Bîranînên min-3 (Zarotiya devê sêr da)
Çiqas jî dem giran be di jîyana evd da, dema zarotiyê çîrok e, cîrokeke sîrin. Di nav wan çîrokên ez zanim û min bihîstiye zarotiya min ji minra çîroka here xwes, ronayî, paqij û zelal e.
Dema vî emrî da, zarotiya xwe ji bîr tînim, tê bêjî kurikekî serqotî, pêxas tê destê min digre, min tevî wê birra zarokên gund e bêxem’ dike û em wek refê teyreda berbi qûç, newal, gelî- geboz, mêrg-çîmanê Elegeza rengîn difirin
Elegez xwese.
Çawa çavê biharê vedibû, li tenista sepa berfê kulîlkên ewlin -qalçîçek (berfîn) derdiketin, em jî êdî li bal wan bûn. Pasê cihan tev hêsîn dibû. Em sibê heta êvarê li nava zinarê qûç û geliya, mêrg û çîmana, avên çem, kanî û gola da bûn. Hêsnayî, reng û ewezên demsalêye bedew ra em jî dihatin guhertin, dêmê me li ber tava çiyê diqimilî, lêvê me diterikîn, payîzê lasê me dibû wek sîlanê gihîstiye mor, lêv û sûretê me usa sor dibûn, teyê bigota xûn jê diniqitî Me pincara çolê gisk yek bi yek nas dikir, navê wan zanibû Payê xwerina meye rojê pincara çolê bû
Xarina me sîr, mast û dew, toraq û penir, nanê ce bû. Carna, rojên rojiya, sin û saya da eger nanê genim, yan gost, yan kerî sêv hebiya ew mera eyd bû. Gundên me xêncî cê û gênim tist hêsîn nedibû. Havînê bi barê kera, bi sebeta ermeniya mêwe, bacanê sor, xiyar, pîvaz tanîn, hêka, toraq-pênîr, cê û genim ra diguhertin. Kê karibiya dikirî, kê na nedikirî. Em digiriyan Daykê meye feqîr pir dixwestin çavê me wanda nemîne, em jî fêkiya buxun, lê ne timê wanra lihev dihat û jî bêçariya xwe, yan me dixistin ku em negrîn, nexwezin, yan ew bi xwe digiriyan.
Karê me bex, berodan, beranberdan, garan bû Guhdirêjê xelkê destê meda ketibûn xetayê.. Lîstokê me qeya û zinar bîn
Zivistanê em ji berfê neditirsyan, me xizekê darîn çê dikirin û xwe ser berfêra disimitand, pasê li ber tendûrê rûdinistin, guh dida çîrokên mezinan.
Kincê me kevin, qelisî û pînekirî bûn, lingê meda çarix bûn. Em gisk weke hev bûn, em gisk mîna hev bûn.
Em zarokê dema sêr bûn. Em salê serê Hîtlêr û welatê Sovêtê da hatibûn dinê. Ew salên bêxweyî 1941-1945 tê bêjî li ser dêmê daykê me bibûne keser, hêsirê vesartî û kerayî
Di nav zarotiya meda Hîtlêrê dêw bû,
Çavê diya hêsir, cave me rê bû.
Bav, ap, xalên me li pêsiya sêr bûn,
Kincê me qelisî, çarxê me qul bûn.
Denekî birçî, denekî têr bûn,
Daykê me him dayîk û him jî mêr bûn.
Malekê da sayî, yê din da sîn bûn,
Nemê sêniçik caw û mizgîn bûn.
Riya bavê’ him sond bû û him jî sebir,
Gelekara ew bû axîna emir.
Çîrok hê pir bûn, ne ku cil û nan,
Emir em hîn kirin qîmet-qedirê wan.
Zarotî çîrok bû, mêrg-çîmanê çiya
Zarotiya me xewn bû devê sêrr’ da ma
Me ewqas jî tê dernedixist ku zarotiya me, wan zarokên gnnd e ‘ bêxem’ di nav tiragêdiya jîyana sêrda derbas dibû. Gund xalî bûbû. Zilam çûbûn pêseniya sêr, xebata gund, kolxozê mabû hîviya jin, kal û pîra. Nan û kinc kêm bûbûn, serma û birçîbûn bû, ken kêm bûbû girî zêde bûbû. Ya here giran dema nemebirê gund kaxazê res tanî. Wan nivîsarê bêxweyî girî û sin xwera tanîn, wanra girî û sîn dikete mala. Girî û sîn dikete gund. Malên sên wêran dibûn.
Ji gunde meyî 70-80 ê malê 50 zilam çûbûne ber sêr. 36 kaxazê res derê gund kutan, 36 mêr venegeriyan. 36 mal xirab bûn, 36 jin bî man, zarok sêwî, kal-pîrê çavê wan li rêya lawa çûne ax û berê sar.
Halê mala me jî bas nîbû. Kaxazekî res hatibû mala me jî, lawê birê kalkê min- Mêlîk, ku delalyê male bû û duh meh berî sêr dewata wî kiribûn, bûk malda bû, ji pey saleke sêrea kaxaza wîye res hatibû. Heta roja mirina xwe jî Bavo hîviya vegera biraziyê xwe bû, bawar nedikir ku lawê birayê wî sêrda sihîd ketiye. Bavo pir ji wî hiz dikir. Mirvatiya me teva ji wî hiz dikirin. Heta vê axriyê jî sonda me teva ‘Riya Mêlîk’ bû. Jina Mêlîk, bûka dû meha, ji pey hatina kaxazê res ra çûbû mala bavê xwe û mêr kiribû.
Nemê Apê min- Moskov dihatin, ew ji pey sêr ra vegeriya.
Bavê min hema sala sêre ewlin da bê ser û berate unda bûbû. Tu deng û bes jê tunebûn. Dayka mine feqîr, ku keça Begê êzdiya bû, li nava hebûnê, bi delalî, maleke navdar, di nav êleke mezin da mezin bûbû, qederê ew avîtibû ji êl û malbavanê wê dûr, kiribû maleke kesîb û qaraniya wê mala giran, ji pey pîrka mine rehmetî ra kiribû ustiyê wê. Kesekî dayka min ne tenê wî gundî, lê wê êlê û heremê da tunebû.
Mala bavê da, bêy dilê wê dabûne kurapê wê, dayka min jî rêvabirê dibistana gund-bavê minra du sal berî sêr reviya bû. Hela hê herd malên kalkên min li hev nehatibûn dest bi sêr bûbû, bavê min jî çûbû.
Dayka min pir heyf û rem bû. Çawa pêsiya gotiyê: Avê gelyara yole diçû’. Kalkê min bawarkî ji keça xwe zeftir jê hiz dikir. Min tu cara nedît ku dayka min bilind biaxive û peyveke nerê ji devê wê derê, yan jintî, sirîkê xwera sert biaxive, heta bûka jî neheqî lê dikirin.
Çi jî hebûya, qedera bavê min ya neeyan, tenêbûnê, tunebûn û feqîriyê ew kiribûn halê dijwer. Kesek nîbû, ku min dilê xwe jî li ber vekira, derdê xwe jêra gilîkira,- pasê wextê min tist jê dipirsî, ji bîr tanî,- dildîmî û sabûna min ew bû, ku malapana teva tu hiz dikirin, nedihîstin ez ji bo xweyîkirina te bifikirin. Min zanibû gisk bona te difikirin’.
Sala 1945 a 9 ê gulanê dewî wê kereseta bêxweyî tê. Bi hesavê dinivîsîn wî serîda 20 mîlyon evd hatibû qirê, bi seda hezara gund û bajarên welatê sovêtê wêran bûbûn, hesabê ziyana madî gihîstibû bilindayê nebînayî.
Ewê ji wê qesabxanê filitîbûn bere-bere vedigerin. Yên seqet, yên nexwes, yên ji dîtina zulma sêr bi ruhva hedimî.
Malên hineka xirab bûbûn, dê-bavê hineka êdî goristanê da bûn, keçên wane hizkirî bûbûn bermaliyê xelkê.
Lê bavê min tunebû.
Serokatî û rêvabiriya gund gihîstibû wan yên bi çûrekî ji çûyîna sêr serê xwe xilaz kiribûn.
Rojekê jî zilamek ji gundê mala bavê dayka min, texmîna min navê wî Cimsît bûye, tê mala me û mizgîniyê dide nefera ku bavê min-Boyîk saxe, wê bê .
Herd tev sê sala di lagêreke leskerê sovêtê yên hêsîrketî da bûne. Dema leskerên sovêtê wê lagêrê ji destê fasîstan azad dikin, ew hema serê xwe dikeve rê û bi cûrekî tê digihîje Ermenistanê, gundê Samîranê malbeta xwe, lê bavê min tevî leskerê sovêtê dibe.
Wê demê weletê sovêtê bi du pêsenya ser dikir. Alîkî dijî Almaniya hîtlêriyê, aliyê rojavayê jî dijî Japanê. Hêzên Japan ji aliyê Çînê ra ketibûne Mancûriyayê, dixwestin erdê Rûsa yên rojava dager bikin. Ji pey altindariya dijî Almaniyaye ra Stalîn berê leskerê sovêtê dide Japan. Bavê min nemê mala mera dinivîse ku zûtirekê serê kutabe û wê vegere. Sala 1945 a despêka havînê hêzên Sovêtêra diçe serê dijî Japan.
Leskerê sovêtê nîvê rê da bûne, dema dewleta Amêrîkayê çeka atomê davêje li ser herd bajarê Japan: Nagasakî û qetlyama mirovyêye dewranêye here zulm pêk tîne
Japan bê ser teslîm dibe.
Lesker vedigerin malên xwe.
Yên weke bavê min jî, ku dema sêr hêsîr ketine, bi biryara Stalîn, sirgûnî Sîbîrê dikin, ku kanê komirê da bixebitin.
Eskerê Boyik