Adar e, bi ês û jan e him cejn e, him dîlan e
Dema we bi xêr, roj bas xwendevanên hêja. Gelek wext e ku min jî dev
ji nivîsîna zimanê xwe yê zikmakî berdabû. Hecku min dixwast her dem
qasî zanîna xwe ez bi zimanê dayîka xwe hin tistan binivîsînim, lê sed
mixab û sed heyf e ku xwendevanên zimanê dayîkê gelek kêm in. Ji ber
vê yekê jî mirov carna bêgav dimîne û zimanê ku dijminê xwînxwar bi
dara zorê ji gelê me yê kesîb daye fêrkirin, wî zimanî dinivîsîne.
Jibo vê jî daxwazî û mabest dîyar e, ez bawer im her kes dizane. Ango
gelê me bi zimanê xwe yê zikmakî ve nehatîye perwerdekirin. Nêzî sed
sal e ku zimanê dayîka me hatîye qedexekirin, gelê me bi zimanê
dijminekî zalim ve tê perwerdekirin û tê xapandin. Ji ber vê yekê jî
hemû nivîskarên Kurd, -Kurdên bakûrê Kurdistan- bi piranî bêgav
dimînin û bi zimanê dijmin dinivîsînin, dixwazin bi vî zimanî peyamên
xwe bigîhîjînin gelê xwe. Di vê gelsê da nivîskarên bakûrê Kurdistan
çiqas bi heq in, ez wê jî ji we xwendevanan ra dihêlim.
Herwaha xwendevanên xosewîst, ez vê gelsê dirêj nekim, werim ser gelsa binyat, ango asas. Ji ber ku li jor sernivîs bi navê meha Adarê
destpêbûye. Min gotîye ‘Adar e, bi ês û jan e, him cejn e, him dîlan
e’. Bi rastî jî usa ye ne usa?
Gelo meha Adarê çira ji me Kurdan ra him bi ês û jan e, him jî cenj û
dîlan e? Niha bi destûra we ez dixwazim werim ser pirsa vê gelsê û
mijarê. Çawa ku hûn jî dizanin, bav û kalên me ji me ra: ‘Meha Adarê,
mizgîna destpêka biharê ye. Li ser dest û çîyan, kas, tap û zînarên
Kurdistan barana berfê kêm dibe. Dar û ber hêdî-hêdî di bin berfa sar
û qemir da derdikevin, di gelek cîyan da dar bisku didin, silî û
sepelî berfê dihelîne, xweza tê guhartin. Hin kal û pîrên gundê me, di
heft, neh, hivdeh û bîst û yekê vê mehê da rojî digirtin. ‘Rojî
digirtin’ dibêjim, lê sêst sal berê, niha nizanim. Ji ber ku dîya mina
dilovan her sal di van her çar rojan da rojî digirt, lê jibo çi bû
nizanim. Dîya min digot ‘Va her çar rojana rojên pîroz in’ lê
pîrozbûna van rojan li ku dihat min jê pirs nekir; ji ber ku ez zarok
bûm, pirskirin nedihat hisê min, heya roja mirina wê jî min jê pirs
nekir. Tistê ku tê bîra min, hemû kal û pîran bi taybetî jibo roja
bîst û yekê Adarê ‘Îro roja nû ye, sersal e, ji me ra wek cejn e. Ji
ber ku di vê rojê da sêla sur, ango sêla germ dikeve binê erdê, erdê
germ dike, ax berfê dimêje, bi hemû nebatên xweza ve avis dibe. Heman
wek dayîkek çito ku di zarok da ducan dibe’ digotin. Bi rastî jî usa
ye. Li Kurdistanê -dîsa bi taybetî jî ez jibo Kurdistana bakûr
dibêjim- di vê mehê da rews bi tevahî tê guhartin. Mî, bizin, çêlek
dizên. Kalandina berx û karikan, mûr e mûra golikan ji gel ra dibe
awaz û melodîyek xwes. Dew, mast û rûn zêde dibin. Cotkar, nîr, hevcar
û gîsinên xwe jibo cotê biharê amade dikin, kebanîyên malan ‘Bihar e,
Adar e, dew li dar e, hewa ne pirr germ, ne pirr sar e, li bin çêlekê
golik, li bin mî yê berx, li bin bizinê kar e’ dibêjin, bi meskan dew
dikên, sap-sapa meskan dibe melodî û awaz jibo gundîyan. Teyr û tûr
jî di qul û sikeftan da derdikevin, ew jî li hewa difirin, li biharê
sadibin, ji xwe ra hêlînên nû çêdikin, têda hêkan dikin, kurk dibin
çêlikan tînin der, ew jî wek me mirovan û hemû jîndaran bi çêlikên xwe
sa dibin. Gelo rewsa îro li Kurdistana bakûr wek van gotinên min e? Ez
bawer nakim. Gotinê minên li jor, jibo sêst sal berê ne xwendevanên
hêja. Sî (30) sal e ku di wî welatî me da serekî bi xwîn heye, nêzî
sed hezar (100.000) kesên me hatine kustin, çar hezar gund hatine
hilsandin, sewitandin, bi mîlyonan Kurd koçebar bûne ketine metropolên
dijmin; tazî û birçî, bê kar, bê war û bê mal mane. Di pagê malê
gundîyên Kurd da, kund dixwînin, misk û maran hêlîn çêkirine, beraz
tijî bûne. Gundên ku mane jî, niha di wan gundan da ne mesk mane ne
sêpê, ne ga û gam, ne bêder, ne nîr, ne jî hevcar û gîsin. Di dewsa
van da patoz û traktor hene. Mesk, lolewî, kêrî, sêpê, nîr, hevcar,
tapan û gîsin bûne hacetên kevn, ango kilasîk, antîka. Êêêêêêêê cîhan
e, ken û kêf û dîlan e/ Derd, kul, keser, ês û jan e/ Mirov jî pitik
e, xort e, ciwan e/ Roj tê kal û pîr e, bê teqat û mecal e. Ne usa?
Belê, di zaroktîya min da rews wek gotinê minên jor bû, lê bîst û yekê
Adarê wekî cejn nedihat pîrozkirin. Erê navê gelek keçên me Newroz bû,
lê cejn û dîlanî tunebû li herêma me, balam li hin cîyên din rews çito
bû ez wê nizanim. Ji ber ku li pistî 14-4-1951’î da ez li welêt
derketim, bûm terkî-welat, li pistî sala 1979, cara yekem di vê
kîswera qedîm da -Awistûralya- ez bûm nasê cejna xwe ya Newroz û
dîlanîya vê roja pîroz.
Heman usa xwendevanên delal, ez serê we neêsînim, vêca jî werim ser ês û jana meha Adarê. Çira min got ‘Bi ês û jan e?’. Bi rastî, li pistî
tevgera hesinker, mêrxwas û lehengê Kurd Kawa yê gorbihist, bi
tevahîya dîroka gelê Kurd da mehên Adarê çito û çawa derbas bûne ez wê rind nizanim; lê li destpêka sedsala bîstan heya roja îro, ez pirr,
hendik dizanim di meha Adarê da li welatê min çi bûye, çi bûyer
qewimîne. Bê derew di sedsala bîstan da, meha Adarê ji me Kurdan ra
bûye meha res-girêdanê. Tevkujîya Dersim di bihara sala 1937’an, meha
Adarê da destpêbûye û dijminê zalim li ser wî erdê evrar û pîroz,
heftê hezarî zêtir (70.000) gelê me bi barbarî kustîye, ev meha ji me
ra kirîye meha res-girêdanê. Li pey wê sal û rojan, dîsa gelek bûyer
di vê mehê da cî girtine, gelek Kurdperwerên Kurdistan hatine kustin.
Dîsa di diwanzdehê (12) Adara 1971’î da bîrname ya fasîzmê û kustina
gelek kesan û dardakirina sê xwendevanên ciwan, ku ez bawer im ji wan
dudu Kurd bûn, Huseyîn Înan û Denîz Gezmîs.
Li pey wê barbarîya Roma Res, vêca jî di sanzdehê (16) Adara sala
1988’an li basûrê Kurdistan, Saddamê zorba, zalim û fasîst, li ser
Kurdên bajarê Helebcê bombeyên kîmyewî bi karanî û barand, di wê
barbarîya ne mirovî da pênc hezar (5000) zar-zêç, kal, pîr, jin, bûk,
keç û xortên me cangorî bûn, deh hezar (10.000) kes jî birîndar, seqet
û kor bûn. Ji ber vê yekê ye ku ez dibêjim ‘Adar e, bi ês û jan e/ Him
cejn e, him dîlan e. Çira dîlan e, min li jor got. Niha jî bi destûra
we ez li jêr ji we ra helbesta xwe ya ku min jibo tevkujîya Helebcê di
wê salê da nivîsîbû, binivîsînim. Berê ku ez destpêka nivîsîna
helbestê bikim, ez wek Kurdekî Kurdevîn, li pês gîyana hemû cangorîyên
Kurdistan, bi rêz serê xwe xar dikim, ditewînim, ku heye ‘Cîyê wan
bihist be, di nav nûr da razin’ dibêjim, wan bi dil û can ji bîrtînim.
Jibo Tevkujîya Helebcê
‘Res Girêdan’
Hezar nehsed hestê hest bû
Kurdperweran res girêdan
Nûçe ya res zû belav bû
Kurdevînan res girêdan
Eman, eman, eman, eman
Helebce bû mij û dûman
Pênc hezar Kurd cangorî bûn
Birîndaran nedît derman
Eman, eman, eman yadê
Zar, zêç, pîr, kal, teyrên Xwedê
Bi bayê kîmyewî mirin
Res girêda Kurdo, Werdê
Hewa ewr bû, hînik û sar
Mehe Adar, demsal bihar
Bi êrîs çû dijminê har
Dest û çîyan res girêdan
Di jor da bombe barandin
Kîmyewî bûn can helandin
Qîrîn, hewar û nalandin
Erd û ezman res girêdan
Hewayê jehr jîyan kir zor
Cîhan bêdeng ma bû çav kor
Mirin Kurmanc, Soran û Lor
Li tev Zazan res girêdan
Mij dûman bû ezman, sema
Zar, zêç mirin kesek nema
Helebce bû Hîrosîma
Kurdistanê res girêda
Pêsmerge zû derketin der
Dijmin ba bû, nedibû ser
Çav kor dibûn, guh dibûn kerr
Kevir, daran res girêdan
Rê kûçan da meyît hezar
Di hewsan da pez û dewar
Gelê Kurd dît gelek zerar
Hêzên Kurdan res girêdan
Di newal û çem û kortan
Têda lasên keç û xortan
Bîhîst Dersim, Cizra Botan
Tev Mem û Zîn res girêdan
Çar hezar gund, war banî
Dijmin hilsand dawî anî
Di tirbê da Feqî, Xanî
Tev Cîgerxwîn res girêdan
Sed û hestê du hezar kes
Saddam girt bir, bêdeng herkes
Li çolan kust kûçkê teres
Roj û qûman res girêdan
Boldezeran çal kirin erd
Bin qûmê da gor bûn sêr, merd
Ev zilm Kurd ra bû kul û derd
Çalên bi xwîn res girêdan
Li derve bûn zarokên hûr
Dileyîztin ji gunan dûr
Yekcar mat man, çav kirin zûr
Kaw, gogên wan res girêdan
Bav, dê û ap, tev zar-zêçan
Xortên ciwan, tev bûk, keçan
Lasên wan gîst hatin pêçan
Caw, tawûtan res girêdan
Deh hezaran welat terk kir
Cîhanê dît, lê guh kerr kir
Kurdan ji jehrê ra ser kir
Rê û dirban res girêdan
Pitik berê daykê dimît
Hewa jehr bû kesî nedît
Mirin leheng, mêrxwas, egît
Kesên mayî res girêdan
Dijminê barbar û bêbext
Gelê Kurd nêçîr kir bêwext
Sewitand war, nehîst mal, text
Dar û beran res girêdan
Mal da rûnistibûn pîr, kal
Li derve bûn Heval, Delal
Hemû jehr bûn avên zelal
Kanî, çeman res girêdan
Li ber pêz bûn zarok, sivan
Mijek derket li pês çavan
Bi wê mirin heywan, gavan
Kulav, bilûr res girêdan
Tev bê hilm man ketin erdê
Sêrko, Xosnav, Dîlan, Werdê
Mirina wan nedît Xwedê
Xwedênasan res girêdan
Bi hewayê jehr fetisî
Bin tavê da ma helisî
Nedît Xwedê, Mehdî, Mehsî
Çil nebîyan res girêdan
Pitik di nav pêçekan da
Di nav milê dayîkan da
Mirin gîst bin xanîyan da
Cil, dergûsan res girêdan
Zar-zêç li der ber derîyan
Dileyîztin, digerîyan
Bombe jor da dibarîyan
Ba û hewa res girêdan
Hewarîya wan zar-zêçan
Sîna daykan, bûk û keçan
Pitikên hûr natin pêçan
Paç, pêçekan res girêdan
Xusk û bira, dayîk û bav
Derketin der avêtin gav
Rizgar nebûn dawî dît rev
Ling û çêqan res girêdan
Bavo kurê xwe hembêz kir
Jonî sikyan wî ranekir
Tev zarok gîyan radest kir
Sal û sapik res girêdan
Loda miryan ketin ser hev
Lasên qusek, neman çav, dev
Wer li der man bi roj û sev
Hîv û rojê res girêdan
Ax li min, ax li min yadê
Nevîyên Kurdo û Werdê
Mirin las man li ser erdê
Tevir, bêran res girêdan
Tawûs û Ahûra Mazda
Ew bêdeng man li tev Yezda
Qet hêzekî hêzek neda
Hêzên Kurdan res girêdan
Xuya nebû Zerdestê kal
Cî ranebû Rustemê Zal
Kesek Kurd ra nebû heval
Dil, kezeban res girêdan
Zû belav bû ev nûça res
Kurdek nema rûken, dilges
Ses kîswer û Hînd û Hebes
Kesîb, jaran res girêdan
Têlewîzyonên cîhanê
Ew rewsa anîn ekranê
Jîn tunebû li meydanê
Temasvanan res girêdan
Emperyalan dengek nekir
Hukma Sovyet qet serm nekir
Wana dilê Saddam sakir
Pesverûyan res girêdan
Saddam, Xumeynî û Ozal
Ew dijmin in, nabin heval
Rews li ber çav, ronî, zelal
Pîpkê çavan res girêdan
Dijminek jî Hafiz Esad
Ehrîmanê bêbext, fêsad
Ew jî sa bû, wî dil kir sad
Selahhaddîn res girêda
Birayê Kurd ders bistîne
Ji xwe ra rêkî bibîne
Cînanê negot ‘Kurd kî ne’
Mirovhezan res girêdan
Li bûyeran em mêze kin
Dost û dijmin hev cuda kin
Bibin yek em dûra ser kin
Ku em nebin res girêdan
Em tirba xwe, xwe bikolin
Dijmin Ereb, Tirk Moxol in
Me dikujin çendsed sal in?
Sal û qirnan res girêdan
Birano dîrokê vekin
Binivsînin ji bîrnekin
Gîyana sehîdan sakin
Pênûs nebin res girêdan
Sêx Seîd, Helebce, Zîlan
Dersim, Agrî jan kir dilan
Va helbesta Rizê Guran (1)
Mala Guran res girêdan.
1- ‘Guran’ bernavka malbata min e.
Li pey sanzdehê (16) Adara sala 1988, tevkujîya Helebcê ev helbest
hatîye nivîsîn..
Xwendevanên delan, berê ku ez dûwayî bidim van xetan, ji we û ji hemû
gelê Kurd ra ‘Newroza we pîroz be, hemû rojên we Newroz bin’ dibêjim,
silavê biratî ji we hemûyan ra rêdikim.
Bimînin di xwesîyê da.
Riza Çolpan, Sydney.
Riza Çolpan