Nivîsar

Serokatiya herema Kurdistanê bi dilsarî nêzîkî Kurdên êzdî dibe, nizanim çima?

Serokatiya herema Kurdistanê bi dilsarî nêzîkî Kurdên êzdî dibe, nizanim çima?
Ev yek Êzdiyan ji kurdîtiya wan dûr dixe

Eva meha sisyan e ku ev qetila giran Segalê li serê Êzdiyan hate kirin. Ev bûyar sedemê ser û pevçûnke normal nîne, ku dewletek hatiye û ew erd dagir kiriye. Ji aliyê DAÎS ê va dagerkirina Sengalê, tunekirina civakekê ye, tunekirina kûltûr-bawarîke bi hezara salan e.. Kustina bi hezara êzdîyan nav wanda usa jî zarokan, bi serjêkirinê, hêsîr birina bi hezara keç- bûkên êzdiyan di nav bazarên cihana musulmaniyê da firotan, nîv mîlyon evd koçber kirin, ew bê cî sitar, bê nanê rojê hîstin, hebûn û keda wane sala, milk û malê wan talankirin, xwe helalkirin, zulm û xezebeke bêxwedêtiyê ye ku musulmaniya fanatîk anîn serê civaka Êzdiyan. Ew yek di nav morala zulmê da jî nayê qebûlkirin.

Eva, ji aliyê dinya îslamê va qetliyema rêk-pêk û pilankirî ye, bi sert û mercên seryetê ji bo bi dewî Kurdistanê da tunekirina Êzdiyan.

Sengala Êzdiyan, ji Êzdîxana Kurdistanê, êzdiya ra ew gav erd mabû, ew jî ji alyê DAÎS va hate serjêkirin…

Eva meha sisiya ne vê qetilê temamiya êzdiyên cihanê kirine nava halekî pisîxolojîkîî dijwer.

Eger rast bê zanîn ev derb tenê êzdiyan neket ew temamiya gelê Kurd ket.

Û gelê kurdî sade rabûne pista birayên xwe…

Dema bûyarên Sengalê dest pê bûn, hêzên kurdistanî yên çekdar xwe lezandin, hatin hewara Sengalê, gelekên wek min e dilsax xwesbîn bûn ku li ser wê kereseta xezeb tifaqê di nav wanda çê bibe, nakokiyê di nav xweda wê daynin alîkî, temamiya giranya wê tiragêdiya dîrokî wê tê bigihîjin û her yekê di alyê xwe da bê qelpî, Sengala Êzdiyan ji wan rewiran azadkin, bê berjewendî alî Êzdiyan bikin, birînên wane kûr dermankin, êsa wan giran sivik bikin, qedirê wê êsa wan bigrin, êzdiya tenê nahêlin, bêjin temamiya gelê weyî Kurd pista weye û garantiya ewlekarya pêsîrojê bidin…

Lê çi bû?

Serekî nedîhar, binîva li dora Sengalê û Êzdiyan dest pê bû, Êzdî û Sengal bûne lîstokê berjewandiyan, mediya wan hêzan, têlêvîzyon, radiyo, civîn, daxwuyanî, axaftinên dijî hev û hev reskirinê, êzdî kirine nava gêjgerîngê: ‘Kê bawarkî? ‘ Partiyan bi devê êzdiyan dest bi reskirina û neyartiya hev kirin, ya heta îro jî diksîne… Eger min bawar nakin TV ên wan hêzan mêzekin…

Heta îro jî Êzdî nizanin ji pey DAÎSê ra Sengala wêran wê bibe malê kê: Parêzgeha Êzdiyan bin di binperê Herema Kurdistanê da, Kantona YPG, koloniya Îreqê û ereban yan çi?…

Roja ewlin da çavê payê êzdiyayî pirê serokatî û hukumata Herema Kurdistanê bû. Hîvyê bûn ku ji heremê wê rastîkê bibihên, Serokatiyê daxweyanîkê bide, vê civakê ra bêje wan bide bawarkirin, hûn tenê nînin, em gel wene, gelê Kurd pista wey e, birînê we birînê meye, emê birînê we dermankin. Emê her pirsgirêkê we bi xwe safîkin, ewlekaryê we ra çêkin.

Wê hema pistgirya moralî hebya. Gelê me berêda gotiye: „Kê mirî vegerand, yê dila pirsî.’

Dilsarî û bêdengiya rayedarên Herema Kurdistanê, jorda nihêrandina wan ya bi sala hindava Sengalê û gazinên êzdiyan da ji pey vê qetlyama mezin ra jî û heta îro didom e. Ezdî hêvya bersîv û bêdengiya vî teherî nî bûn.

Teva ra heta îro pirs e çima dema neyarê hov hiçûmî li ser Sengalê kirin pêsmerge kêleka wan nesekinin, ew neparastin, bê pist bê xweyî, destevala di nav xezeba hov da hîstin, pista xwe dane wan çûn. Li kêleka ewqas kustin, serjêkirin, wêrankirin û talankirina cî û warên êzdiyan serê pozika pêsmergekî jî xûn nebû. Û kesî pirs neda xwe çima wa bû, çima kesî wan pêsmerga û serokên wan ra tist negot.

Êzdî heta îro jî hîvya wê bersîvê ne.

Evê bêdengî û dilsariya Heremê û piropaganda hêzên din, ku anegorî kara hêza xwe wan pirsa xelkê ra siro dikin, xelkên Êzdî kirine nava halekî pisîxolojîk û bû sedemê gazin, nerazîbûn, rexna.

Naxwez, neyar û cudexwezên berê, çawa yê der usa jî yên navxweyî pir aktîv bûn, Dest bi piropaganda, reskirinê, dutîretiyê bû, ku êzdiyan ji netewa wan dûrxin. Rêvabirên nû pêsda hatin. Meriv nizane kê pêsewitiyê vê civakê ye, kê neyar e.

Ez yek ji wan sexsa me, ku eva 50 salî zêdetire nivîsên xwe da tim tagirî- mêla PDK, serokatiya herema Kurdistanê kirye. Min û gelek hevalên min ew wek dûajoyê rêbaza Mele Mistefa Barzaniyê Mezin, sîmvola azadî û berxwedana gelê Kurd dîtine. Me hîvyê mezin Herema Kurdistanê va girê didan. Wê bêdengiyê û bêxemya hindava vê zulma Sengalê da ez jî kirim nava ês û fikarên giran, bawariya berê nav minda kete bin pirsê…

Nîv sedsalî tistekî bawarkî û carekê va …

Çawa qîrîn-nivîsînên gelekan usa jî nivîsînên min wek berê dîsa bêbersîv man.

Rexne Êzdiyan payê pirê Mîrê Êzdiyan Tesîm Begê bûn. Tesîn Beg nexwes li nexwesxaneke Almanyayê bû. Êzdiyan bi tûndî ew rexne dikirin, çima wê roja teng ew bi wanra nîne, çima timê li pey gotinê PDK ê bûye, sîyasîke sas mesandiye.

Dihate xanê dengê Mîr jî ji Almanyayê nedigihîste serokatya heremê…

Û bi texmîna min Mîr ji bêçariya xwe ew elametiya xweye sert kir, ku serokatiya heremê bêsîne, ku dewî wê bêdengi û bêxemya wan bîne, guhdariyê biksîne ser halê êzdiyayî tiragîk. Ji bo berbirbûna mîr ya sala, û elametiyên wîye berê gisk zanin.

Lê birêzan fikira elametiya Mîr tê negihîstin. Nerazîbûn nîsan dan, gotin giva Mîr 82 saliye nizane çi dibêje, bi hukumê der-dora da ew elametî kirye, nizanim çi, nizanim çî.

Gerekê bê gotin Mîr bi zanibûn ew elametî kir û elametîke cîda bû, çawa dilê geleka usa jî bi dilê min bû.

Ez yek ji wan im yê kar û barê serokatiya Êzdiyan ne ya civakî, ne jî ya ruhanî ya bi sala dilê min nîbûye û min nepejirandiye. Lê ev gava mîr, gaveke cîda, rast û bi dilê min bû.

Usane serokatiya heremê, sîyaseta Kurdî ne ku ciyê vala gera kêmasiya Mîrê Êzdiya ra çêkin lê li ser gotinê wî û gazinên êzdiya da rast bifikirin û dilgermî, xemxurî nêzîkî her pirsgirêkeke gelê xwe bin.

Nakokiyê navbera hêzan, neyartiya navbera wan da îro serê êzdiyan hatiye alandin, ev tiragêdiya xwera kirine lîstok. Maqûlî nîne… Kê tengasyê da hewara êzdiya hatiye, êzdî vir heta mala xwedê jê razîne, lê ew nayê wê wetê… ‘Eger ez hatime hewara te usane tu malê minî…’

Her kes zane ku Kurdistan û gelê Kurd pêvajoyeke gelekî giran ra derbaz dibe, hezar û yek pirsgirêkên ferz hene, devedevî du mîlyon penaber hilsiyane Heremê, her dera Kurdistanêda ser-dew e, serokatiya dewleta Iraqê wek nexwesekî bethal hin bêtaqet û bêçar e, hin jî neyartiya herêmê dike, DAÎS wek neyarekî dakutaye weletê Kurdan, dinya Îslamî neyartiya gelê Kurd û avakirna Kurdistanek serbixwe dike, dixweze xelîfeta Ereba li ser axa Kurda avake, dîsa Kurdistanê bike bin nîrê dewranên res, serê Kobaniyê, çavsorî û neyartiya çînar û dagirkirên Kurdistanê, pirsgirêka Kurda bûye ya cihanê, tifaq û yekîtî nava hêzên kurda da tune…

Dîrokê ew giranî û pêra ji çareserkirina pirsgirêka avakirina Kurdistanek serbixwe danye ser milê serokatiya heremê.

Ev borc hin giran e, hin serfiraziye.

Ev gisk femdarî ye, lê gerekê her Kurd, hêz û rêvabirên Kurdan bizanbin kereseta Sengalê bûyareke normal nîne, ew wekilandina wan komkujiyên dîrokî ne, ku dîroka Kurdistanê da bi hezara cara musulmaniyê bo tunekirinê anîne serê Kurdên Êzdî, hevkarê wan qetilyaman usa jî Kurdên musulman bûne. Serokatya heremê gerekê usa sar nêzîkî vê pirsê nebiya, êzdî bidana bawarkirin ku gelê kurd êdî yê sed sal berê nîne, qencî xirabî, kar û zirara xwe zane, êzdî bida bawarkirin ku ew pista Êzdiya ne, neyarê Êzdiyan neyarê temamiya gelê Kurd in.

Niha Sengal halekî dijwer da ne. Neheqiya bê wîjdan û bûyarên mehê derbazbûyî sik kirine dilê xelkê. Bêbawarî çê bûye berbi her kesî û her tistî, berbi pêsîrojê. Êzdiya bawariya xwe unda kirye. Gelek dibêjin ‘Kes ji bona çavê me alîkariya me nake’. Di bin alîkariya her yekî da berjewendî hene.

Gelek wê bas bûya çawa ji bo Kobaniyê Hêzên Kordistanî hatine bal hev, tifaqa xwe çê kirin, bi dengekî û armancekê derketin dijî neyarê gelê xwe, vira jî ew tifaq çê be. Çawa di nava Hêzên Kurdistanî ûsa jî nava girûpên Êzdiyan da. Kurdên Êzdî ra ji bo pêsîroje rêya ewlekariyê bê dîtin, birînê wan bi maqûlî bêne dermankirin. Sengal nebe lîstoka berjewandiyan, malê Hêzan.

Sengal Kurdistan e, wek parêzereke temamya Êzdiyên cihanê ra bibe merkezekê û êzdî, ku jî hebin, kîjan qulçê cihanê, xwe li wur- Kurdistana xwe bigrin.

Ez bawarim pirsgiêkêên Sengalê wê Herêma Kurdistanê da bêne çareserkirin.

Eskerê Boyik

Balkêş e ?
Close
Back to top button