Nivîsar

Ha Rebî Ser Xêrê Be

Heger ev pêvajoya ku destpêkirîye ji bo çareserkirina pirskirêka gelê kurd be, ji bo li tirkî guhertin çêbibe, demokrasîyek rasteqîn bê pirsgirêk çareser bibe, ev pêvajoya ku nû dest pê kirîye tisteke base. Lê na ahweha de bila ev ser bisekine, pirsgirêka gelê kurd jî weha beravêtî bibe ev ne ji bo xwedêye û ne pirsgirêka gelê kurd çareser dibe û ne jî serê ji bo azadîya gelê Kurd wê bisekine. Heta ku gelê Kurd neghê azadîya xweya rasteqîn wê ev serê ji bo azadîya gelê Kurd, çi bi çek çi bi rêbaza sîyasî wê berdewam bike. Heqê gelê Kurd li ser bingehê weke hevî ew jî federale weke basûrê Kurdistanê ku ana li Iraqa federalek gelê ereb û gelê Kurd heye, em wê dixwazin. Lê gelê Kurd miletike û heqê xwe heye ku çarenûsa xwe jî dîyar bike heye.

Hemû kes dibêje pêvajoyeke nû dest pêkirîye. Lê ez dibêjim, ev pêvajo ne ji ana deye, ji zûdeye dest pêkirîye, dibe ku ji bo desthiledarîya Erdoxan û hevalên wî dibe ku nûh be, Erdoxan dibêje ku Evdila Ocalan hatîye ser rîya me. Lê ez dîsa jî dibêjim, ev projeyeke dûr û dirêje. Di sala 1993 an de vê pêvajoyê dest pêkirîye, lê wêdemê destên tarî nehistin ku ew projeya Serokkomar Turgut Ozalp biserkeve, bi teybetî jî komara kûr û hevkarên wan nehistin ku wê demê ew proje bi serkeve. Ana jî pêvajoya ku dest pêkirîye heta ji destên tarî bê wê nehêlin û wê gelek astenga derxînin.

Erê serê çekdarî ji bo xwe parastinêye. Lê ser ne hemû tistê xwezayê ye, ser û pevçûn di nava gelê bin dest û yê ser dest de kînê û dijminayê zêde dike. Ji xwe gelê bin dest daxwazîya gelê bindest azadîye û wek hevîye ku bighê heqê xwe netewî û millî.

PKK wexta ku derket holê di sala 1978 de, partîya xwe ava kirin, komarek serbixwe ye herçarperçê Kurdistanê dixwestin. Lê pistî ku Evdila serokê PKK hate girtin, hemû daxwazên xwe serobinî hevdû kirin, ji dev serxwbûnê û federalîyê û otonomîyê ji qerîyan ev xew nin, em komareke demokratîk li tirkî dixwazin, ana jî tu tistekî ku dixwazin tune.

Lê heger ev pêvajoya îmralyê dest pêkirîye ji bo xwedê be bas e, lê na heger dîsa jî xapandin be, ji ber ku em Kurd gelek derban hatine xapandin, divê ku ne mesela sîr û dew be, em kurd gelek tirsyane, ‘ji sîr tirsya ye, pif dew dike’ ev jî mînakeke. Em kurd asiqê azadîyê ne, ne asiqê ser û pefçûnêne, em kurd ‘dixwazin tirîyê xwe bixwun, nego em nehtorî bikujin’.

Mesele li tirkî hemwelatî bi tenê bi hemweletîya tirkî tenê nabe, divê ku li tirkî hem tirk hemjî Kurd bêne naskirin bi nasnama xwe, gelê Kurd û gelê tirk dibe ew jî federal dibe li tirkî, li ser asasê bingehî di zagona tirkî de bi cîh bibe Weke mînak birêz, Kemal Burkay ev nêzî çil sale ku dibêje ji bo me Kurdan li bakur komarek federal pêwîste li gor sert û mercên tirkî û cîhanê, lê nayê wê manê heqê me kurdan tune ku em çarenûsa gelê xwe nekin û ne heqê meye, çare nûsî, federalî û otonomîya rasteqîn jî heqê me Kurdaye.

Ser bisekine, hemû kes wê bêhna wan bê ber wan, hem tirk jî hem kurd jî, sîyasîyên wan û gelê kurd û gelê tirk jî. Ser dikeve pêsîya gelek çareserîyan û meselan. Cîgirê serokwezîr Besîr Atalay dibêje, ev ser bisekine ji bo aborîya herêmê û welêt wê gelek bas be. Base ser bisekine danûstandinên ji bo çareserkirina gelê kurd çi wê hebe?…çareserkirina gelê kurd desthiledarîya tirkî wê çawa çareser bibe. Na hema ser bisekine û bese, ev nabe xapandine, divê ev pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe, herî maqûl ku pirsgirêk çareser bibe komarek federale ji gelê Kurd û ji gelê tirk divê çêbibe, wek kul i Iraqê çêbûye.

Divê pêvajoya ku destpêkirîye ji hêla desthiledarîya komarê ve, ji bo çareserkirina pirsa gelê kurd, divê bi her alîyên alaqedar yên gelê kurd re weke mînak, sexsiyetên kurdan û rêxistinên kurdan ku hene bêne dîtin, ne tenê ‘Îmralî’ yê ve.

Ha rebî ser xêrê be, wexta ku meriv dibêje, dîyare karê û tistên ku dibin nû dest pêkirîye, îca yên himber jî dibêjin ya rebî ser xêrê be tê gotin. Hêvîdar im, ku ev pêvajoya destpêkirîye, yanî komara tirkî û destehiledarîya wê ev ser û pefçûna qirêj bisekine, ku fêda tukesî têde tune. Serokuwezîrê tirkan Erdoxan bi xwe dibêje, salê nêzî çar milyar dolar li vî serî xerc dibe çima? Bila ev ser bisekine. Weha xuyanî dike desthiledarîya Erdoxan û Hikumeta wî dixwazin vî serî û pefçûnê wê bisekinîn, îca heger ji bo xêrê be û ji bo qencîyê be, ji bo çareserkirina pirsgirêka gelê Kurd be, rebî ser xêrê be. Na heger çekên ku Evdila û hevalên wî ji komara kûr girtibûn wê bidin wan ew jî meselak din û ev dibe bazarek dine.

Ji ber Evdila tu tistekî naxwaze ji komara tirkî, Receb Tayîb Erdoxan Serokwezîrê komra tirkî dibêje, Evdola Ocalan hatîye ser rîya me. Ji ber Evdila gotibû: sê sala maas dan me, em parastin û çek-sileh dan me, me jî talî ew xapandin…

***

Ev du sale ku surîye ser û pefçûn berdewame, li gor agahdarîya nêzî sêst hezar kes hatine kustin, bi hezaran birîndar hene, di ser milyonikê de penaber çêbûne, welatê sûrî mal û bajarên sûrî serobinî hevdû bûye, di warê aborî de bi milyon dolara xisar hatîye kirin. Dinya û welatên ku dinyayê îdare dikin dixwazin bas welatê sûrî wêran bibe ku parîyên wan têkeve rûn zêde dengê xwe nakin.

Heta ku Sûrî wêran û sero binî hevdû bibe, wê talî welatên weke Emerîqa, Çin û maçîn, Ingilîs û Fransa û bi teybetî jî Rûsya wê li hevbikin ka herkê çi pehra wan dikeve, di warê li hevkirinê de. Lê gelê kurd û rêxistinên wanî sîyasî rojik berî rojikê yekitîyek xweye rasteqîn ji xwere pêk bînin, ji ber ku ev firsateke dîrokîye ji bo gelê Kurd li rojavaye Kurdistanê. Peymana Hewlêra Paytext bi rêbaza Serokê Herêma Kurdistanê Masûd Barzanî ku pêkhatibû, divê hemû Kurd sadiq bin ji bo wê hevpeymanê, ew hevpeymana dîrokî ya bi rêbaza kekê Masûd Barzanî ji bo gelê Kurd pîroze, divê hemû rêxistinên rojavayê Kurdistanê lê xwedî derkevin û jêre sadiq bin.

Balkêş e ?
Close
Back to top button