Ji Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRAya Amedê Sahiya Newrozê

Komeleya Çand û Hunerê ya ÇIRAya Amedê bi mebesta pîrozkirina Cejna Newrozê, sahiyekê li dar xist. Sahiya ku di 20ê Adarê de, li Salona Dawetê ya Kaplanê hate li darxistin, bigirseyî û çoseke mezin pêk hat.
Nûnerên Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR , Partiya Azadiya Kurdistan, Platforma Demokratên Kurd, Partiya Demokrata Pêsverû ya Kurd li Sûriyê, siyasetmedar û rewsenbîrên kurd wek Hatîce Yasar, Îbrahîm Guçlu, Bayram Bozyel, Hasan Dagtekin, Refik Karakoç, Seîd Veroj, Nezîrê Cibo, Rosan Lezgîn, komek ji kurdên Rojava û Basûrê Kurdistanê û jî besdarî sevê bûn.
Sahiya Newrozê ku pêskêsvaniya wê Yekbûn Eren dikir, bi rêzgirtina ji bo cangoriyên doza Kurdistanê dest pê kir. Pist re Serokê Komeleya ÇIRAya Amedê Esref Çakan axaftina destpêkê kir. Çakan di axaftina xwe de bal kisande ser girîngiya Newroza vê salê ku di bin siya êrîsên hovane yê rêxistina terorîst a DAISê li Basûr û Rojavayê Kurdistanê derbas dibe û got ku divê kurd li himber van êrîsan li ber xwe bidin û bibin yek.
Pistî axaftina Çakan, peyama Sekreterê Gistî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistan (PSK) Mesud Tek ji aliyê Nevzat Karakeçî ve hate xwendin. Mesud Tek di peyama xwe de li ser naverok û wateya Newrozê ya ji bo gele kurd û bûyerên li herêmê diqewimin nêrînên xwe parve kiribû. Ji wan nêrînan çendin wisa bûn:
‘Newroz ji bo me kurdan ne tenê destpêka sala nû ye, her wisa cejn û sembola yekitî, xebat, berxwedan, serketin û azadiyê ye. Gelê me di seranserê Kurdistanê da, ji ber taybetmendiya hanê ya NEWROZ’ê peyman nu dike û qewl dide, ku ji bona azadiya Kurdistanê bibe cangorî û bê westan kar û xebatê bike.
Di zirûfekî gelek hestyar û aloz de em pêswaziya NEWROZa 2715an dikin. Rewsa Rojhilata Navîn ji ber serê navxweyî û êrîsên DAISê yên yên li Suriyê û Iraqê tevlihev e. Tixubên ku ji aliyê emperyalistan ve û li gor berjewendiyên wan û nokerê wan û li dij xilafa vîna gelê navçeyê hatiye destnisan kirin, roj bi roj bê mane dibe. Wisa xuya ye, ku nexseya siyasî ya heyî, di herêmê de wê tekbiçe û nexseyekê nû wê peyda bibe. Lê pirs ev e, ku nexseya nû wê bi çi siklê be? Ciyê kurd û Kurdistan di vê nexseyê de wê çawa be?
Li Iraq û Suriyê ragihandina Dewleta Îslamî ji aliyê DAÎSê ve, alikariya siyasî û eskerî ya navneteweyî li Herêma Kurdistan û ji bo pêsmerge û servanên YPGê, serketina hêzên pêsmerge û servanan a li dijî terorîstan û berxwedana Kobanî wisa kiriye ku ji her demê pirtir behsa damezrandina dewleta Kurdistan a serbixwe were kirin.
Ligel vê yekê, îroj li Kurdistana Bakûr û Tirkiyê, bi taybetî di ‘pêvajoya çareseriyê’ ku bi diyaloga MÎT û Imrali dest pê kiriye, ji her demî pirtir behsa ‘Tirkiyeyî bûnê’ tê kirinê, ku ev yeka hanê berdewamiya siyaseta dewleta Tirk a unîter e.
Werîn di NEWROZA 2715an de, bi dengekî bilind bibêjin ku ’em ne Tirkiyeyî’ ne, ev der ne ‘nistimana hevbes e’, ne jî ‘coxrafyaya Îslamê’ ye. Em Kurdistanî ne, welatê me Kurdistan e û Kurdistan mulkê hemu kes e, ku tê de dijîn!
Werin NEWROZa 2715an li gor naveroka wê pîroz bikin, ji bona ‘welatekî azad, gelekî bextewar’, bi ruhê kurdayetî û biratiyê pêkve kar û xebat bikin.
Pistî peyama Sekreterê Gistî yê PSKê, nûnêrê Partiya Demokrata Pêsverû ya Kurd li Sûriyê Mahsum Elî mafê axaftinê stend û bîr û rayên xwe li ser serê navxweyî yê li Suriyê û êrîsên DAISê anî ziman, spasî ji bo kurdên li Bakûr kir ku mazûvaniya wan kirine û pistgirî dane berxwedana Kobaniyê.
Di sahiya Newrozê ya Komeleya ÇIRAyê de Serokê Saxê Amedê yê Partiya Maf û Azadiyan HAK-PAR Vasif Kahraman axivî û wî jî di heqê naveroka Newroz û bûyêrên vê dawiyê de nêrînên xwe anî ziman.
Pistî xwendina peyaman, hunermend Ciwan, ku endamê Komeleya ÇIRAyê ye, Mehmet Atli û Firat Baskale derketin ser dikê û bi stranên kurdî yên her sê hunermendan, girseya li salonê bi cos rabûn govendê.
Di sahiyê de dirûsmên wek Bijî Kurdistan, Bijî Newroz, Bijî Azadî Bimre Koletî, Bijî Partiya Sosyalîsta Kurdistan hatin avêtin.
Dengê Kurdistan


