Marê bi qiloç
Hinek ji zanyarên candaran dibêjin, ku hejmara maran li ser vê zemînê li dor çarsed celebî ne, ji wan heftê û çar yên bi jehr in, û yên din bê jehr in, û marên ji bîst santîmitran ta duwazdeh mitroyan hene, ew ji lawirên herî bihêz e, û hêza wî ya herî pir di jehr û ser û gewdê wî de ye, mar dikare tenê bi serê xwe sax bimîne, û xwe li ser zemînê bikiskisîne, herweha dikare neçîrekê ji serê xwe mezintir bixwe û daqurtîne, û marê Anakunda dikare mirovekî yan jî ahoyekê bi saxî bixwe, û dibêjin, ku mar tucarî êrîsî kesî nake, tenê dema ku birçî dibe li neçîra xwe digere, û carinan jî ku hinek astengiyan jêre çêbikin, ew êrîs dike û berevaniyê li xwe dike, mar hemû bêguh in, û ew deng û bêhna neçîra xwe û hemû tistên din bi zimanê xwe yê dirêj yê ku serê wî mîna sûrê du serî ye, dike, û gelek marên kedî jî hene, û mar in hene dizên û hinek ji wan jî hêkan dikin, ew gostxwer e û bejavî ye, û gostê wî jî wek gostê hemû lawirên din tête xwarin, û jehra wî li pist serê wî bi hustekê ya dudiyan kom dibe, diranên wî li jêr û jor in, û serê wan diranan bi aliyê hindurê dev de ne, di rêka serê herdû diranên xwe de yên ku li jor in, dikare bi neçîra xwe vede û jehra xwe debasî nav lasê wê bike, lê marê Kobra dikare jehra xwe ta du mitroyan bavêje neçira xwe, û pileya hêza jehra her marekî li gor cîh û war û jîngeha ku lê dijîn ji hev cûdane, ew jehr dibe derman û dibe jan jî, herweha dibêjin, ku marê devres yê bi navê Mamba tê naskirin û tenê li welatên beja Afrîqyayê heye, pileya jehra wî ya herî bilind e, û dibêjin, heger ev mar bi mirovekî yan lawirekî vede, ew di çend çirkan de canê xwe ji dest dide.
Di gelek efsaneyan de navê mar hatiye gotin, û li cem gelek milet û oldaran jî mar tistekî pîroz e.
Vêca heger em bên û li marên li Kurdistanê binêrin, em dibînin, ku gelek cûreyên maran li welatê me hene, û yên ku min bi xwe li Kurdistana bakur û basûrê rojava dîtine ev in: Marê bi qiloç, marê kor, marê res (Ziya), marê reng zer, sîn, cûnikî û çermbelek e, û yên herî dirêj ji van maran ên res û cûnikî ne, û yê herî kin ê kor e, û yên ku bêtir tirsê dixe dilê mirovan de, marê bi qiloç, marê kor, marê teyar (yê difire) û marê res e.
Mihemedo hevalekî min bû, di dawiya salên heftêyî de, timî çîrokên li ser maran ku wî bi xwe ji civatên li mala wî çêdibûn, bihîstibû, weha ji me re vediguhêst û digot ‘ Yê ku marekî bigre û wî bisewitîne, hemû marên li wî cîh û navçeyê li wî kom dibin û êrîsî wî dikin’.
Vêca li ser gotina wî çend caran me mar digirtin û min û hinek ji hevalên min û Mihemedo jî bi me re, me ew mar disewitandin, lê mar li me kom nedibûn, û ew çîrokên ji wî re digotin nerast derdiketin.
Ji ber ku dîtin û nav û dengê mar gelekî bi saw e, û tirsa wî cihekî xwe di dilê tirsonekan de çêkiriye, dezgehên ewlekariyê yên desthilatên diktator û sitemkar, navê mar bi zanebûn û jîrbûneke gelekî bilind, kirine alaveke propagandayê, ji bo pê re û di bin siya wê de, piroje û xap û rîp û diziya xwe bibine serî.
Ji bîst salan û vir de karbidestên desthilatdarên Sûriyeyê digotin, em ê firîngeha li Qamislê bikin firîngeheke navdewletî, carinan têde kar dikirin, lê di bîst salan de nikarîbûn wê pirojê cîhbicîh bikin, û ta iro jî negihistiye asta firokxaneyên navdewletî.
Dema ku Besar Alased hate bajarê Dêrikê û Qamislê û Hisiça, Xwedê giravî serûkê dewleta Sûriyê ye, ya ku di peymana Saykis û Biko de sînorê wê weha danî bûn, berî hatina wî ser xaka Kurdistanê (Bakurê Sûriyê), hemû hêzên ewlekariyê hêzên xwe amade kiribûn, ji bo parastina serûkê xwe û ji bo wê pirojeya ku ew ji bo wê hatibû vê herêma kurdî, wê çaxê ragihandina Sûriyeyê di nûçeyên xwe de digotin, ku serûk Besar çûyê bajarê Qamislê bo avakirina nexwesxaneyekê, wê çaxê ew nûçe çiqas rast bû kesî nizanî bû, çawa min ew nûçe bihîst pir gumanên min li ser hatina vî serûkê li herêma Kurdî çêbûn, ew serûkê bêazmûn û yê ku hîn ji lîstikên Playestation têr nebibû, ew hîn ji kesî re ne vala ye, û dema wî ji wî bi xwe re tuneye, vêca çawa wê dema xwe bide avakirina navçeyên kurdî li Kurdistana basûrê rojava,
Min timî ji heval û dostên xwe re digot, ku hatina serûkê Sûriyê li herêma kurdî ne ji bo avakirina nexwesxaneyekê û derbendekê ye, ji ber ku bavê wî Hafiz Alesed sîh salî serûktiya Sûriyê kiriye û demjimêrekê tenê jî nehatiye navçeyên Kurdî li bakurê Sûriyeyê, ji ber ku sovînîstên desthilatdarên Sûriyeyê, li ser miletê Kurd û herêmên kurdî li bakurê Sûriyeyê (Kurdistana Sûriyê, Kurdistana basûrê rojava) weha digotin Ev yên ku li bakurê Sûriyeyê dijîn, ew hîn nebûne mirov, cengene û mitirb ji wan bi nirxdartir in û bi rûmettir in, ha waye sahê Erebistana Si,ûdiyê sah Fehed merivên wî cengene hene, û ev xelk hîn negihistine asta wan cengena, ji lewra em ti girîngiyê nadin xelkên wê herêmê’.
Di rastiyê de, sedemên hatina serûkê çetêyên ewlekariya Sûriyeyê li herêma kurdistanê, bi wê guhertina ku li Iraqê çêdibûn, hebû, dewletên sermeyedar û xwedî dezgeh, rojên dawî yên recîma Iraqê bi serûkatiya diktatorê bê hempa sûrê Ereban Sedam Huseyn dihejmartin, ji lewra dewletên ku çekên kîmawî û atomî dabûn recîma Sedam, didîtin ku berî herifandina recîma Sedam, pêwîste çekên xwe li cihekî din misoger bikin, bo wê hatina Besar, gelek dezgeh û rojnamevanên biyanî teqez dikirin û digotin, ku hatina Besar li Qamislê ji bo barkirina çek û mekîneyên gazên kîmyayî û atomê bû, yên ku recîma ba,isa Iraqê radestî recîma ba,isên Sûriyeyê kiribûn, û gerekbû di bin çavdêriya serûk Besar de bighista Sûriyeyê.
Pistî herifandina recîma ba,is li Iraqê, û bi alîkariya ewlekariya recîma ba,is ya Sûriyê, gelek malbatên berpirs û karbidestên wan, bi dizî û di rêka firîngeha bajarê Qamisloka evînê de dibirin Sama serîf û herêmên beravê.
Tevî ku ragihandinên recîmê ev nûçe didane mandelê, lê bi dizî ew berpirs û çek hatin misogekirin, bêyî ku milet tistekî li ser vê razekê zanibe, tenê hemû saxên ewlekariyê wê çaxê dest bi propagandayekê kirin û gotin, ku marekî bi qiloç li nêzîkî firîngeha Qamislê heye, û bela kes nêzîkî wê deverê nebe, wê ew mar we bi saxî bixwe, hayê we ji we hebe, hûn sas nebin û nîzîkî wî cihî nebin, binêrin hûnê av û av herin ha, jehra vî marî di qiloçê wî de ye, ku bi yekî ji we vede, wê xelkên bajarê Qamislê hemû pê bimrin, berdevek û çeteyên ewlekariyê li herêmê bi navê marê bi qiloç tirsek e pir mezin xistin dilên hevwelatiyan li Qamislê, ji bo kes nêzîkî wê devre nebe, û nebe dîdevan li ser projeyên wan yên bi dizî dikirin, û hinek dibêjin ku marekî kustî jî ji cihekî anî bûn, û li nav hevwelatiyan digerandin, ji bo baweriya xelkê bi wê propagandayê bêtin.
Bi rastî, ez û gelek ji hevalên min, bi sedê caran em li firîngeha Qamislê û derdorê wê gav bi gav geriyane, gelek caran em ji bo seyranê diçûn wê derê, û carinan jî me li binya rêka balafiran ji xwe re dixwend, û çaxê em hinekî diwestiyan, me serê xwe datanî ser pirtûkên xwe û me li wê çol û deverê xew dikir, ne marê bi qiloç êrîsî me dikir û ne jî yê res, tevî ku me carcaran marin didîtin, lê ew mar ne li me digeriyan, ew li neçîra xwe digeriyan, neçîra wan jî misk, beq, marmarok, hêk û çêlîkên balindeyan ne, vî lawirê balkês tucarî astengî ji me re çênedikir.
Lê lawirên bi rast û ronî yên ku astengî ji hemû miletên di Sûriyeyê de hene, û bi taybet ji miletê Kurd re çêdikirin, ew marên dijwar yê ku ji serî ta bi dawî jehr bûn, ji wan dezgehên hêzên ewlekariyê, saloxdariya leskerî, ewlekariya rêzanî, ewlekariya ezmanî, ewlekariya dewletê, polîsên nehênî, saxên nehênî yên partiya alba,is û resikên Qirdaha bûn.
Li dahlê û li bedena di navbera bajarê Nisêbînê û Qamislokê de bi hezaran mar hebûn, û ji sibê ta bi êvarê em li wê deverê diman, û carinan ez û hevalin xwe du sê rojan nediçûn malê, û me li dahlê û li ser bedenê xew dikir, lê rojekê jî me li wê
deverê nebihîst, ku marekî bi kesî vedaye, lê yên ku bi guleyên leskerên Tirk li ser sînorê serxet û binxeta me dihatin kustin, bi hezaran bûn, û yên ku li ser kolanan û di binê zindanên recîma Sûriyeyê de dihatin kustin bi deh hezaran bûn, marên bi qiloç ew bi xwe ne, vêca çima em ê ji marê bi qiloç bitirsin, yê ku dirêjbûna wî pir pir mitroyek ta dû mirtoyan heye, lê hîn marin hene dirêjiya wan ji hezar ta du hezar mitroyan ne, û yên bi çar seriyan jî hene, serek ji wan li Enqera ye, yek li Tehranê ye, û yek li Bexdadê ye, û yê dawî jî li Samê ye, û diran û gewd û serê wan tijî jehr in, û sifqe û desmal û egal û kofî û komên res li ser serê wa ne, ew jî recîmên Tirk û Iran û Iraq û Sûriyeyê ne.
Pir mexapin ku miletên têrnexwendî û neperwerdekirî, zû baweriya wan bi propagandayê têtin, û baweriya wan ta bi xweza û mirovatiyê, bi milet û rastiyê, bi hevaltî û dostaniyê jî pir lawaz e, ji lewra desthilatdarên jîr û zana dikarin bi hesanî wan bi alavên ku tirsê dixin dilê mirovan de bixapînin mîna navê, serûk, berpirs, qomandarên ewlekariyê, Almehdî almuntezer, teba, ejdeha, mar, gorên pêximberan û sêx û seyid û meleyan.
Pistî du sal di ser çîroka propaganda marê bi qiloç re derbas bibû, ya ku sanogeha wê li cem firîngeha bajarê Qamislokê bû, û sînaryo ya wê di bin koçkên ewlekariyê yên res de hatibû amadekirin, carekê li cem min li malê, min pirsa wê çirokê ji berpirsekî kir,ew bepirsê ku carekê ji caran serûkê gistî yê partiyeke kurdî bû û niha jî sekretêrê partiyeke ye.
Bersiva wî ne kêmî ya mirovekî xwenas bû, ew jî ketibû bin bandora wê propagandayê, û ji min re got, Çîroka marê bi qiloç rast e, wey, mane xelkê dîtiye ha’.
Wê çaxê, min bi dilekî birîndar û bi girnijînekê wa lê nerî, û min ji xwe re got, xem nake, ew mêvanê min e, ez naxwazin wî biêsînim, û min ji xwe pirsî, gelo ev mirov wê çawa rêbertiya miletekî mîna miletê Kurd bike, ku hîn baweriya wî bi propaganda û pîlanên ewlekariya sitemkaran têt, û hîn nizane bê kê ev çîrok ji Qamislokyan re amade kiriye û qiloçê mar ji hesin e yan ji text e, û hîn nizane bê ka serê wî wek yê gakî ye, yan jî wek yê miskekî mezin e, û diranên wî mîna diranên xiltê kor e, yan jî mîna yê fîlekî ye, û çêjta jehra wî sîrîn e, yan jî tahl e, û hîn nepirsiye bê dirêjbûna wî çend hezar mitro ye, û serê wî li ku ye û teriya wî ta kuderê dirêj e.
Ev e rewsa me li hember pîlanên dijminê me, em tistekî ji hev dernaxînin, hemû tist li cem me yan res e, û yan sipî ye, em tucarî xwe nawestînin û hewil nadin ku em li rengên din temase bikin û bipejirînin, dayika kurekî jêre digot ‘ Kurê min, ku tu çû bazarê, sekir ji me re werîn’, kurik diçû bazarê çaya res jêre tanî.
Vêca heger berpirsên me hîn di nav van xwen û bêbawerî û nehînbûne de dijîn, ew ê çawa miletê xwe derbasî qûnaxeke din ji serkeftin û pêsketin û bê tirsiyê bikin? Yan jî ev bêdestiyek e, ku em di bin destê sitemkar û nezanan de dijîn.
Lê xuyaye, em Kurd hemû tist li bejna me têt, û kî ji me re li daholê bide, em dîlanê li ber bikin.
Bersiv dibe di çîroka marê res û zik tilêr û çavbeloq de bê dan.
Bawerê Omerî
13.01.2013
[email protected]
Bawerê Omerî