Nûçe

Dostê gelê kurd Holger K. Nielsen bû wezîrê derve ê Danîmark

Yilmaz Yildiz/Kopenhag

Berîya çend rojan serokwezîra Danîmark Helle Thorning-Shmidt care duwemîn di hin wezaretan de guhertin pêk anîn û wezîrên nû destnîsan kirin.

Berîya niha bi meh û nîvekê wezîrê derve ê Danîmark û kevneserokê Partîya Sosyalîst a Gel (SF) Villy Søvndal krîza dil derbas kiribû û hatibû emelîyat kirin. Pistre jî hevjîna wî bi nexwesîya dil ketibû û ev demek bû ku Villy Søvndal navberek dayibû karê xwe. Di roja 11.12.2013’an de jî Villy Søvndal bi daxûyanîyeke nivîskî ji bo raya gistî da eskere kirin ku ew ji ber tendurîstîya xwe û rewsa mal û zarokan êdî hew karê weke berê sedî sed karê xwe bas berdewam bikê û got ku him ji bo wî, him ji bo partîya wî û him jî ji bo tevaya Danîmark ya herî bas ewe ku ew di vê rewsê de karê xwe di cî de bihêlê û îstifaye xwe îlan kir. Villy Søvndal ne tenê dev ji wezîrtîyê berda, lê dev ji endametîya parlamento jî berda û bi temamî pista xwe da sîyasetê. Villy Søvndal dostekî hêja ê gelê kurd bû.

Li hêla din jî skandalekê di wezareta edaletê de rû da û wezîrê edaletê Morten Bødskov mecbur ma ku îstifaye xwe bidê. Di sala 2012’an de pirsgirêkek îstixbarî li dijî seroka Partîya Gel a Danîmark (Dansk Folke Parti) Pia Kjærsgaard çêbûbû û li ser vê yekê lêpirsînek hatibû dest pê kirin. Gava ku Komisyona Hiquqê a Parlamento ji bo ronîkirina pirsgirêkê banî wezîr Morten Bødskov kiribû, wî jî hin tist li hev anîbûn û rastî ji wan re dîyar nekiribû. Pistre jî dîyar bû ku wezîr agahdarîyên ne rast dayibûn komisyona parlamento û ji ber vê yekê berîya niha bi çend rojan dîsan banî wî kirin û çend seaten bi zîndî li ser televizyonan civînek berfireh li gel wî kirin û pirsên xwe jê kirin. Pistî civînê pirranîya partîyan ji ber rola wî nerazîbûn anîn ziman û rasterast ew derewîn derêxistin. Pistî vê civînê Lîsteya Yekîtîyê (Enhedslisten) jî, ku pistgirîya hikumetê dikê, daxuyanîyek da û got ku wezîr kî bê û ji kujan partîyê bê ferq nakê, lê di bin hemû sert û mercan de pêwîste wezîr rastîyê ji Komîsyona Hiquqê a Parlemto re bêjê û ji ber vê rola wezîr û agahdarîyên wî ên ne rast pistgirîya xwe ji wezîr da pas. Berîya wezîr jî serokê îstixbaratê ji ber rola xwe îstifaye xwe dabû.

Ji ber van sedeman hin wezîrên nû hatin destnîsan kirin. Ji bo wezareta derve Holger K. Nielsen, ku wezîrê zikatê bû (Vergi Bakani) hat destnîsan kirin.

Wek ku tê zanîn Holger K. Nielsen dostekî hêja ê gelê kurde û bi salan gelek zilm û tahdeya li ser kurdan anîye ziman û besdarî gelek civîn û sahîyên kurdan bûye. Ji ber van karên xwe û dilsozîya xwe a di ber gelê kurd de, nûnertîya Hikumeta Herêma Kurdistanê li Bakûrê Ewropa di roja 28.01.2009’an di galaye kurdî a li bajarê Kopenhagê ew wek ‘Dostê Kurdan ê fexrî’ xelat kiribû. Nûçeya di derbarê vê yekê de hun dikarin di bin vê lînkê de bixwînin: http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=8568&LinkID=141

Herweha jî gava ku Holger K. Nielsen di roja 09.12.2010’an de 25 salîya endametîya xwe di parlamento de bi resepsîyonekê pîroz kiribû, gelek partî û komelên kurdan jî, ku di nav wan de Partîya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) û KOMKAR-DK jî hebûn, vexwendibûn. Li wir kurdan surprîzek mezin jê re çêkiribûn û bi def û zurne di parlamento de 25 salîya endametîya wî pîroz kiribûn. Holger K. Nielsen jî ji ber vê dilgermîya kurdan gelek spasîya wan kiribû û di serê govendê de govenda kurdî gerandibû. Nûçe û fotoalbûma di vê derbarê de jî hun dikarin di bin van lînkan de bibînin:

1. http://www.dengeazad.com/NewsDetailN.aspx?id=8568&LinkID=141

2. http://picasaweb.google.com/104605611903513455559/HolgerKNielsens25ArsJubilUmIFolketinget

Di roja 03.05.2012’an de jî gava ku kevneserokê gistî ê HAK-PAR’ê Birêz Bayram Bozyel ji bo hevdîtineke li gel wezîrê derve Villy Søvndal hatibû Danîmark, di eynî rojê de hevdîtinek li gel Holger K. Nielsen û endama kurd a parlamento Özlem Çekiç jî hatibû kirin û li ser HAK-PAR’ê, pirsa kurdî û makezagona Tirkîyê û hwd. hatibû axaftin.

KOMKAR-DK ji bo destnîsankirina Holger K. Nielsen wek wezîrê nû ê derve nameyeke pîrozbahîyê jê re sand û kêfxwesîya xwe ji bo destnîsankirina wî anî ziman. KOMKAR’ê de nameye xwe de serkeftina Holger K. Nielsen xwest û got ku qet guman tê de nîne ku ewê weke demê pistgirîya kurdan bikê û zilm û tahdeya li ser kurdan bînê ziman. Bi taybetî jî daxwaz jê hat kirin ku rewsa kurdên Rojhilatê Kurdistanê bînê ziman û zextê li ser rejima Îranê deynê ta ku sêdaredana xortên kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bên bidawî kirin.

16.12.2013

Dengê Kurdistan

Back to top button