Dîsa ji golegeniyê dewrana bîn tê…
Eva muxdarê mehekê ye bi întêrnêtê, têlêvîzyona, çapemeniyê, civîna hewar-gaziya kurdên êzdî ye, ku li basûrê Kurdistanê, li herêma Elqos zilamekî kurdî musulman, xweyî jin û zarok hatîye gundê Xorxan, ro nîvro, zarokeke êzdî (keç) revandiye, dizîye, birye. Ci aniye serê wê zaroka belengaz, kustiye, hîstiye tu agahîya rast kes nizane, kes haj pê nîne. Hinek jî dibêjim zilam wê zarokê ra xwedîgiravî zewicî ye.
Keçik 11 salîye. Hasa heywan jî, teva û rewirê serê çiya û yê li nav cûngliya jî zulm û qirêjiya wî teherî nakin…
Eger em peyvê ‘musulman ‘ û ‘êzdî’ ji nav vê çîroka kirêt derxin û hesta mirovayê daynine alîkî bûyarê waye kirêt, ku dilê her mirovekî normal dêsînin cihanê da carna dibin û saziyê dewleta yê bêqeziyabûnê, polîs, xweyîkirên mafê mirovan, carna lesker jî, bi alîkariya civaka sivîl dikevne pey û sûcdar bi qanûnên hiqûqêye here berk ceza dikin, zarokê jî vedigerînin mala bavê wê. Ew tê dîtin wek sûcê herî giran.
Xisûsî û tebyetmendiyên herd bawariyan vê bûyarê hê girantir û tûjtir dikin. Ji bo saxlemya heremê, ecele û bi wîjdan çareserkirina pirsgirêkê wê rê li ber vê aloziyê, gilî-gazin û nerazîbûna bigirta.
Lê çawa tê texmînkirin, ez jî nizanim çima, deshilatdariya heremê ewqas jî xemxur derneket û heta niha jî bêçar e wê pirsgirêkê ra çareserîkê bibîne .
Pêsiyê da bêjim, vê meselê da, ez ne wek kûrdekî êzdî, lê wek nivîskarekî kurd, ne ji kara olê lê ya silametî, tifaq, û dilsewatiya miletiyê, dixwezim fikira xwe xwendevanan ra pare vekim û bangewaziya xwe bigihînim deshilatdariya Herêma Kurdistanê.
Di pêvajoya dewrana, cara ewlin li ser pareke erdê welatê me: basûrê Kurdistanê bingeha dewleteke kurdî tê danîn. Eva ji bo her kurdekî keremeke mezin e. Eva xewna kal û bavê kurda ye .
Gelê Kurd bi serkariya xweye pîroz, bi ked, xûdan û xûn, bi bihê jîyana seda hezar ewledên xweye welatparêz, bi penaberyên malwêran û helebçên xezeb, komkujiyan û goristanên bi kome bênav û bêxweyî hatiye gihîstiye vê mehelê…
Di nava vê kedê da emekê her kurdî jî heye: ew kurdên musulman bin, kakayî, sebek, êzdî, kurmanc. soran, oldar bin, esîr, partî , nepartî, rewsenbîr , bajarvan , gundî … Giska jî bi cûrê xwe, wek hereketa xwe ked, emek û qurbanî dane û niha jî didin…
Usane keda teva gerekê bê sêkirandin, çawa dema serkariyê wusa jî niha gisk yekbin, bibin sûreke pola dor wî erdê pîroz, wî erdê bî xûna kurda hatiye avdan bicivin, wan destanîna wek roniya çavê xwe biparêzin, riya azadariyê bigihînin dewyê. Îdîologiya kurdan, ew ya olî be yan ya civakî, ya zanyarî be yan rewsenbîrî, dîplomasî be yan leskerî ji bo xweyîkirina wê armanca pîroz , yekîtî û tifaqa gel bimesînin.
Gerekê neyê jibîrkirin ku li ser vê rê hê cêribandinên dijwer û giran hîviya kurdan e.
Dijmin razayî nînin, cînarê ku xwe wek dost nîsan didin neyara jî xirabtirin, ya here xeter xiyanete, neyarên vesartîye navxweyî .
Li ber çavê me, dizîva û eskere, hundurva û dervava neyarê kurda dixwezin qewata kurda ji hev biqetînin, pîre-pîre bikin, pirsgirêkên olî û civakî yê dewrana tevrakin, disa gelê kurd û welêt bikin nav gêjgerîga kawos, bêbawariyiyê, birakujiyê.
Usane bi zanyarî gerekê rê li ber neyaran bigrin, nehêlin tu qels bikeve nava tifaq û yekîtiya gelê kurd, dewî wan nerastiyan bînin, ku berê li ser bingeha olperestî û esîretiya sexte kurda tanî serê hev.
Lê çawa tê texmînkirin ew golegeniyê berê hê serê hineka da ziha nebûne û bi navê olê, esîretiyê dixwezin dîsa qetil û ziyanê bigihînin civakê, karê xweyî res bikin.
Em bên li ser vê bûyara keça êzdî…
Eva meheke ew keç ‘dizîne’ birine, lê hê hê jî agahdarîke rast, di wi warîda karekî ku mirov bide bawarkirin nîne.
Keraye, kerayîke giran, kerayîke wusa ku di nav xweda gelek fikirên nêgatîv serê evdada pêjda tîne.
Mafê rêvabiriya herêma Kurdistanê ya wê kerbûnê nîne. Ew nikarin bi wî teherî nêzîkî wê para gelê xwe bibin û wa bêwîjdan hestê wanra bilîzin.
Gisk jî rind zanin ku di van çend salên dewî Heremê da çiqas bûyarên tiragîk hatine serê êzdiyan. Rûyê wan bûyaran, bêkarî-bêxemya hinek hêzên herêmê yên desthiletdar da gelek êzdiyan çawa li welêt usa jî dervayî welêt bawarya xwe berbi welatê kal û bavê xwe unda kirin.
Mafê wana nîbû, ku hîstin ew bûyar wusa tûjbe, biwarime , alozî û hêwarzeke wusa dora xwe çêke.
Gelo ji bo hineka musulmankirina zarokeke êzdî, cihanê da nav û hurmeta dewleta kurdîye hê di pêçekê da çêtire?
Eger qewatên wusaye res di nav deshilatdariyê da hene, gerekê deshiletdarî dijî wan hisyarbe.
Ez wek rewsenbîrekî kurd, temamiya jîyana xwe da, bi hêvî benda deshilatdarîke kurdaye wa bûme. Li ber çevê nivsê min ev têkosîna kurdaye mirin-jîyanê hatiye mesandin. Ji bo vê rojê çi xezeb, zulm û zor bêjî xelkê nedît? Çiqas qurbanî hatine dayîn… Û niha dema kurd bi xwe bûne xweyê erdê xwe, bext û îrada xwe, bûne deshiletdar, xweyî parlament, xweyî hukumat, evdên weke min dema derheqa bûyarên wa, tistên bêrrê, nerastya û bêqanûniya dibihên dilê me pir dêse… Dîsa esîretî û olperestiya tûj, rusetxurin, dizî… Ez nikarim bawarkim, ku Kurd wê têkosîna salaye bi rûmet jibîrkin û dîsa vegern wan golegeniyên dewrana ku dagerkirên civakî û olî di serê wada çê kiribûn, mala kurd bi destê kurda xirab dikirin, nedihîstin gel ji xwera rêya azadbûnê, ji nîrê dagerkeran xilazbûnê bibîne, bira ji bo ‘axert ‘îman’ û ‘buhustên’ xiyalîye derew sûr zikê birayê xwera dikirin…
Eger komkujiyên êzdiyan yên berê zulma dewleta osmanyê û dagerkirên Kurdistanê va dihatin sirovekirin , eger bûyarên van salên dewî yen ku dijî êzdiyan dihatin kirin, civaka êzdiyan didît wek provakasiyona hêzên der, yên dijmin dijî deshilatdarîya heremê, lê ev bûyar û ev kerayî tê wê menê, ku nav hukumdariyê da qewatê vesartî hene, ku bi xurtî dijminatiya êzdiyan û pistgirîya van bûyara dikin.
Çima heta niha beseke pak, sirovekirneke cî ji Hewlêrê dernayê, ku van gilî gazina, vê nerazîbûnê bide kerkirin?
Gelo ew ewqas dijwere?
Gelo hêzên Herêma Kurdistanê ewqas bêçaar û bêtaqet in nikarin zarokekê ji evdekî hov biparêzin?
Eva karê wezîreta navxweyî ye. Eger demê da bi opêratîvî, dilêsî wezîreta navxweyî biketa pey bûyarê, çawa weletê din da dibe, hêzê xwe ji bo lêgerînê kêr baniya, bi mediya û çapemeniyê bûyar ronî û sermezar bikira, gel rakira ser piya, hinek hevkar û sûcdar eskere kira, sûcdar baniya meydanê, ewqas hêwarze ranedibû, xelkê êzdî jî bawariya xwe deshilatdarya welatê xwe baniya û ziman ji nedikete devê hinek zimandirêjan.
Tistikî vesartî nîne, mixabin, ku herema Kurdistanê da esiretî, axa- begtî, oldarî gelekî bi hêz û desthiletdar in. Min elametiya serekesîrê esîra Goran çapemeniyê da xwend. (Zilamê sûcdar ji esîra wane). Zor sipas ji bo wan gotinê wî yên axatiyêye’xemxur’. Lê bi rastî, bira ew min biborîne, min bawariya xwe ji gotinê wî ne anî. Ez sedî sed bawarim, eger ewî bixwesta, karibû di nav çend seheta da guhê sûcdar jî, yê keçê jî bigirta banya tesmîlî deshilatdariya herêmê bikira.
Ya mirov dêsîne ewe, ku civak jî pistgiriya vê ‘ mêrxwesiyê’ dike. Dixwezin vê bûyara hov efûkin. Hinek dewsa revandina zarokeke 11 salî di alyê zilamekî xweyî jin û zarok va sermezar bikin, êzdiyan sûcdar dikin ku pirsên zewacê da ewqas hisk û berkin. Belê êzdî zewacê da pir berkin. Lê ji bo çiye ew berkbûn? Êzdî niha li cihanê bela bûne, di nav seda gel, civak, mesheb û bawariyên cuda da dijîn, eger wê hiskbûn û berkbûn nîbiya gelo êzdîîtî niha mabû?
Em bîra nekin musulmanî, ku hejmara xweva ji mîlyardekî derbaztir bûye, kêmbûna mirovekî-duda jêra ewqas jî ziyana mezin nîne lê di pirsên zewacê bi evdê olên din ra ji êzdiyan hisktir û berktiriin. Musulmaniyê da nayê qebûlbûn ku yekî/yeke musulman yekî/ yeke oleke mayîn ra bi zewacê here ser bawarya wî/ wê…
Evê hiskbûnê hinek wek sûndamayîna êzdiyan hesab dikin, lê gerekê bizanbin sûndamayîn nîne, ew rê û rizmê xweparastina wê civakê ye, gerekê rêz û hurmet her gelî, her bawarî û edetê wanra bê girtin…
Rê û rizmê bi dewrana bigeha xwe di nav gela da danîne, bi qirarekê, nivîsarekê kes nikare holê rake.
Min bernema kanala KNN ya têlêvîzyona kurdî derheqa vê bûyarê da mêze kir û ez rast bêjî, ecêvmayî mam. Nikaribûm xêncî vê gotinê tistekî din bifikiryama: ‘Xwelî serê wî gelî û wê civakê be, ku vê dewra zanyaryê da, xweyê van rewsenbîran e ‘.
Pirs pêjda tê, ew çawa dibe, karmendên TV KNN ê karibûne xwe bigîhînin keçikê û ‘nêçîrvanê wê’, rayedarên hukumdariya herêma Kurdistanê, bi hezara polîs û karmendên xwe, ewqas bêçar û bêtaqetin, ku eva meheke nikarin vê bêqanûniyê çareserkin, zarokekê ji wê xezebê xilazkin. Dibe ew zilam bi rastî nexwes e, ‘manyak e’, ji bo civakê qeziya ye, kare qetilê mezintir bike?
Xulese, dema herba cihanêye ewlin Serheda Kurdistanê, ku berê dihate navkirin Serheda êzdiyan ji êzdiyan vala bû. Ji seda hezara êzdiyên Serhedê (Tirkiya ‘ Îran) ancaxî 7-8 hezar karibûn serê xwe xilazkin, derbazî welatê Rûs bibin.
Dewya sedsala borî, bi deha hezara kurdên êzdî ji bakûr û rojavayê welêt gund û sênê kal bavê xwe, goristan, ziyaret û ocaxê xwe terikandin revyan Ewropayê. Bûyarên ku niha Sûryayê da diqewimin wê dewî êzdiyên Sûriyayê jî binin, ji herema Kurdistanê jî êzdî wek lêya biharê diksin. Bûyarên wa wê lêyê gurtir dikin…
Dervayî welêt êzdî ketine devê asîmlasiyona malwêran. Kurdîtiya xwe, ziman, erf-edet, reng û rûyê pêsiyê xwe unda dikin. Bingeha êzdiyaye hezara sala li ber xalîbûne ye. Gelo Kurdistan bê êzdî, wan kurdên resen (wê peyvê ez qet hiz nakim) bibe, wê karê bigihîje kê?
Min, temamiya 70 salê jîyana xwe bi hizlirin daye pêsdaçûyîna çand û edebyeta gelê xweyî Kurd û ne posmanim, îro bi hêvîke mezin berbiirî herd serokên kurda birayên hêja Mesûd Barzanî, Celal Telebanî, Parlamênt û Hukumata heremê, serokê hêzan, rewsenbîr û oldarên bi wîjdan dibim li civaka kurdên êzdî (yê herêmê û Sengalê) xweyî derkevin, pirsgirêkên wan gor xisûsiyên wê civakê çareser bikin, ku ew ji bikaribin tevî gelê xwe, welatê xweda rehet bijîn, ku rojek bê êzdiyê xerîbyê jî vegerin li ser axa kal-bavên xwe Kurdistana azad.
Eskerê Boyîk.
08.02.2013
Eskerê Boyik