Nivîsar

Abdullah Ocalan bi MIT-ê destpê kir û dixwaze bi MIT-ê xelas jî bike

SWÊD, 20/1 2013 — Dewleta Tirkiyeyê bi biryara hikûmeta AKP-ê û bi rêya MIT-ê dest bi danûstandinan digel rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan kiriye. Berî hertistî divêt mirov bizane ko ev proses ne ji bo çareserkirina doza miletê kurd e li bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê. Tirkiye lêdixebite ko problema xwe ya digel PKK-ê çareser bike.

Dema ko mirov li medyaya tirkan û heta medyaya kurdan û raya gistî ya kurdan jî temasa dike mirov dibîne ko atmosfereka wisa têt lanse kirin ko goya miletê kurd û miletê tirk dikin bi astiyeka nû li hev bikin û serkêsiya vê projeyê jî Erdogan û mitefiqê wî yê nû Ocalan dikin. Ev îluzyoneka bêesas e. Dewleta Tirkiyeyê û Ocalan mimkin e ko rêyeka lihevkirinê bibînin û problemên xwe çareser bikin lê belê doza miletê kurd her baqî ye û bi rêya Ocalan û MIT-ê safî nabe.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan radibe û rûdine dibêje ko divêt PKK bi temamî dest ji sîlehan berde û heta ko PKK dest ji sîlehan bernede ordiya Tirkiyeyê dê operasyonên xwe berdewam bike. Serokê konseya birêvebir ya KCK-ê Murat Karayilan dibêje Tirkiyeyê di danûstandinên digel wan de qet behsa çekdanînê nekiriye û tenê gotiye bila PKK gerîlayên xwe yên li bakurê Kurdistanê derxe û bibe basûrê Kurdistanê.

Em doza miletê kurd û çareserkirina wê bi temamî danin aliyekî ji ber di danûstandinên MIT-ê û rêberê PKK-ê Ocalan de qet behsa çareserkirina yek mafê neteweyî tenê jî ji bo miletê kurd nayêt kirin. Ocalan garantî daye MIT-ê ko ew daxwaza serxwebûnê, federasyonê û heta ‘xweseriya demokratîk’ jî nake.

Bas e heger pirs tenê PKK û bêçekkirina PKK-ê be çima Tirkiye dixwaze ko PKK gerîlayên xwe ji bakur derxe û bibe basûr? PKK rêxistineka Tirkiyeyê ye û divêt Tirkiye di hundirê xwe de wê çareser bike. Ji bo vê jî pêwistî bi îradeyeka siyasî ya Tirkiyeyê û biryarên siyasî heye. Çênabe ko Tirkiye bibêje qanûnên wê rênadin ko gerîlayên PKK-ê li bakur û Tirkiyeyê bimînin.

Divêt Tirkiye bi biryareka siyasî qanûnên xwe biguhore û rê bide ko hemî gerîlayên PKK-ê yên li bakur û Tirkiyeyê vegerin malên xwe. Herwiha divêt Tirkiye rêyeka qanûnî ji PKK-ya li Qendîlê re jî bibîne û rêbide ko ew jî vegerin bakur û Tirkiyeyê.

Problema herî mezin ya Tirkiyeyê îro ew e ko PKK bûye rêxistineka pirserî û destên gelek dewletan ketiye nêv wê de. Tirkiye dixwaze bi rêya Ocalan careka dî kontrola xwe li ser temamiya PKK-ê dane û ji bo vê hemî rêyan diceribîne.

Ev nêzîkî du salan e ko Tirkiye êrisî bingehên PKK-ê yên li Qendîlê dike. Di eslê xwe de Tirkiye wî serî ji bo Ocalan dike da PKK-ya li Qendîlê guhê xwe bide Ocalan û MIT-ê û guhê xwe nede îstixbarata Îranê û Sûriyeyê. Operasyonên KCK-ê û girtina bi hezaranan terefdarên PKK-ê û BDP-ê jî parçeyek ji sikandina tesîra PKK-ya li Qendîlê bû da BDP îtaetê ji Ocalan tenê re bike.

Sala 2012-ê Tirkiyeyê li bakurê Kurdistanê û nemaze li devera Semzînanê êrisên mezin bir ser gerîlayên PKK-ê. Li gor bîlançoyên eskerî yên Tirkiyeyê di sala borî de 900 gerîlayên PKK-ê hatin kustin û 400 gerîla jî hatin berteref kirin. Tirkiyeyê ew 900 gerîla kustin da PKK serê xwe ji Ocalan û MIT-ê re bitewîne.

Pistî êrisên hewayî yên berdewam li ser Qendîlê û kustina 900 gerîlayên PKK-ê Tirkiye dihesibîne ko PKK hatiye qunaxeka wisa ko guhê xwe bide Ocalan û MIT-ê. Ocalan jî pistî têkçûna ergenekonciyan û eskeran li hemberî hikûmetê teslîmî AKP-ê bû û li ergenekonciyan û eskeran qulipî.

Bi îhtimaleka pir mezin BDP-ya di bin serokatiya Selahattin Demirtas û Gultan Kisanakê de û KCD-ya di bin serokatiya Ahmet Turk û Aysel Tuglukê de jî hêdî-hêdî dê xwe ji PKK-ya li Qendîlê dûr bikin û nêzîkî xeta Ocalan û MIT-ê bikin. Jixwe Ahmet Turk bêyî ko ti delîl hebin di heqê kustina Sakine Cansizê û herdu hevalên wê de got dibe ko destê Îranê di vê kustinê de hebe. Yanî herçend kustin bi destê endamên PKK-ê jî bûbe Ahmet Turk bawer dike ko bi înisiyatîva Îranê bûye.

Rêberê PKK-ê Abdullah Ocalan gelek caran gotiye ko wî PKK bi îmkanên dewletê û bi zelamên dewletê yanî bi arîkariya MIT-ê ava kir û ji hêviyên ko jê dihat kirin zêdetir xizmet ji bo dewletê kir. Niho Ocalan û MIT cardî li hev dicivin û dibêjin ko dê meseleya PKK-ê safî bikin.

Siyasetmedarê kurd yê xudantecribe Dengir Mir Mehmet Firat rexneyan li hikûmeta AKP-ê û dewletê digire û dibêje divêt ev danûstandin ne bi rêya MIT-ê lê belê bi rêya hinek berpirsên siyasî ji hikûmetê bihata kirin.

Rexneya Dengir Mir Mehmet Firat dê di cihê xwe de bûya heger mebest ji danûstandinan çareserkirina doza miletê kurd û wekheviya di nêvbera miletê kurd û miletê tirk de bûye. Lê belê ji ber ko mebesta danûstandinan tenê çareserkirina problema Tirkiyeyê ya digel rêxistina PKK-ê ye pêwistî bi ‘siyasetê’ nîne.

Ocalan di salên 70-yê de PKK bi hevkariya MIT-ê ava kir û îro dixwaze bi hevkariya MIT-ê xelas jî bike. Ne diyar e ka konjunktura dinyayê ya îro dê wî sansî bide Ocalan û MIT-ê yan ne.
—————————————————-
Ji malpera NEFEL

Arif Zêrevan

Balkêş e ?
Close
Back to top button