Hilbijartinên Swêdê û em Kurd
Vaya careke din wê hilbijartin ji bona parlemene ewropa, parlamena swêd û saredariyan li swêdê pêk bê. Di vê hilbijaritnê de dîsa kurdên me yên çalak, zîrek û yên kêrhatî hema hema di nava hemû parityên swêdê de (ji bilî partiyên nijadperestan) namzed in. Em weke Kurdên runistvanên li swêdê bi vê yekê kêfxwes in. Ji ber ku êdî kurdên me jî li gor vê civata nû ya swêdiyan dikarin erkê xwe bînin cihi û bidin îspatkirin ku dema mecal bi dest kurdan bikeve ew jî dikarin rola xwe ya erênî bilîzin.
Ji ber vê ye ku ez bi xwe kêfxwes im. Lê di hin waran de jî resbînim. Resbînim ji ber ku kurd weke kurd di heman hilbijartinên ku li sêwêdê dibin rola xwe bas nalîzin. Loma jî ew daxwazin ku em dixwazin pêk bê, nabe. Çiye ew?
Ew ev e ku em bi ayakî gelemperî pistgiriya hev nakin û ji bona bi destxistina hin meqaman em ne li hev in. Dema rewsa me ev be, em ê jî weke kurdên dîasporê ji hin mafên xwe bê par dimînin. Niha bi awayekî girseyî kurd li ewropa belav bûne. Li gelek welatan dikarin bibin parlemen. Li swêdê di hilbijartina berê de (2009) 5 parlemenên kurd ketin parlemana swêdê. Em bi hêvîne ku di vê bilbijartina 2014an de jî wê dîsa kurd bi hejmareke bas bikevin parlemenê. Ev hewldan karekî base ku kurdên swêdê pêk tînin.
LÊ ya ku min resbîn dike û diêsîne ev e; Em kurdên li swêdê dikarin bi rehetî kesekî/ê xwe weke parlemenekî/e kurd bisînin parlemana Yekîtiya Ewropa jî. Lê di virde em qelsin, ne li hev in û ji bona vê rola xwe nalîzin. Em di virde ji hev ketîne. Loma jî me cara berê ango di hilbijartina 2009an de dikarîbû bi rehetî keseke/î bisanda parlemena YE. Lê me û berendamên me yên wê demê ev nekirin. Lê hêvîdarim vê carê em ê dest bidin hev û sansa kîjanî/ê hebe em bi yek dengê pistgiriya wî/ê bikin da ku em vê carê kesekî/e xwe bisînin parlemana YE da ku li wir jî ew kesê me daw û doza gelê kurd bike.Ji bona vê divê em çi bikin?
Ya herî rehet ev e ku divê berê berendamên me yên ji bona parlemena YE li hev rûnên û bi hevre qise bikin. Li hev bikin ku kesê sansa wî/ê hebe wî/wê bidin pês û yên din hemû pîstgiriya wî/ê bikin. Bi vê yekê wê dengên kurdan vala nere û em ê bibin xwedî parlemenekî ku li YE ewropa weke kurd kar bike.Ya din jî divê em hemû kurdên li swêdê li ser vê yekê bifikirin, da ku vê carê jî em weke cara din nekin.
Di hilbijartina 2009 ande dîsa 5 berendamên kurd ji bona YE berendam bûn. Min wê carê jî nivîsî bû ku em nikarin 5 berendam bikin parlemenên YE loma divê em ango berendam li hev bikin da ku yek an tenê didu bererendam hebe da ku dengên me vala nere. LÊ ev nebû û li gor wê dengdanê kesek bi rehetî dikarîbû biçûya parlemana YE. Lê ji ber zêdebûna berendamanên me hemû dengê kurdan vala û berhawa çû. Ji wan berendamana Evîn Çetin Xan zêdeyê 17.000 deng girt. Heger em dengên berendamên din jî bihesibînin kurdan bi wan dengên xwe dikarîbûn du kes bi rehetî bisandana Parlemena YE. Lê em weke kurdên li swêd û berendamên xwe, me bi destê xwe ew firset ji dest da.
Loma jî dibêjim ku ji bona ev sasî dubare nebe, pêwîst e ku em û berendamên me li ser vê yekî bas bifikirin. Fikirandin ew e ku em li ser kesekî/ê li hev bikin. Li hevkiriina me û bi fedekariya berendamên me, em ê li YE bibin xwedî parlemenekî kurd. Ew parlemenê me qet tu karekî jî neke û bêje ez kurdim dîsa bes e. Helbet hemû berendamên me yên niha jî û yên berê jî hêjabûn û hêjan in. Lê mesele bi hêjabûinê naqede.
Li gor bîr û baweriya min di vê hilbijartinê de sanse brêz Sukrî Demirê berendam, ji yên din bêtir e. Loma jî em û berendamên din li hev bin, li hev guhdarî bikin, em ê bikaribin S.Demîr û dibe ku yekî/a din jî bisînin parlemena YE. Lomajî banga min ew e ku divê em kurdên li swêdê vê carê dengên xwe berbi avê de bernedin, qîmeta wan dengana bas bizanibin. Em bi hevre hewl bidin, xîret bikin, berxwe bidin û hemû bi hevre dengên xwe ji bona hêja, ciwan û çalak Sukrî Demîr bi kar bînin. Em dengê xwe bi kar bînin û Sukrî Demir jî li parlemana YE bibînin.
Çima vê dibêjim?
Ji ber ku Sukrî bi temenê xwe ciwantirîn berendamê parlamena YE ye. Ji ber ku Sukrî ciwanekî di nava siyaseta kurd de jî çalak e. Ji ber ku Sukrî bi çend zimanan dizane û ji bona mesele kurdî kesekî têgihistî ye. Ji ber ku Sukrî tim rîhsipiyên xwe guhdarî dike, tecrubeyên wan ji xwe re dike rehber.
Niha brêz Sukrî karê xwe dike. Mal bi mal, bajar bi bajar, komele bi komelên kurdan yên li swêdê digere û ji wan doza dengên xwe bidin wî dike.Ji ber ku di toreya kurdan de ev yeka heye ku kesek bê mala te û daxwazekê ji te bike, divê tu jî wî/ê vala venegerîne. De kerem bikin kurdno em jî vê carê ji bona gelê xwe Sukriyê xwe ê ciwan bi dengên xwe bisînin parlemena YE ewropa. Lê dîsa jî daxwaz û biryar ya we ye.A we ye lê divê em dîsa pistî hilbijartinê bi tepikan bi çongên xwe nekevin. Divê em qîmeta dengdanê bizanibin, dengên xwe ji bona berjewendiya gelê xwe bi kar bînin.
02.05.2014
——————————————————-
Çavkanî: rizgarîonline
Bûbê Eser