Ahenga Çanda Kurdî ya KOMCIWAN-Swêdê bi xwesî derbasbû

Dengê Kurdistan / Stockholm
Komeleya ciwanên kurd KOMCIWAN-Swêdê, roja yeksemê li Stokholmê sahiya payizê ya pistî xilaskirina xebatên demsalê çêkir. Di sahiyê de bi hejmareke mezin zarok, ciwan û dê û bavên wan besdar bûn.
Wek tê zanîn KOMCIWAN-Swêd li Stokholmê her sal di mehên bihar û payîzê de ji bo zarok û ciwanan kursên govendê, tembûrê û kursa zimanê kurdî vedike. Li vira zarokên ji 5 salî heta ciwanên 18 salî besdarî kursan dibin. Di dawiya termîna xebatê de, zarok û ciwan digel dê û bavên xwe di sevbihêrkekê de dicivin û hunerên xwe pêskêsî dê û bavan û mêvanan didin.
Bernameya îsev ji aliyê dersdarên govendê û endamên Komîteya Karger Hêlîn Sönmez û Jînda Îsî hat vekirin. Wan bi zimanê kurdî û swêdî silav û xêrhatin dane besdaran. Dûra Sukrî Demîr, bi kurtî behsa kar û barên KOMCIWAN-Swêdê kir û spasî mamosteyên kursan kir. Serokê KOMKAR-Swêdê Haluk Öztürk jî bi kurtî qala giringiya tevlêbûna zarokan di van çalakîyan kir.
Sevbihêrk bi bernameyeke zengîn hat derbaskirin. Sê komên govendê li ber dahol û zirnê hunerên we yên govendê pêskês kirin. Koma tembûrjenan jî miqamên stranên gelêrî pêskês kirin. Hunermend Yasar bi deng û muzîka xwe seveke xwes da derbaskirin.
Di bernameya sevbihêrkê de “Kalê Serê Salê” jî hebû. Belavkirina diyariyan zarok dilxwes kirin. Ahenga çanda kurdi bi xwesî û serfirazî derbas bû.
Di sevahengê da Kurdistan-Tv jî amade bû û bernameya sevê kisand, bi mamosteyên kursan re hevpeyvîn kir.
Zarok û dê û bavan bi saetan govend gerandin demeke xwes derbas kirin.
Dengê Kurdistan