Barzanî, Sivan û evîndarî
Kazim (Ep)özdemir
Tim gelên Cîhanê xwe nas dikin û xwedî li nasîya xwe derdikevin. Belê gelê Kurd hêja xwe netew nabîne û Kurd her tim dijî hev derdikeve û alîkarîya dijminê xwe dike.
Serokê Basûrê Kurdistana azad serok Mesût Berznî, bi Hozanê Kurd ê bi nav û deng ku 38 salê ji axa welatê xwe dûr ketî ye, li (bîyanîyê) xerîbîyê jîyana xwe derbaz dike û di hesreta ax, nas, heval û hogirên xwe da ye, dengê Kurdistan Sivan Perwer ra hat Amedê.
Di despêka hatina Serok Berzanî û Dengê Kurdistan Sivan Parwer da, hin kesên ku xwe berpirsîyarê gelê Kurd dibînin, xwestin protestoyek çêkin, berzanî protesto bikin ku çima li ser dawetkirina Serokwezîrê Tirkîyayê Birêz Erdogan hatî ye û Sivan bi xwe ra anî ye?.. Di du vê ramana xwe da dîtin ku protestokirin tistek ne raste û ev hereketê wan tê di nav gelê Kurd da pûç bimîne.. Dev ji protestoyê berdan, di nav gel da dan belavkirin ku kes neçe pêsîya Berzanî û Sivan. Gel guhdarîya wan û gotinê wanên ne qenc nekir. Hin kes eker neçon pêsîya Berzanî jî derketin ber derîyên xwe, derketin (sahnisîn)balkon û pencereyên xwe, temasa hejandina alên(bayreqên) Kurdistan kirin, dilê wan kelîya, fewirî û cos bû, mecbûr bi evîndarî çepikên xwe ji alên Kurdistan, Berzani û Sivan ra lihev xistin, cosîya nav Amedê ges û xwes kirin..
Wicdan heye, merhemet heye, merivek 38 sal ji welat, gel, pismam, heva û hogir’en xwe dûr ketibe, mer,vek dî welew ku neyarbe jî bibe sebeba hatina wî, alîkarî bike wî bîne welatê wî, pêwiste meriv ji vî kesê ku bû ye sebaba hatina wî ra spasî bike an neyartî bike?.. Gelo ev çî kesin ku seba hatina dengê Kurdistan Sivan neyartîya Erdogan dikin?.. Ma ev kes ji binî nikarin fikir û raman bikin?.. Ma ev kes hisê xwe an insanetîya xwe windakirine?…
Dema Kek Kemal Burkay jî hat welatê xwe, van kesan dîsa li eynî def û zirneyê dan. Gotin Kemal Burkay hatîye prapoganda Erdogan bike. Halbikî Kek Kemal Burkay seroktîya prtîyek Kurdewar dike, ji bo gelên Kurd, Tirk û ên dî kar dike. Kek Kemal wek van kesan gotinên Dewlet Bahçelî û MHPê nayne ziman û hin caran xwe nade benda MHPê Her Kurdek û her merivek dizane Kek Kemal Burkay kîye û çidike?… Belê ev meriv carek bûne neyarê dostên xwe û zimanê xwe dirêjî kek Kemal Burkay dikin.. Ser û heya nakin, bi ziman dirêjîya xwe, xwe welatparêz nîsan didin
Ez bi hin hevalên xwe ra ji Tetwanê çom Amedê pêsiya Berzanî û Sivan Bi sedan erebe, bi hezaran insan li ser rêya ku ji Batmanê va tê Amedê sekinin û xwestin Berzanî û Sivann bi dil û can himêz bikin. Ji BDPê bi tenê birêz Altan Tan hatibû. Ji bilî Birêz Altan Tan kes tunê bû
Bi rastî ew roj pêwist bû bi hindikî 500 hezar an milyonek kes li Amedê bigihîstin hev, biçona pêsîya serokê Kurdistan kek Berzanî û dengê Kurdistan Sivan Perwer. Kesên Amedê ne dijminên gelê Kurd bûn, ew bixwe Kurd bûn ji paytextê Kurdistanê dihatin nerxandin Berzanî serokê Kurdistana azad, Sivan dengê Kurdistan, hunermendê Kurdistan bû û ji welatê xwe ê sîrîn 38 dûr ketibû, di hisreta welatê xwe da bû, bi evinî û cos dihat welatê xwe.. Heqê tu merivî tunebû û tune evînî û cosa Sivan biskêne
Kesê dûrketina hisreta welatê xwe ne borandibe, vê hisretê nizane, jê ra her tist wek listik çêdibe. Min 13 sal hisreta dûrketina welatê xwe bi dert, kul û elem borand, dema hatim welatê xwe herwek cihan bi temamî dabin min wisa dil evîn, dil xwes û dil ges bûm. Teklîhevîya ruhê Sivan ku hat welatê xwe qenc fam dikim, cosa dilê wî, evînîya dilê vî bas dizanim. Ew roj, roja evînîya dilê Sivan bû, ji Sivan ra roja nûhatina cîhanê bû, roja dîlana ruhê Sivan bû. Hin kesên bê wicdan dixwestin ev rojê li Siwan tarî bikin. Gelê Kurd bistdarê denge welatê xwe bûn, pistdarê hunermendê xwe bûn, fersend nedan tu kesek bê wicdan û bê merhemet
Insanan erebeyên xwe bi alên Kurdistani bi alên Kesk, sor û zer xemilandibûn. Hewa, hevayê dîlanê bû û gelê Kurd ji dîlanê jî wêdatir rojê kirin roja biratî, azadî û wekhevîyê
Televizyonên Tirk hatina Berzanî û Sivan qet nîsan nedan. Heker nîsan bidan tê ekranên televiyzonên wan bi alên Kurd bixemilîyan, bibûna kesk, sor û zer. Çav nelêkirina wan, hatina Serok Berzanî û Sivan nîsan ne da. Kesî di televizyonên Tirk da ne dît ku Berzanî û Sivan bi çi revsî ketin nav bajara Amedê..
Bi sedan erebeyên bi ala Kurdistan xemilandî, bi hezaran insan di pencereyên erebeyên xwe da ala Kurdistan deranin, bi cos, bi evîndarî, azat di çon pêsîya serok Berzanî û Sivan Perwer, ketin nav zabok, cade û kolanên Amedê alên Kurdistan hejandin û di nav bajêr da ji vî serî çon wî serî ‘BIJÎ KURDSTAN’ gotin, qêrîyan, bi hejandina ala Kurdistan polosan silav kirin. Hin polosan jî Kurdan, Kurdistanîyan û ala Kurdistan silav kirin, hinan jî serên xwe nizim kirin li erdê nihêrîn. Kesê ku parîkî kurdewarî pê ra hebû ew roj nikaribû li cîyê xwe bisekinîya, nikaribû temasa vê menzerê bikra Kurdistanîyan bi jin, bi mêr, bi zarok dilê xwe ew roj valakirin, bi evindarî cejna Kurdistanek azad kirin. Vê cejnê jî serokê Kurdistana Azat kek Mesut Berzanî û denge Kurdistan hunermend Sivan Perwer ji bo gelê Kurd bû sebeba dîyarkirina vê roja evîndarîyê, vê roja cosê
Ew roja ku serok Berzanî û Sivan Perwer hatin Amedê, rojek dîrokî bû û di dîroka komara Tirkîyayê da, ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Amedê rojek wiha evîndarî, rojek wiha dilxwwes û dilges nehatibû jîyandar Ew roj roja astî û biratîyê bû Gelê Kurd qîmet û rûmeta vê roja serbilind nanî cî û bi temamî bi hev ra bi sed hezaran kes neçon pêsîya serok Berzanî û Sivan perwer
Seba hinek kesên nezan, kesên ne dost, kesên li xwe ev roj nekirin destpêka roja biratî û azadîyê Ewkesên ku xwe berpirsîyarên gelê Kurd dinerxînin û ji Kurdewarîyê ne hayîdarin, her tim ji yekitî û biratîyê dipeyîvin, belê di nav Kurdan da dûbendî û ixtilafê çêdikin dîsa bi dûbendî, ixtilaf û nenasîyê rola xwe lîstin, tovê kînê resandin, derbeke mezin li biratîyê dan Dîrok van kesan qed nabexisîne, pêwiste ev kes vê rastîyê qenc bizanibin
Ew kesên nezan û dû rû gotin ku serok Berzanî û Sivan propoganda serokwezîr Recep Tayîp Erdoxan kirin. Ev kes hewçend nezanin ku nikarin di sûna hucûmkirina ser Erdoxan ra spasîya xwe ji Erdoxan bikin ku 38 sale Sivan ji welatê xwe, ji pismam, heval û hogirên xwe dûr ketîye, Erdoxan bû ye sebaba hatina Sivan
Pêwiste insan çi dike bila bike, bizanibe qencî çî ye, nankorî çî ye. Helbet gelê Kurd ne nankore û dizane qencî û xirabîyê ji nav hev derêxe Evi cuwamêrî Sivan anîye welatê wî bi Sivan ra xirabî nekiri ye Evî cuwamêrî bi hatina Sivan bi gelê Kurd ra qencîyek kirî ye Ma evî ciwamêrî nikaribû bê deng bisekine û nebe sebebê hatina Sivan?…
Em çiqas dijî yekîbin, pêwiste xwedî wicdan, xwedî pîvan bin Pêwiste bikaribin tistên qenc û xirap ji hev cûda bikin.. Bikaribin heqê qencîya yekî û heqê xirabîya wî bidinê .
Li Tirkîyayê û rojhilata navîn sîyasetek bê aqilî, sîyasetek bê pîvan tê kirin. Sîyasetmedar, dijî me qencî jî bike pêwistê xirabî were nîsandan Siyasetek bi vî awayî siyasetek pis e, sîyasetek çepel e Êdî pêwistê kes çavên xwe vekin ji sîyaseta çepel xwe dûr bixin Kurd êdî sîyasetê dizanin bikin û ji sîyasete çepel dûr dikevin
Hatina Sivan ji Kurdan ra ne tistek xirabe.. Hatina serok Berzanî a Amedê ji Kurdan ra ne tistek xirabe Him serok Berzanî him Sivan bi hatina xwe Kurdan serbilind û dixwes kirin Tu bi xêr, li ser seran li ser çavan hatî serok Berzanî Tu bi xêr hatî welatê xweyê Sîrîn Sivan Heker hin nezan, hin xwenenas bi hatina we bi hêrs jî bûbin, heker hin kesên wek Baxçelî hatina we tistek gelek xirab jî dîtibin, em gelê Kurd ji we ra minettarin, em we bi dil û can himêz dikin Me bibexisînin ku em ne miilonek, ne 2 milyon kes nehatin pêsîya we
Hatina we asîtîyek kirîye nav Kurdan û ez hêvîdarim ku ev astI her tim bidomîne ..
Kazim Özdemir