HAK-PAR û Hilbijartin
Partîya Maf û Azadîyan (HAK-PAR) dîyare ku bi hêz û quweta xwe ji bo hilbijartinên sahredarîyan li kurdistanê û li anadolê amadekarîyên xwe bi hawayeke bi rêk û pêk, bi gav bi gav berbi hilbijartinave diçe. Di sîhê (30) ê, meha adara 2014 an de, wê dakevin ser sindoqên dengdanê.
Divê ku hilbijartinên saredarîyan bi sêweyeke demokratîk bêye kirin. Divê hemû partîyên ku dikevin hilbijartinan ji hevre tenezulbikin, serê hevdû nekin. Hilbijartin demokratîk bêye bi karanîn, li gor normên mirovatîyê û hiqûqa navnetewî. Ji ana de dîyar dibe ku hinik partî dest bi tevlihevîyê kirine û ser dinav wan de dertê, yê weke BDPê, Huda-Par û AKP yê. Ha li Kurdistanê ha li hêla tirkî divê ku hemû partîyên ku dikevin hilbijartinan ji hevre hurmet nîsanbidin û weke dezhegên mirovatîyê herine ser sindoqa hilbijartinan û propaxandeyên xwe bi sêweyekî modern bimesî nin. Divê ku gel rehet be, serê hevnekin, yê ser derxîne ew tirsonekin û ji xwe ditirsin.
Wextê meriv bû Saredarê wî bajarî û ya wî bajarokî, divê meriv xizmeta wî bajarî bike. Yê deng daye te, yê ku ne daye te, divê ku saredar tu cûdabûnê ne xi nav gelê wî bajarî. Heger saredar cûda bûn xist nava gel, ew çax tu alî-teref digere ew saredar, wê saredar miafiq nebe.
Îca meriv çibike ev cîhana tebîeta wê xwaro maro çêbûye, mirov-beser jî di gelek warade ne weke hevin. Ferqîya mirovan û henûnbûna wan ne weke yêdinêye, sîyaset jî wehaye û civak jî wiloye, bîrûrayê ên cûda hene di sîyasetê de jî ji hev cûda nin.
Ji xwe îsal di meha Adarê 30ê wê de, hilbijartinên saredarîyan çêdibin. Pistî hilbijartinên saredarîyan di hindurê salikê de wê hilbijartina serokkomar û pistre jî hilbijartina parlementoyê wê pêk bê. Divê berî van herdû hilbijartina hinik guhertinên sereke di zagona bingehîn de çêbibin û di hilbijartinan de, bi hawayeke demokratî mirov rayê-dengên xwe bi karbînin û bêyî ku tukes astenga derxî nin, prosentê dengdanê divê ji dehan dakeve çaran yan pênca, ji bo ku partîyên ew prosend derxistin ewjî têkevin meclisê, evjî devê ku zagona hilbijartinê bêye guhertin.
Lê ji bo me kurda guhertin di tirkî de çêbibe pêwîste, heger guhertin çênebe li tirkî mafê kurda neyê çareserkirin, tu bibî serokkomar jî û tu bibî parlenter jî ferq nake, divê ku mejî bê guhertin, ku neyê guhertin ferq nake tu bû serokkomar tu bû parlement ferq nake. Pisgirêka gelê kurd çareser nebe û heqî gelê kurd weke yê her gelî-miletî neyê çareserkirin bêfêdeye serokkomarî û parlementoya tirkî. Pisgirêk, pisgirêka netewa gelê kurd e, li tirkî heger pisgirêka gelê kurd çareser bû hemû tist wê li cîhê xwde bi cîh bibe û aramî, asitî, heqûhiqûq pêk tê, em ê weke hev bijîn weke mirovan.
Bêguman li hemû cîhanê hilbijartin çêdibin, hilbijartin hiqûqeke,heqike ku meriv raya-dengê-ûjdanê xwe bi karbîne, bêyî ku meriv dibin tesîra tukesî de bimîne, bi haweyeke azad raya xwe bi kar bîne. Li welatên demokratîk dengên xwe hem bi rîya postê û hem jî roja hilbijartinê, meriv dire pas perde û raya xwe bi kartîne, bêyî ku têkeve bin tometa tukesî û tu sîyasetikê, bi haweyeke azad raya xwe bikartine. Li swêdê berî roja hilbijatinê li cihên weke kitêbxane û cîhê dezgehên resmî yê saredarîyan xelê-gel dirin raya xwe disuxulînin.
Di hilbijartinê de divê ku meriv bê tirs dengê xwe bi kar bîne.
Divê ku meriv çawa ji xwere dixwaze ku bi serkeve, yê himberî meriv jî dixwaze bi serkeve.
Di hilbijartinan de divê ku prosentên dengdanê (prosent) li gor normên welatên demokratîk be ji pênc yan çar be.
Divê ku di hilbijartinê de sidet, ser û pefçûn tunebe, kî dengê xwe bide kê azad be.
Divê ku meriv sexsiyeta xwe ûjdanê xwe bi azadî bi karbîne li ser sindoqê.
Dengê meriv namûsa merive ûjdanê merive divê ku meriv bi azad ûjdanê xwe, namûsa xwe bikar bîne.
Divê di hilbijartinan de hîlebazî, gendelî û riswet neyê bi karanîn.
Hilbijartin divê demokratîk be.
Divên ku çavdêrên navnetewî û yên bê teref besdarîyê bikin di hilbijartinê de.
Îca li gor van kirîteran û pirensîpan hilbijartin bêmesandin kî bi serkeve, kî dengên pir bîne serkeftin ji wan re
De serkeftin ji bo azadîyê, astîyê û demoqrasîyê.
De serkeftin ji bo heq û hiqûqa weke hevdû li welateke azad, asityane û demoqratîk.
De serkeftin ji bo namzetên Partîya Maf û Azadîyan.
2014.02.20