Nûçe

Agirê Newrozê li Kopenhagê

Newroza îsal li Kopenhagenê ji alîyê Serokparlamanê Danîmark ve hate vekirin

Bi helhefta cejna netewî a gelê kurd, Cejna Newrozê, Federesyona Komelên Kurd li Danîmark (FKKD), ku KOMKAR-DK jî endamê wê ye û Hevkarîya Hêzên Sîyasî ên Kurd li Danîmark (HEVKARI), ku Partîya Sosyalîst a Kurdistan (PSK) jî di nav de ye, di roja 20.Adara 2015’an de bi coseke mezin Agirê Newrozê pêxististin. Agirê Newroza îsal li navenda bajêr, li meydana Saredarîya Bajarê Mezin a Kopenhagenê , li ‘Rådhuspladsen’ pêk hat. Bi sedan kurdên nîstecîyên bajêr û derdora wê û nas û dostên kurdan besdarî çalakîya Newrozê bûn û cejna netewî a gelê kurd pîroz kirin.

Newroza îsal ji bo berxwedana pêsmergeyên qahreman ên Kurdistanê, sehîdên Singal û Kobanî û tevaye Kurdistanê û dîlên di destên neyaran de hat dîyarî kirin.

Îsal taybetîyeke girîng a Newrozê li bajarê Kopenhagenê hebû. Ew jî ew bû ku gelek sîyasetmedarên danîmarkî ên qada bilind, ku bi salane dostên gelê kurdin, di vê roja teybet de jî kurd bi tenê nehistin û besdarî çalakîya Newrozê bûn. Sîyasetmedarên danîmarkî ku besdarî Newrozê bûn ev bûn: Serokparlamanê Danîmark Mogens Lykketoft ji Partîya Sosyaldemokrat (S), Wezîrê Derve ê Danîmark Martin Lidegaard ji Partîya Çep a Lîberal (R), Wezîrê Hundir ê berê Bertel Haarder ji Partîya Lîberal (V), Wezîrê Derve ê berê Holger K. Nielsen ji Partîya Sosyalîst a Gel (SF) û Endama Kurd a Parlamento Özlem Çekiç (SF).

Hêjayî gotinê ye ku serokparlaman Mogens Lykketoft wê di meha Îlona 2015’an de bibê serokê Netewên Yekbûyî (NY).

Çalakîya Newrozê bi yek deqe rêzgirtin ji bo hemû sehîdên Kurdistanê û sirûda Newrozê dest bi bernameyê kir. Endama Kurd Özlem Çekiç û kek Ahmed ji serî heta bi dawîyê rêveberîya Newrozê mesandin.

Çalakîya Newrozê ji alîyê Serokparlamanê Danîmark Mogens Lykketoft ve hate vekirin. Serokparlaman bi kurdî Newroza kurdan pîroz kir û dest bi axaftina xwe kir. Mogens Lykketoft ji bo vexwendinê û vekirina çalakîyê spasîyên xwe pêskês kir û bahsa rewsa kurdan, maf û berxwedana kurdan kir û xasima jî rola pêshmergan li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê bilind nirxand. Pistî serokparlaman Wezîrê Derve Martin Lidegaard, Wezîrê Derve ê berê Holger K. Nielsen, Wezirê Hundir ê berê Bertel Haarder jî bi dorê axaftinên xwe pêskês kirin û bal kisandin ser berxwedana kurdan a ji bo bidestxistina mafên xwe û serê li Kurdistanê ku îro li dijî DAIS’ê tê mesandin. Hemû axaftvanan jî di axaftinên xwe pesnê berxwedana kurdan û mêrxasîya pesmergeyan û hemû servanên kurd di çeperên ser de li dijî DAIS’ê dan û anîn ziman ku berxwedana kurdan di ser de ne tenê ji bo kurdane, lê herweha ji bo tevaye dinyayê ye û ew bilind nirxandin. Çarçoveya axaftinên wan hemûyan jî bi gistî gelekî erênî bûn û di berdewamîya pistgirîya li dijî terora DAIS’ê de hemfikir bûn.

Pistî axaftinên mêvanan axaftinên hevbes ên bi kurdî û danîmarkî jî li ser navê FKKD’ê û HEVKARÎ’yê hatin pêskês kirin. Axaftina bi kurdî ji alîyê serokê FKKD’ê Adnan Axacan ve û axaftina bi zimanê danbîmarkî jî ji alîyê cîgirê serokê FKKD’ê Yilmaz Yildiz ve hatin pêskês kirin. Di axaftinan de li ser wateya Newrozê wek cejna biharê, cejna netewî û sembol û berxwedana gelê kurd hat rawestandin û bahsa karêsatên li Singal û Kobanî û berxwedana kurdan li dijî rêxistina terorîst a DAIS’ê li Basûr û Rojavayê Kurdistanê hat kirin. FKKD û HEVKARÎ’yê ji bo pistgirîya Hêzên Hevpeyman a ji bo kurdan spasîyên xwe pêskês kirin û bi taybetî jî spasîyeke germ li welatê Danîmark kir ku cihê xwe di nav vê Hêza Hevpeyman de girtîye.

Di çalakîya Agirê Newrozê de hûnermend Fuat Talay, Cahit Ece, Mahmut Berzencî û Fethî amade bûn û bi muzîk û awazên xwe rengek taybet dane Newrozê. Besdarvanan jî heta dereng govend û dîlan kisandin.

Newroza îsal li paytexta Danîmark, li bajarê Kopenhagenê jî bi vi rengî û bi serkeftinek mezin derbas bû.

Hemû besdarvan û amadekarên Newrozê kêfxwes bûn û hemûyan bi dilekî xwes Newroza xwe bi dawî anîn.

Yilmaz Yildiz
Kopenhag

22.03.2015

Dengê Kurdistan

Back to top button