Nûçe

PSK: Pîroz be 2yê Rêbendan

Nûnertiya PSK, besdarê merasima 2yê Rêbendanê, ku ji aliyê nunertiya Hizba Demokrata Kurdistan li Silêmaniyê hatiye amade kirin bû û peyama jêri peskes kir:

Pîroz be 2yê Rêbendan

2yê Rêbendan 68.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan li hemû kurd û Kurdistanê pîroz bit.

Yekemîn Komara Kurdistan ku bi pêsengiya Pêsewa Qazî Mihemed û bi rêberiya Partiya Demokrat a Kurdistan hatiye damezrandin mîrat û mûlkek wek ku liser deryayek bê bin ku tijî deskeft serwerî û serfiraziye bo neteweya kurd û Kurdistaniyan.

Pisikdarî û fedakariya xelkê ji hemî besên Kurdistanê di damezrandina Komara Kurdistan de; ne tenê bûye sedemê hindê ku bibite malê hemûyan her wesa bûye bingehê demokratîk bûna wê jî.

Ew alaya ku ji Komara Kurdistan bo gelême mayî em dibînin ku li besekî welatê me li Basûrê Kurdistan bi azadî bi ba dikeve, ku cihê serfiraziyê ye bo her kurdekê.

Cerbehî û deskeftên Komara Kurdistan evro jî wê li ser me farz dike ku em wan biparêzin û pêsve bibin.

Di 68.mîn salvegera damezrandina Komara Kurdistan da em bejna xwe li ber hemû cangoriyên Komara Kurdistan da diçemînin û careke dî peymanê nû dikin ku emê li emanate wê bibin xudan û ji bo bidestxistina mafên xwe yên rewa em alaya berxwedan û azadiyê ji dest xwe nakin û her û her bilin bikin.

Pîroz be 2 yê Rêbendan!

Bijî kurd û Kurdistan!

22 Kanûna dumahiyê 2014

Nûnertiya Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK ya Hewlêr

Dengê Kurdistan

Back to top button