Nivîsar

Ahmedê Mîrazî *

Îro min nemeke wa, ji hevalê xwe, rewsenbîrekî kurdî Sovêta berê yê xweyî emek Prîskê Mihoyî stend: „Îsal 115-salîya Ahmedê Mirazî temam dibe. Roja bûyîna wî ne eyane. Li ser vê yekê min du gotin li ser textê xwe nivîsî û xebera apê Hecî derheqa Mîrazîda da. Eger bal te tistek hebe, hîvî dikim binvîse. Heyfa wî camêrî, eger em bîr neynin, lê kê wê bîr bîne…
Bi silava, birayê te Prîsk’.

Ahmedê Sewês Mîrazî (Mîrazov) sala 1899 li gundê Tûtekê, navça Dîadînê, herema Bazîdê, Bakûrê Kurdistanê hatîyê diniyayê.

Tûtek gundê kurda bû. Kurden musulman û êzdî tev bi biratî dijîtin. Nivîskar, bîranînêd xwe da wa dinivîse: „ Ji berê da sêxa, mela, hakima em ji hev qetandibûn, ayîna dîn da em basqe kiribûn, ser wê yekê jî firqî û cudatiya me tenê di ayîna dînda hebû. Lê ew jî çaxê eyda me, cînar temam eyda me digeriyan. Wextê dibû eyda Remezanê, dîsa em tevhev li eyada wan digeriyan û eydê hev bimbarek dikirin, usa jî sîn û saya da em tevbûn, xulese, forma me yek bû, zaravê me yek bû, edetê me yek bû, dixwezim bêjim, ku ayîna dîn nîbûya, em tistekî mayîn ji hev nedihatin kivsê, çimkî em kurap û kurêd bavê hev bûn’. (1)

Di mala Sewês da bûyareke sade diqewime û ew bûyar qedera jîyana Ahmed, lawê malêyî biçûk carekêva diguher e. Rojekê Sewas nemekê distîne. Xêncî melayê gund, kesê ku bikaribe nemê bixûne gund da nîbû, mela jî ji cîyada çûbû. Bav tê ser wê fikrê ku bê xwendin-nivîsar êdî nabe û lawê xweyî mezin disêwire:

-Têmûr lawo, lê heta kengê em wa nexwendî, nezan, wa di tarîyê da bimînin? Çi meriivê nexwendî çi mirîska kor, herdu jî yek in. Were em Ahmed bidine ber xwendinê.

Neferê malê ji hev disêwirin û biriyarê didin Ahmed bisîne bal melayê gund, xwendinê.

Birîyareke wa, li wê demê, di nav êzdîyan da, bi rastî jî gaveke pêsketinê ye bi culet bû. Çawa eyane oldarên êzdîyan xwendin-nivîsar li êzdiyan heram kiribûn, xwendin-nivîsar gune dihate dîtin, ew jî xwendin li cem melayê musulman, eva êdî tistê nebûnê bû.

Lê rastiya jîyanê û dostanî, cinartiya gundiya ye bêqelp Sewês berbi wê fikrê dibe. Ne Sewas, ne jî gundiyê dorê wî tu xirabiyê, qezîyayê u gune di wê xwestina xwe da nabînin. Fikira mela ra jî tistekî bo ola wî gune derbaz nabe û bi hizkirin fêrkirina zaroka êzdî hildide…

Wusa ne, eger nepak û nemam, bi xwestinê xwe ye sexsî ye neqenc, ji bo berjewendiyên xwe, desthilatdariya xwe bêtifaqiyê û neyartiyê nekin li nav gelê Kurd, ji vî gelî tifaqtir, heyftir, merîfettir, xîrettir, zanetir gel tune… Lê dagerkiran, detshilatdaran, oldarên qelp, seva vî gelî li nav lepên xwe da xweyîkin, bi qelpî û zanebûn cudatyê dîn, bawariyê, esîrtiyê, qebîltiyê kirine çekên birakujiyê û Kurdistanê da tim ser û pevçûnên navxweyî gurr kirine, antêxê neyartiya nava gelda nehîstine vêse.

Ahmed du sala bal mela Kakasêx dixûne, fêrî xwendin-nivîsandinê dibe, efrandinên helbestvanên rojhilatêye mezin ra dibe nas. Kêfa der û cînaran, heta ya Axê gund jî xwendina lawikê zên ra tê, qîmet didinê. Mela sagirtê xweyî aqilî-zîrek hiz dike û temiyê dide Sewêsê bavê wî, ku Ahmed bide dibistana Dîadînê.

Çawa ji bîranînên nivîskar tê texmînkirin dema xwendina Dîadînê zanebûnên wî ne ku tenê di werê xwendinê da pês dikevin, lê digihîje xwehisîn û xwenaskirina netewiyê. Vira ew pê dihise ku Serhed warê dengbêj, helbestvan û zanên wek Ehmedê Xanî, Evdalê Zeynikê, Mele Mehmûd Bazîdî û gelekên din bûye. Efrandinên wan mezinên gelê xwe ra dibe nas, cî û warê wan digere, guh dide derheqa wan da bîranînên zarbêjan, dibe bengî û dengbêjê sitiranên bilbilê weletê Serhedê: Evdalê Zeynikê.

Dest bi herba cihanê ye ewlin dibe. Pêla herba malwêran digihîje welatê wî jî. Xwendina wî nîvcî dimîne. Bengîyê xwendin û zanebûnê bere xwe dide welatê Rûs navça Ermenistanê, berpala çiyayê Elegezê, herema êzdiyan, bi wî meremî ku li wur dibistana gundê Qundesazê ye Rûsî da xwendina xwe berdewan bike. Wê demê, ew der dikete nav hudûdê dewleta Rûs, û sala 1900 î deshilatdarên rûs bi xwestina serokê Êzdiyan yê wê heremê-Ûsiv Begê Hesen axa, li sê gundên kurden êzdî da (Zorê li navça Surmelyê, Sarîblax li navça Qersê û Qundesazê li navça Elegezê) dibistan vekiribû.

Lê bextê wî ra, li wur jî êdî dibistan nedixebitî. Diçe bajarê Tilbîsê. Wî bajarîda jî tu mecalê xwendinê dêst wî nakevin. Mecbûr du-sê sala xebatên cûrbiçûr dike û vedigere…Êdî gundê xweyî edîlî, gundê berêî sên navîne :

„Em çûne nêzîkî gund û hîvîyê bûn ku kêf, esq û sayî wê bêne pêsîya me. Lê wî teherî nehatin.

Li der û dorêd gund pez, berx diçêrîyan, lê dengê bilûrêd sivan, stiranêd berxvan, kake-kakêd pala û rêwîya nedihat.. Kanê, niha gerek zarra binatara mala da bilîstana ku em bidîtana, bireviyana bihatana pêsîya me. Ew jî tune. Berê wekî kulfet li nava gund dihatin-diçûn, ringe-ringa lingêd wan bû, te digot qey sîyar in derbaz dibin, lê niha? Nerm û posîde dihatin diçûn û nerm bi hevra xeberdidan. Berê te li nav gund dinihêrî, mina kulîlkêd baharê kincê kulfet sor û zer dikir. Lê niha? Niha geleka bi kincê res bûn, usa jî serê wan bi serêd res girêdayî bûn. Meriv digot roj a wan jî tev wan heznî ye…’

Ew navçe jî bûbû cîyê cerdê û qaçaxan, talên, ser û dewan. Dîsa cudatî, neheqî, birakujî, ser û dew. Dîsa dijîtî û neyartiya bawariyê. Kurdên heremêye êzdî mecbûr tevî ermeniya dibin û direvin berbi Ermenistana îroyîn. Ahmedê Mîrazî jî bo ji leskerên Tirkan hêsîrên êzdiyan biparêzin tevî servanê Cangîr axa** dibe dijî wan ser dikin. Wê serkariyê da ew wek zilamekî xwendî, zane, têgihîstî û dengbêj tê dîtin û li nav civakê da tê hizkirin.

Dibe sedê bûyarên tiragîk e giran.

Dema qeydê sovêtê komarên Piskavkazê da tê demezirandin, agirê ser û dewên navxweyî vêdisin, destê lêskerê dewleta tirk nikare bigihîje wan, Mîrazî diçe bajarê Tilbîsê.

Wê demê Tilbîs tije mihacirên kurden êzdî bûbû: zarokên sêwî, malbet, evdên ji kokkujî û zulma Roma res, xelayî û nexwesîyên salên 1918-1920 an bi teherekî xilazbûyî hilsîyabûne kolanên wî bajarî. Ew civaka nexwendiye, nezan ku ji gundê xwe derneketibûn, ji jîyana gundîtiyê bi carekêva ketibûne nava jîyana bajêr, karên herî res dikirin, halê aborî xirab da dijîtin, hewcê alîkarya evdên têgihîstî û zane bûn. Ahmedê Mîrazî wek rewsenbîrekî gelê xweyî xemxur, dikeve nav wan û xebata civakî û kûltûrîye pîroz dike.

Kilûba bajêr, ya ser navê Lûkasîn û dibistana seva zarokên êzdiyan ku bi însîatîva Lazo (Hakob Xazaryan) hatibû vekirin seva kurdên bajêr dibin navendên kûltûr-civakî. Mîrazî jî tevî Gûsêynov Îrzad, Lazo, Emînê Evdal , Kamil Bedirxan, Esoyê Cango, Hovhanês Sîsyan û yêd din li nav wê civakê da xebatê dike. Komên kilam-reqasê, tîatroyê, dengbêjîyê didin demezirandin, kûrsên hildana nexwendîtiyê vedikin, diçine mala, civakê ra lêksîya dixûnin.

Ehmed ji bo komê tîatroyê sanoya dinivîse, wanda dilîze, komên kilam-reqasê da pêsda tê, helbesta dinivîse, kilamê nû çê dike. Bere-bere xebata wî berfire dibe.

Gurcistanê da wek rewsenbîrekî kurd tê naskirin. Gelek cara tê bijartin wek dêpûtatê (nûnerê) seredariya bajarê Tilbîsê. Wî disînine wan nehîyên komara Gurcistanê, kîderê gundên kurdan lê hebûn. Pirtûka wî ya bîranînanda perçen pirr hewaskar wê derheqê da hene.

Dema dijwerîyên rêjîma dîktatorya Stalîn ew jî tê zêrandin.

Sala 1937 a Mîrazî disînine bajarê Moskivayê xwendine. Ji pey xwendinê ra vedigere nav (xizmê) merivê xwe, Ermenistanê. Nehîya Hoktêmbêryanê da gelek xebatên cûrbicûr dike. Sala 1961 ê li gundê wê nehîyê Yêxêgnûtê (Qamûslûyê) 62 salyê da diçe ber diovanîya Xwedê.

***

Di salên bîstî (sedsala borî) dest bi kare Ahmedê Mîrazî efrandariye dibe. Ew ji nivîskar û rewsenbîrên kurd û ermenî, (yê di nav kûltûra kurdên sovêtê da dixebitîn) yên dema xwe, cuda dibû:

-Ahmedê Mîrazî nava esîreke kurdaye qedîm da mezin bûbû, hucrê da li ber destê mela xwendibû, edebîyeta rojhilatê ra bûbû nas, haj edebîyeta kurdaye kilasîk hebû, erf-edet, eyd-erefat, rabûn-rûnistandina kurdên êzdî jî, musulman jî rind zanibû.

-zimanê wî paqij û zengîn bû.

-odên kurmanciyê, li nav çîrokbêj û dengbêja da mezin bûbû, zargotina miletiyê rind zanibû, ji çevkanîyê da kilamên Evdalê Zeynikê distira.

-ser-dew, komkujiyên wan sala, reva ji welêt, xelayî û nexwesiyên salên 1918-1920 a gisk bi çavê xwe dîtibû. Dîtibû çawa cînar, dost û kirîv, ku wek bira, kurê bavê hev, serê xwe li ber hevda didan, eyd-erefat, sîn û sayê hev bûn, rakiribûn dijî hev…Ewî ne ku tenê ew malwêranî bi çavê xwe dîtibû, bûbû sedê wan bûyaran tiragîk, lê mecbûr tevî wan bûbû.

-sûret û hewasa wîye efrandariyê zêdebû.

-nivîskar, rewsenbîr û pêsewitiyê gelê xwe bû.

Lê mixabin, wê demê efrandinên here kêm hatine wesendin û gihîstine destê me yê Ahmedê Mîraz îne…

Efrandarekî weke wî ra, di nav 40 salên edrandariya aktîv da, wesandina sanok û pirtûkeke bîranînaye biçûk (ew jî ji pey mirinê ra) û di rojnema ‘RÎYA TEZE’ da çend helbest, gelo tistekî nabêje… Ew ji wî çaxî, îlahî salên 1930-1936 a, ku salê bi orte 25 nav pirtûk dihatin wesendin., Dema bi çavê niha wan wesena jî tê nêhêrandîn, payê wanî pirê xêncî rola wane dîrokî (çawa kitêb bi kurdî hatine wesendin) tu qîmetê wan di warê edebî, zaniyarî, zimên da tune. Antologiyayên niîskarên kurmanca da navê wî nayê xanê…

Wî çaxî, ku hê sala 1936 a kurdzanê eyan O. Vîlçyêvskî derheqa Ahmedî Mîrazî da dinivîse: „ Dema Ahmedê Mîrazî sitiranên xwe dihûne, hemû cûre û hunurên zargotina gelêrî bi kar tîne, ji pêra jî heta dewîyê ji xizna folklora kurdîra amin dimîne.’ (2)

Prof. Hecyê Cindî jî we dinivîse: „ A. Sewês esil dengbêj bû, dengekî xwes lê, gula dewata û saya bû. Ewî ne ku tenê kilamêd gotî hildida û digot, lê belê usa jî ji ber xwe derdixist wekî din, herge em bêjin ew dengbêj-efrandar bû û çawa zargotina cimetê usa jî ewî gelek û gelek beyt-serhatî, metelok û qise zanî bû. Bi vî teherî kaneke zargotina cimetê bû, bi roja, heftya dikarî bû pey hevdu bigota, bistira, lê ne westandina wî hebû, ne jî xilasbûna kilamêd wî. Bi saya xwesgotina xwe, herçê guhdarvanêd wî ji wî, ji dîndarê, gilî gotina, zarê sirîn têr nedibûn’. (3)

Ji salên bîstî helbest û kilamên wî li nav kurdên Gurcistan û Ermenistanê da bela dibin û ji aliyê gel da têne hizkirin. Hinek ji wan rojnema ‘RIYA TEZE’ û kitêbên dersan da têne wesendin.(4 )

Sala 1935 sanoya wî: „ Zemanê çûyî’ tê wesandin. Naverok û bûyarên sanoyê nivîskar ji jîyana kurdan êzdî yên herema Bazîdê, welatê xweyî undakirî hildabû. Sanoyê da halê evdên kurde rêncber, xebatçî, zordarî û neheqiya axa, beg û desthiatdaran li ser wan tê nîsandan. Bûyarên salên 1918-1920 halê wê civakê dijwertir dikin, xelk milk û malê xwe jî dihêlin êzdî direvine Ermenistanê, musulman jî aliyê Wanê…

Dema vê sanoyê ra meriv dibe nas, sureta wî ya nivîskariyê, sanogeryê derdikeve li ber çeva. Hecîyê Cindî pêsxebera berevoka wî „Bîranînên min’ da derheqa vê sanoyê da wa dinivîse: „ Eva pîyêsa bi serecem bedewsinetî, îdêya xwe va hê-hê nava edebyeta me da cîkî mesûr digre’.(5 )

Bawarkî 30 salî ji pey wesena wê sanoyê ra sala 1966 (5 sala ji pey wefatbûna nivîskar) pirtûka wî ya „Bîranînêd min’ bi rêdaktorya Prof. Hecîyê Cindî û Emerîkê Serdar tê wesendin. Pirtûkê carekê va guhdariya xwendevana kisande ser xwe, ji aliyê xwendevana va hate hizkirin û qîmetkirin.

Min, çend cara, bi hewaseke mezin, pirtûka „ Bîranînêd min’ xwendiye.û jê têr nebûme. Eva ji wan pirtûkên pirrqîmet û girannirxe, ku di nav nivîsarên kurdên Sovêtê yên vekirîye wê demê û yê pasê da jî degme rastî xwendevana tên. Niha jî nivîsarên usaye serketî kêmin.

Pirtûk sala 1997 a, li nav wesenê DENG da li Îstanbolê jî hate wesandin.

Di nav vê pirtûka biçûk da nivîskar bi hostatî karibye halê gelê kurd yê wê deverê, bûyarên salên 1900-1925 usa zêndî, zelal û hewaskar, bi reng-rews raxe li ber çavê xwendevana. Dîrok û cîhilbûna Êzdiyên Ermenistanê, serê birakujiyê, zulma Roma res, rev-bez û halê civakêyî malwêran, ji aliyê tu nivîskarî û zanîyarî va usa tam, rêalîstî, rast nehatiye sirokirin çawa vê pirtûka biçûk da.

Kê dixweze rastîya bûyarên salên 1918-1920, koçberiyaa êzdyên Ermenistanê û sebebên navbera kurdan da serên birakujiyêyî bêfikir bihese, bira vê pirtka biçûk bixûne. Raste bi sebebên sîyasiya Welatê Sovêtê nivîskar derheqa gelek bûyara da sergirtî dinivîse, lê di nav wê nivîsara kurt jî keser û nerazîbûna wî tê xanê.

Pirtûkê da perçek heye, ku bîra min naçe. Kurd dijî kurda ser dikin û pîrekeke kurdên musurman çêleka xwe va dikeve destê kurdên êzdî. Nivîskar jî ji alîyê êzdiyan di nav wî sêrîda bûye. Êzdî bi gotina wî dixwezin pîrekê û çêleka wê bisînine gunde wê bal kurdên musulmam. Ji bo nav û bêqezîyabûna jinikê nemeke wa alîyê din ra disînin:

„Gelî pismama! Rast e em îro li hev bûne neyar, hev dikujin, bûne birakuj. Pasî dijminatiyê dostî jî heye. Emê wextekî ji kirina xwe posman bin, yêd pey mera rabin wê bi me bikenin û bêjin: Bira jî birê bikuje? Ew êdî suxulê pasê ye. Niha raste em neyarin, lê namûs basqeye, çimkî namûs avîtine ber kûçikê, kûçika jî pêl lê nekirine. Lawkê me îro çûbûne dewriyê, ev kulfeta bi çêlekeke sor va di zanga Qerehesarê da dîtibûn û anîbûn. Niha jî em ser weda verrê dikin, ez bi wî xudayîkim, ku em û hûn tev dihebînin, ev kulfeta han bê sik û bê sobhe qebûlkin. Me teva jî usa li wê nihêriye, çawa li xûska xwe ye helal nihêriye, Bi xatirê we. Ahmedê Sewês’.

Neme xwes hatîye nivîsar. Naveroka wê rastîke bi ês û birîn e, pirsgirêka gelê Kurd ya bi dewranaye. Îro jî, ji bo tifaq û rastya kurdewarîyê hewceye evdên Kurd dor naveroka vê nema kurt e çend xetê bifikirin.

Ev pirtûk usa jî cevkanîke giranbiha ye derheqa Evdalê Zeynikê, erf-edetê kurdayê wê demê, dîroka civaka kurdên Gurcistanê û gelek pirsên din da.

Prof. Hecyê Cindî pêsxebera vê pirtûkê da derheqa efrandinên Ahmedê Mîrazî da hinek fikirên wa nivîsîye: (6)

„ Van salêd pasin A.Sewês berevoka siêrêd xwe hazir kir, pêra jî eva kitêba bi sernivîsara „ Bîranînêd min’.

„ Mîrazî, van salêd pasin da hê gelekî bi nivîsarê mijûl dibû: nivîsîn, kire berevokekê, wekî bide nesirê, pê ra jî çawa me got, eva kitêba hazirkir’.

Pirs pêjda tê lê kune ew „ gelek efrandinên wî’, „ berevoka helbesta’?

Min ji devê geleka bihîstîye derheqa romaneke wî da…

Kune? Arsîva wî kuye?

Derheqa vê pirsê da niviskarên me timê li nav xweda diaxivîn lê ne tist hatîye nivîsar û ne jî tist hatîye kirin.

Ez mecbûrim ji bo lêkolînvanê paswextîyê vê pirsgirêkê hevkî ronîkim

***
Ahmedê Mîrazî û gelek nivîskarên kurdê Ermenistanê, di zêndîtya xwe da karibûn ancax pirtûkek ‘dudê biçûk biwesînin. Ew jî bi zemetî, teherekî pirr dijwer, carna bi serr-dew û rezîltî…

Çi bû sebeb? Gelo wan jîyana xwe ya efrandariyê da tek ewqas tist efrandin? Lê nivîsarên wane din çawa bûn?

Li wur pirtûkek wesendin ji bo nivîskarekî kurdî bê „ kursî, nas-dost û pist’ bi piraktîkî tistekî nebûnê bû. Her kesî nikaribû wek niha, pirtûka xwe biwesanda ( bi mecalên xwe jî). Welatê Sovêtê da pirtûk gotî bi sîyasîya deshilatdariyê bûya, bi destûra dewletê û bi dewletî bihata wesandin. Cûrekî din tunebû. Wesenxane jî yê dewletê bûn. Pêra jî pirtûk gerekê li ber destê mirovên wesenê va mijûl dibûn derbasbûya: ermenî, kurd. Ya dijwer ewên dewiyê bûn. Gerekê nav wanda nas-dost hebûne… Bi kurtî dest kê da bû wan berê ewlin pirtûkên xwe, mirovên xwe diwesendin.

Pêra jî çapeke wesena salê ya pirr biçûk deshiletdarîya ermenîya didane nivîskarên Kurd. Wek pirtûkeke 200-250 perrî. Nivîskarê me jî zef bûbûn. Salbisal jî bi nijarperestî ew çapa biçûk jî kêm dikirin. (Çavê derya xwelî serya).

Xêncî çar-pêncan, yê dinê ra nivîsara xwe derxistin, wesandin pirr dijwer bû.

Wî welatî da, ji pey wesena pirtûkê ra, perekî rind didane nivîskar. Ji bo wê jî di nav civaka me da çavê nivîskar û ne nivîskara teva ser wî „pereyî’ bû. Kê „zor’ bû, wî jî xwera direvand…

Wesendinê da bas-nebas tunebû. Kesî dengê heqyê nedibihîst. Pirtûkên bas bi salan newasandî, bal nivîskar yan wesanxanê da diman. Carna destnivîsar wunda dibûn û ne jî dhatin dîtin, ne jî wesandin…Çiqas efrandinê hêja wunda bûn, çiqas bûn xurê „gura’. Neheqî û nemerdiyên ecêb di wî warî da hebûn…

Carna, hew dinhêrîn, ji hesabê nivîskara yekî xweyê kursîyê bilind ji xwera ‘pirtûkeke’ mezin wesend, yan jî pirtûkeke zargotinêye wesendî bi navekî din, carke din hate wesendin.

Dibe li bal xwendevana pirs pêjda bê, gelo ew berhemên newesandî yên nivîskaran ji pey wefata wan ra çawa dibûn? Arsîvên wan nivîskaran hatine xweyîkirin? Kune? Hene? Tunene?

Malwêranîk di vê pirsê da heta niha jî heye.

Ez wê bawaryê dame xêncî arsîvê çend nivîskar û zanîyarê kurd yê din dijwer hatibe xweyîkirin.

Gelo dem nehatîye, ku Kurd jî ji xwera sazîkê demezirînin û ji pey wefeta zanîyar, nivîskar, hunermendên xwe ra, xweyî mîrata wan derên.

Gelo kune arsîvên Wazîrê Nadirî, Ahmedê Mîrazî, Erebê Semo, Emînê Evdal, Sikoyê Hesen, Qaçaxê Mirad , Ûsivê Beko, Mîkayêlê Resîd, Semsî, Sihîdê Îbo, Nado Maxmûdov, Xalit Çetoyêv, Ahmedê Gogê, Elyê Evdilrehman, Rizalyê Resît, Çerkezê Res, Simoyê Semo, Mîroyê Esed, Semend Syabendov…

Eger niha jî xweyî û xwestin hebe, karin di wî warî da gelek pirs bên safîkirin, gelel tist ji undabûnê bên xilaskirin…

Her nivîskarekî me xweyê kitêbxana mezin bû.

Em, kurd jî gerekê wek gelê din xweyî hebûna xwe derên.

Nivîsarnasî

1.A. Mîrazî, ‘Bîranînêd min’, rû. 13-15; wesena DENG, 1997.
2.H. Cindî, ‘ Oçêrk ji edebiyeta kurdên ermenistana sovêtê’ , bi zimanê ermenî, rû 39; Yêrêvan-1970.
3.’Bîranînêd min’, pêsgotina H.Cindî;
4.H. Cindî, ‘ Oçêrk ji edebiyeta kurdên ermenistana sovêtê’ , bi zimanê ermenî, rû 38; Yêrêvan-1970.
5.Bîranînêd min’, pêsgotina H.Cindî;
6.Bîranînêd min’, pêsgotina H.Cindî;

*) Ji pirtûka Eskerê Boyîk ‘Canda Kurdên Sovêtê’ DENG-2012

**) Qehremanekî Kurdên êzdî yên êla zuqurîy, ku salên 1914-1918 a êla zuqurîya ji qeza Wanê revande Ermenistanê.

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button