Jiyana Mele Mistafa Barzanî

Di yekê Adara 1979an de serokê nemir Mele Mistefa Barzanî li Washingtonê li nexwesxaneya George-Town Hospital çû ser dilovaniya xwe. Mele Mistefa Barzanî di 14ê Adara sala 1903an de ji dayik bû. Ew di 3 saliya xwe de dagirker û dagirkeriyê nas dike. Pistî sikestina serhildana Sêx Ebdulselam, di sala 1907an de Barzanîyê 3 salî jî bi dayika xwe re li girtîgeha Mûsilê tê girtin.
Di sala 1915an de jî gava Sêx Abdulselam Barzanî li bajarê Mûsilê ji aliyê Waliyê Osmanî Silêman Nazîf Pasa ku ew jî bi eslê xwe Kurd e, ve tê dardakirin Mistefa Barzanî ewçax 12 salîye û ewjî li wê meydana dardakirinêye.
Li gor hin çavkaniyan di sala 1919an de Sêx Ahmed ji bo kar û barê serhildaneke ber rehbirayê xwe yê 16 salî Mistefa Barzanî disîne bakurê Kurdistanê. Mistefa Barzanî di wî temenê xwe yê ciwan de, li bajarê Mûsê hevdîtinekê bi Sêx Evdilqadirê Nehrî û Sêx Seîdê Pîran re dike. Li ser daxwaza Xoybûnê Mistefa Barzanî bi 500 pêsmergê xwe diçe hewara serhildana Agiriyê û li Herêma Oramarê li dijî leskerên Romê ser dike. Û pistre derbasî herêma Barzan dibe. Di hemen salan de, li basûrê welêt leskerên Iraqê bi alîkariya balafirên Îngilîsya êrîs birin ser herêma Barzan. Pistî berxwedaneke dijwar tevgera Kurd carek din jî bi îxanet û pistgiriya hin esîrên Kurd têk diçe.
?Di sala 1932an de Mistefa Barzanî, Ehmed û Sadiq Barzanî bi pêsmergê xwe ve mecbûr man ku derbasî bakur bibin ku li wir jî ketin bin destê dewleta Tirk. Pistî ku di sala 1934an de li Iraqê efûyek derket malbata Barzanî û penaberên Kurd vegeriyan basûr. Lê hersê Barzanî ji malbata xwe hatin veqetandin û berê wan dan çoleke Ereban ya bi navê Hîlleyê. Li ber daxwaza dijmin hustuxwarkirin û ji fermanên wan re teslîm bûn ne li gora Barzanî bû. Barzanî vegeriya Kurdistanê û Rewandiz ji dijmin rizgar kir. Pistî ku leskerên dijmin bi hêzeke mezin êrîsî Rewandizê kirin, Barzanî careke din berê xwe da dostê xwe, çiyayên Kurdistanê. Barzanî pist re bi rêvebiriya Iraqê re li hev kir û hat li Silêmaniyê bi cî bû.
Di sala 1943an de li Colemêrgê serhildana Saîd Birokî dest pê dike. Barzanî dîsa helwest û nasnameya xwe ya Kurdistanî eskere kir û bi pêsmergên xwe re çû alîkariya serhildana li bakurê welatê xwe. Di wan salan de Barzanî geh ji bo alîkariya rojhilatê welêt bi leskerên Îranê re, geh jî bi leskerên Ereb re herdi nava ser de bû. Têkosîna di salên 1943-1945an de bi alîkariya Îngilîsya û Tirkan têk çû û Barzanî bi malbata xwe re derbasî rojhilatê welêt bû.
Di sala 1945an de bi besdariya Barzanî li rojhilat “Partiya Demokrata Kurdistan” hat avakirin. Di meha Çileyê Pasîn ya sala 1946an de li Mehabadê Komara Kurdistan hat îlan kirin. Barzanî bi du kesên din re ji aliyê hikûmetê ve weke general hat hilbijartin.
Di sala 1946an de gava Barzanî li Mehabadê bû “Partiya Demokrata Kurdistan-Iraq” hat damezirandin. Ligel ku Barzanî di kongreyê de, ne amade bû jî ew wek serokê partiyê hat hilbijartin. Pistî têkçûna Komara Kurdistan li Mehabadê, Barzanî alaya Kurdistanê ji Serokkomarê Kurdistanê Qadî Mihemed wergirt û bi 500 leskerên xwe dest bi mesa xwe ya dirêj kir ku li Sowyetê bi dawî bû. Li ser wê riya dirêj ya ku bi qasî 350 kîlomete bû, bi leskerên Îranê û Tirkiyê re serê dijwar kirin û bê ku zirarekeke mezin bibînin ew di ser Agirî re, 18ê Hezîranê gihîstin cîhê xwe.
Ew mesa ku di dîrokê de bi navê “mesa dirêj ” cî girt,, 52 rojan ajot. Niha jî li ser jiyana Barzanî, zilm û tahdeya ku li wî û 500 qehremanên Kurd hatine kirin, zikresî û xêrnexwaziya Bagirof, Beriya, Yusufov û Stalîn deynin aliyekî.
Bi mirina Stalîn û bi hatina Krusçev re bi hewldana Barzanî rewsa wan ya li wir çêtir dibe, pêwendiyên serokê netewî Barzaniyê nemir û Sovyetê dikevin pêvajoyeke nû. Hin mafên Kurdan yên ku Stalîn dest danîbû ser, li wan tê vegerandin. Di 14ê Tîrmeha sala 1958an de, bi darbeyekê General Abdulkerim Qasim desthilatiya Îraqê xist destê xwe. General Qasim di çarçoveya Iraqê de, hin mafên Kurdan nas kirin û bangî Barzanî kir ku vegere welatê xwe.
Barzanî di 6ê Çiriya Pasîna 1958an de vegeriya Bexdayê. Li balafirgehê bi sedhezaran kesan pêswaziya serokê xwe yê netewî kirin. Barzanî bi Qasim re hevdîtinek kir û bi lihevkirina ku ev guftûgo bidomin vegeriya Kurdistanê.
Lê wê ‘biharê’ jî li Kurdistanê zêde dom nekir. Qasim, hemû sozên xwe binpê kirin û di sala 1961an de, bi lesker û balafirên xwe êrîs bir ser Kurdistanê. Barzanî careke din bi 400 pêsmergeyan ve berê xwe da serê çiyayên Kurdistanê.
Di sala 1963an de li Îraqê derbe çêbû û desthilatî vê carê ket destê Baasiyan. Di sala 1970î de Sedam Hisên çû Kurdistanê û sê rojan li gel Barzanî ma û peymanek îmzekirin. Peymana ku otonomiya Kurdistanê qebûl dike di 11ê Adara sala 1970î de di radyoyê de ji aliyê Hesen el Bekir ve hat xwendin. Lê Ereb her Ereb bûn û av di çeman de bibûya sîr jî Ereb nedibûn “esîr “û ewê her li dû fen û fûtên xwe bûna. Di van salan de jî ew li ser gotinên xwe neman. Sedam bi melayekî re, bê ku haya wî jê hebe di wan salên lihevhatinê de, Quraneke bi bombe disîne ji Mistefa Barzanî re. Lê Quran di destê mela bi xwe de diteqe û pêsmergeyek jî bi wî re sehîd dikeve..
Di nav van pirsgirêkan de di 11ê Adara sala 1974an de hikûmeta Iraqê, bê destûra Barzanî otonomî îlan kir. Bi vî awayî xwestin Barzanî û PDK-Iraqê bê bandor bikin û raya gistî ya Kurdan û dinyayê bixapînin ku qaso li Kurdistanê otonomî heye. Pistî ku rejîma Iraqê gîhist wê encamê ku bi ser nikare Kurdan têk bibe. Bi alîkariya Sowyetê pirsa xwe ya bi Îranê re bir Konseya Ewlekariya RNY. Di encamê de bi alîkariya Amerîkayê “Peymana Cezayirê” hat îmze kirin û tekosîna gelê Kurd bi “dîplomasiya mezin “hat firotin. Du nameyên Barzanî ji bo Nikson û Kissenger bê bersiv man
Pistî ku hemû hewldanên wî yên bi Îranê û Iraqê re jî bê encam man, ew bi 200 hezar kesî re derbasî Îranê bû û dawî li Serê çekdarî anî
Çi li serê çiyayên Kurdistanê û çi li paytextên dagirkeran ew her xwediyê yek peyvê bû, li derekê peyvek li dereke din gotineke din nedikir. Di heman demê de ji rojnamevanê Misrî Hasaneyn el Heykel re wiha digot: ” soresa Kurd bi dawî nehatiye. Niha tenê navber daye û bîhna xwe vedike. Rola min bi dawî hatiye, lê gelê Kurd li cîhê xwe ye û dikare serokên ku berxwedanê bi rê ve bibin ji nav xwe derxe. Rola min temam bûye, lê ne mimkune ku dawiya gelê Kurd were “.
Di sala 1976an de Barzaniyê nemir ji bo tedawîkirina nexwesiya xwe bi daxwaza malbat û partiyê çû Amerîkayê. Lê ew Barzanî ye û li wir jî vala rûnane û her têkosîna xwe didomîne.
Li Amerîkayê ji Jimm Carter re vê nameyê dinivîse:
“Birêz Serokkomar, em ne li dijî lihevhatina Îran û Iraqê bûn.
Lê gelo pêwîst bû ku Kurd bibûna qurbanên vê lihevhatinê?
Me Kurdan bi soz û bextê Amerîka ya Yekbûyî û Îranê bawer kir û li dijî cûntaya Iraqê ser kir.
Ew soz û bextê ku ji bo azadiyê hatibû dayîn li kuderê ma?
Li kampên Îranê yên penaberiyê?
Li basûrê Iraqê ku Kurd hatin nefîkirin?
Di belavbûna Kurdan ya li rojhilatê?
Bi perçekirin û belavkirina malbatan, jin û zarokan?
Di bin îskenceyên mirinê de?
Neteweyê DYAê ku jibo hemû gelan sayanî serfiraziyê ye û bingehê yekîtî, azadî û demokrasiyê avêtiye, dikare pistî vê rola ku di têkçûna azadiya Kurda de leyistiye bê însîyatîf bimîne?”
WêneSerokê mezin yê netewî Mistefa Barzanî di 1ê Adara sala 1979an de li Amerîkayê çû ser dilovaniya xwe. Ew li Kurdistana rojhilat ji aliyê bi sedhezaran kesa ve hat pêswazîkirin..
Belê bi derengî be jî Amerîka li himber banga serokê nemir bê însyatîf nema û sasîtiya xwe ya dîrokî serrast kir. Êdî dora me Kurda ye, ku em jî hevkarîyeke netewî di nava xwe de bi xuliqîne û tehmûla me ji hevdûre hebe li hinberî dost dijminên kurdan. Bi minasebeta koçkirina ji nav gelê xwe, Mele Mistefa Barzanîyê nemir serokê gelê Kurd, wê herdem di bîra me debe û emê wî hertim bibîrbî nin. 2014.03.01