Ti mafê wan, yê kontrolê nîne û nifûsên xwe pês wan nekin! PYD navendên kultûrî li bajarê we vedike? Win jî ji xwe re navendên serbixwe avabikin û sevên kultûrî û ahengan çêbikin!
PYD qedexe dike, ku rexnevanên rijîmê xwepêsandanan bikin? Pistgiriya çalakvanên serbixwe bikin û bi jimareke mezin tevlî protestên wan bibin! Winê bêjin: Eger em hemberî PYD derkevin, ewê me tehdît bike û bikuje? Em dibêjin: Eger em hemberî PYD dernekevin, wê gavê ne giringe, ku em xebatê dijî rijîma Baas bikin. Em xebatê ji bo azadiyê û demoqratiyê û ne ji bo deselateke nû liser bingeha tûndiyê dikin. Eger em îro berê aniya xwe nedine PYD, wê nêzîk û dûr serek di nav bera PYD û grûpên kurd de çêbibe, helbet ew grûpên, ku xwe nexine himbêza PYD de. Eger em îro sînoran ji PYD re nedeynin, wê Tirkî niha û yan pistre bi artêsa xwe derbasî Sûrî bibe û serê PYD bike û pê re jî wê bi hezaran werin kustin. Turkî ti caran nahêle, ku PYD herêmên sînrorê Sûrî û Tirkî kontrol bike û ji wir ve karê xweyî çekdarî dijî dewleta tirk organîze bike. Em hemû di vir de berpirsyarin, ku negihe wê rewsê.
Gereke em hemû bi erkê xweyî netewî rabin, da ku kurdên Sûrî derfetekê bibînin, li Sûrî jiyaneke bas û azad bijîn.
Rêxistina Ewropa ya Sepêla Pêserojê ya Kurdî li Sûriyê
Cavkahnî Avestakurd
Newroz Bawer