Amerîka û Rûsya, Rojhilata Nêzîk, Rojhilata Navîn û Kurdîstan
Rojhilata nêzîk û navîn herdem bûye navenda ser û pevçûnê di navbera welatên rojava û Rûsya de. Bi teybet divê sedsala dawî ser û pevçûnek mezin di navbera van alîyan de bûye, heger wek mînak em bêjin bes di navbera Rusya Qeyserî û împaratorîya Osmanî de ji qirnê XVII heta 1917 dor 50 caran ser bûye. Divê sedsala dawî de Asasê nîzama pêsin a cîhanê bi peymana sykes picot a sala 1916 de ji bo perçe bûna împaratorîya Osmanî hate danîn û bi peymana Sevr û Lozan seklê xwe yê dawî stend. Peymana Sykes Picot di destpêkê de di navbera Ingilîz û Fransade û bi pistgirîya Rusya Qeyserî hatibû amade kirin lê pasê di sala 1917 de soresa oktober li Rûsya pêkhat Rusya xwe ji vê hevpeymanê pasde veksand. Ev Nîzama han heta serê cîhanê yê duemîn berdewam kir. Di serê cîhanê yê duemîn de ev nîzam xera bû û pistî serê cîhanêyî duemîn di sala1945 de bi peymana Yalta a ku di navbera Josepf Stalin (Sovyet-Rûsya), Winston Churcill (îngilîz) û Franklin D Roosevelt (Amerîka) de nîzameke nuh hate danîn. Ji berya serê cîhanê yê yekemîn heta sala 1991 dema hilwesandina Sovyetê, di navbera îngilîz, Fransa, Almanya û Rûsya de, pistî serê cîhanê yê duemîn jî di navbera Welatên Rojava bi teybet Amerîka û Sovyet-Rûsya de ser û pevçûnek mezin li ser herêma Rojhilata nêzîk, navîn û Kurdistanê hebû. Sebebên vêya yê esasî herêma rojhilata navîn û nêzîk bi teybet Kurdistan herêma ku tim bûye wek sînor di navbera van herdû alîyan de. Dema ev sînor ji alîkîde tê xerakirin alîyê din mudaxele dike ku balansa heye xera nebe. Ev bi kêm ji 200 salî virde her weha bûye bi teybet pistî perçekirina împaratorîya Osmanî ev pir zelal bû. Ev balans bi hilwesandina Yekîtîya Sovyet 1991 de xera bû. Pistî hilwesandina Yekîtîya Sovyet welatên rojava bi serkêsîya Amerîka rewsa lawazbûna Rûsya bikar anîn û xwestin li gor xwe dizaynekê nuh bidin cîhanê. Lê weha diyare welatên Rojava bi teybet Amerîka nakarîbûn lawazbûna Rusya a 20 salî ji sala 1991 heta 2010 bi kar bianîna. Sebebên vêya asasî ew bû her çukas divî 20 salî de hêzeke xurt navdewletî ne bû jî lê hêzên herêmî ên wek Çîn, Hind, Brezîlya, Misir, Îran,Turkî di bûn asteng ji projeyên Amerîkayê re, sebebê din yê asasî ew bû ku welatên Rojava bi teybet Amerîka hesabekî sas kir ku di hesiband êdî Rusya hew bi serxwe ve tê. Bi hatina Putîn li ser hukum Rûsya xwe bi ser hevde anî û di konferansa navnetewî a 2007 li Munîhê a ji bo ewlekarîya cîhanê cara yekemîn pistî 20 salan Putîn îlan kir ku Rusya êdî yek Qutubtîya cihanê qebûl nake û wek aktorekî navdewletî tevgerîya. Rusya di praktîkê de evêya di sala 2008 de di serê Gurcistanê eskere kir pasê di pirsa Ûkrayna û nuha jî di pirsa Sûrî de ev wek hêzeke navdewletî nîsan da. Weha diyare nuha eskere bû bi teybet dipirsa sûrî de welatên Rojava bi teybet Amerîka Rusya wek hêzek navdewletî qebûl kirin û dixwazin di parvekirina cihanê de û jibo nîzameke nuh a cîhanê bi Rûsya re li hev bikin.
Amerîka û Kûrdîstan
Berya her tistî divê tistekî asasî em bizanibin ku têkilîyên welatên navnetewî bi Kurdanre di çarçewa startejîya wan a herêmî deye wek em dizanin siyaseteke Amerîkayê yekgirtî di pirs Kudistanê de nîne, Kurd perçakî siyaseta wan a bi Turkî, Îran, Sûrî û Irakê reye. Di çarçeweya têkilîyên bi van welatan re lipirsa Kurdistanê dinerin .Wek tê dizanin bi teybet ji salê 1965 de Kurdan (Kurdistana Basûr-PDK) pir aktîv lê xebîtîn bi Amerîkayêra têkilîya bikin. Heta sala 1972 a Amerîka bi tu awayî ne dixwest têkilîyan ligel Kurdan deyne. bi teybet pistî Înqlaba 1968 Iraqê ku di encamê wêde BAAS hate ser hukum ku Kurdan hêvî dikir ku wê Amerîka bi wanre têkilî bike, vê demêjî Amerîka rû neda Kurdan, amerîka dixwest têkilîyên xwe li gel rejîma nuh a BAAS xwes bike. Bes pistî Ku BAAS bi Yekîtîya Sovyet re peymanên eskerî, aborî çêkir. Amerîka bi Kurdanre bi dizî ne eskere dest bi têkilîyan kir. Ev têkilî di rêya CIA (îstixbarata Amerîka) disala 1972 a li Amerîka yê li navenda CIA a li Lenglî pêk hat. delegasyona Kurdan Ji rehmetîyê birêz Îdrîs Barzanî û parlementerê herema Kurdistanê ê nuha li parlementoya Iraqê birêz Dr.Mehmûd Osman pêk dihat. Wê demê bi serokê CIA Rickard Helmsom her weha berpirsên pentagon û bi hinek ji berpirsên wezareta derve re hevdîtin kirin. Pistî ku BAAS peyman bi Yekîtîya Sovyet re çêkir Amerîka xwest dest bavêje tevgera Kurd li basûrê kurdistan, bes ne dixwest raste raste û vekirî ew bi Kurdan re têkilî bike. Dixwest hemû têkilîyên xwe di ser Îranê re bi Kurdan re bike. Ev têkilî û alîkarî heta 06 adarê 1975 dewam kir. di sala 1975 a de Tifaqa Cezair di navbera Îran û Iraq de pêk hat û Amerîka û Îran alîkarî ji Soresa Kurd qut kirin.û wek em tev dizanin trajedîyek mezin hat serê gelê Kurd. wê demê Serokê tevgera Kurd Rehmetîyê birêz Mustafa Barzanî ji wezîrê derve Amerîka Henrî Kisinger re nameyek lê kir daxwaz, glî, gazin û metirsîya trajedîya milletê Kurd anîbû ziman. Lê bersîva Kisinger bi Kurtî weha bû ”Ev siyasete, di siyasetêde nirxên moralê nîne, dema du teref li ser tistekî li hev bikin terefê sisya xesarê dibîne”.
Di salên 80 de Kurdan careke din gelek xwestin bi Amerîkare têkilî bikin bes hemû caran Amerîka rû nedan Kurdan herweha ne dixwestin Kurdan bibihîzin. Ji ber wê demê serê Iraq û Îran bû û Amerîka pistgirî dida Iraqê, ji ber wê xwe ji Kurdan dûr dixist. Di destpêka salê 90 de lawazbûna Sovyetê û îsxala Iraqê a Kûweyt rewseke nuh li herêmê peyda kir, pistî kû Amerîka ordîya Iraqê ji Kûweyt derxist serokê Amerîka bang li gelê Iraqê kir ku rejîma Sadam wergerînin. di vê demê de tevgera Kurd bi hêvîya ku wê Amerîka wan bi parêze serî hildan bes rejima sadam bê perwa êrîs anî ser Kurdistanê lê Amerîka bêdeng ma û tevgera Kurd careke din sikest û wek em tev dizanin 1992 bi 10 hezaran Kurd ji ber rejîma sadam bi çîya ketin bi sedan zarok jin yextiyar ji sermayê jiyana xwe ji dest dan. Pistî vê bûyerê careke din di nava Kurdan de qeneetek weha bela bû ku ”amerîka careke din Kurd bi tenê histin” Pistî nerazîbûna li hember Amerîka di nava Kurdan belav bû û serokê YNK birêz Celal talabanî çû Bexdayê bi Sadam re hevdîtin kir herweha katastrofa însanî ku li basûrê Kurdistanê, bû sebebê ku amerîka li xwe hayl bibe. di vê demê de heremeke ewlekarîyê ji Kurdan re hate ava kirin. pase sedam hate Rûxandin rewseke nuh li Iraqê peyda bû. Ev rewsa han mirov dikare bêje rewseke ne bi istiqrar bû, her çuqas Kurd li gor yasaya pêsin a pistî sadam wek federasyon bi dest xistibin jî, lê alîyên Iraqî vêya wek mesrû (legîtîm) qebul nakin. Nuha jî ditêkilîyên Kurda bi Amerîka re ne diyarîk heye. Ev rews nuha weha diyare wê ligor têkilîyên Amerîka ên Stratejîya eskerî, geostartejî û geoenerjî her weha ligor nakokîyên bi Rûsya re wê sekil bistîne.
Rusya û Kurdîstan
Têkilîyên Kurdan û Rûsan Her çûqas berê hebe jî lê aktîv têkilîyên wan di destpêka salên 1850 de dest pê dike. Stratejîya Rûsan a sedsalan Ku dixwazin bighên ser avên germ û serê Rûsya Qeyserî Ji alîkî de bi Imparatorîya Osmanî re ji alîkî din bi Eceman (Farisan) re bû sebebên Ku Kurd bala Rûsan biksîne. Balkêsîya Rûsya ser Kurdistanê asasî ji ber motîvên berjewendîyê geopalîtiîk Rûsya Qeyserî bû. Rûsya Qeyseî her dem Li Kurdan di çarçeweya Stratejîya eskerî dinerî. Pistî ku Kurdan bala Rûsan Kisandiye, Ji bo ku bi karibin Kurdan bi alî xwede biksînin dest pê kirine li ser ziman, Kultur û jiyana Kurdan a civakî lêkolîna kirine. di destpêka salên 1850 de pêsî di rêya konslosxanên xwe li Kurdistanê ên wek li Bitlîsê, Wanê, Erzrûmê, Xoyê, Musilê û hwd. de lêkolîn kirirne. Hêjayî gotinê ye ku Konslos û Balyozê Rûsya Qeyserî wê demê gelek ji wan Akademîsyen bûn. wek mînak Mînorskî û Jaba ku du dîplomatê Rusya qeyserî bûn di derbarê ziman Kultur û jiyana Kurdan a civakî karê gelek mezîn kirine. Pase li akademîya Rûsya a Petrogradê liser Kurdan lêkolîn dest pê dike. di vê demêde em dibînin têkilîyên Rusya Qyserî bi Kurdan re ên siyasî jî dest pêdike. wek Mînak ji serdema serhildana Sêx Ûbeydulah heta bi Bedirxanîyan, Barzanîyan, Kor Huseyîn Pasa , Cihangîr Axa, Seyîd Taha, Simko ûhw. Ligor arsîvên Rûsya Qeyserî di demê Qeyserde Rusya li Kurdistana Îranê li bajarê Xoy ê di sala 1913 de bi alîkarîya Abdurezak bedirxan û Simko (Îsmeîl Axayê Sikakî) nexwesxanak û dibistanek bi zimanê Kurdî bi tîpên Kîrilî vedikin, pasê çapxaneyekê jî vedikin di heman demê de li Mahabadê Rojnama Kurdistan der tê.
Rûsya Qeyserî her dem pragmatîk nêzî pirsa Kurd Bûn û her dem dixwest Kurdan ji alîkî de liser Osmanîya û Eceman wek hêzek wan bîne rayê bi kar bîne, ji alîkî din dixwest Kurdan wek heremek Tampon li hember welatên Rojava wek Înglîz , Fransa û Amanya bi kar bîne ji bo neghêjin Kafkakasya. Kurdan jî li têkilîyîn bi Rûsan re wek gotinek pêsîya Kurdan heye dibên ”Dujminê Dujminê min dostê mine” di çarçewek weha de lê dinerî.
Berya serê cîhanê yê yekemîn, wek tê zanîn wê demê welatên emperyalîst ên rojava ên (Hevpeyman) wek Înglîz, Fransa, Rûsya qeyserî û hwd dixwestin heremê li gor berjewendîyên xwe li hev parve bikin û arkîtektûrekê ji heremê re ava bikin. Wê demê van welatana hedefan wan ya pêsî ew bû ku heremê li ser asasê geopolîtîk li hev par bikin, lê jibo ku ev herem di bin destê Împaratorîya osmanî debû van welatên rojava xwestîn împaratorîya osmanî perçe bikin û li hev parve kin, li ser vê ya bi însyatîfa Fransa û Înglîz û bi pisgiriya Rûsya qeyserî di sala 1916 de bi dizî tifaqa bi navê Sykes-Picot hat sazkirin. Ev tifaq mirov dikare bêje destpêka parvekirina herêmê bû.
Li gor tifaqa Sykes-Picot, Ji Înglîz re Iraq, Urdun, basûrê kurdistanê û dora Hayfa yanî filîstîn, ji fransa re Sûrîye, Lubnan, qismek ji bakur û basurê Kurdistanê dima herweha ji Rûsyare qismek ji bakurê Kurdistanê û qismek ji axa Turkîya îro dima, lê ji bo ku li Rûsya di sala 1917 Bolsevîka sores kirin wan wek resmî xwe ji tifaqa Sykes-Picot pasveksandin.
Di serdemê Sovyet de mirov dikare bêje di helwesta Rûsya Sovyetî di pirsa Kurd de tu guhertinek asasî nebû, tenê guhertin ew bû ku êdî lipirsa Kurd di çarçeweyek îdeolojîk dinerî, çawa di serdemê Rûsya Qeyserî de pragmatîk li pirsa Kurd dihate nerîn ew siyaset di serdemê Sovyet jî de dewam kir.
Di salên 1920 de Têkilîyên sovyet-Rûsya bi Kurdanre berdewame Dervî têkilî bi gelek serok Esîr û begên kurdan re têkilîya siyasî jî hene. ji arsîvên Rûsya Sovyetî mirov dibîne ku Têkilîyên wan bi Melle Selîm, Komîta Istenbûl a Azadî, bi kesên wek mebûsê Kurd Yûsif Zîya beg re heye. vekirina Radyoya Erîwanê di salên 1930 de ku her çuqas resmî wekji bo Kurdê sovyet bû lê rastiya xwe berê radyo bi Kurdên kurdistanê bû. Heta salên 1940 bi Bûyerên li bakurê Kurdistanê dibû dîrek an îndîrek bi Kurdanre di têkilîya de bûne. Pistî salên dawîya 1930 û destpêka 1940 ku demê di hukmê Tehranê de rola Almanya xurt dibû Ku Ordîya Sor a Sovyetê-Rûsya û ordîya Înglîz ketin nav axa Îranê, ji wêdemê pêve têkilîyên xwe yî bi Kurdanre ên bi Kurdên Kurdistana Îran re ku ji di demê Qeyser de hebûn taze kirin.
Disala 1931 peymana êrîsî hevnekirin û bê alî bûnê di navbera Turkî û Yekîtîya sovyet de çê bû. di sala 1945 de Stalîn got ”ev tifak ne huqûqîye, di wextek Sovyet zeîf bû çê bûye” û ev peyman levx kir (Denounce). Pistî levxkirina vê peymanê Stalîn di konferansa Postdam ê de vekirî got ”Turkî lazime axa dîrokî a Gurcistanê û Ermenîstanê du welatên ku li ser asasê ”tifaqê” hatine ava kirin vegerîne” ligor arsîvê Sovyetî proja Kurdistanê a Stalin vê serdemê aktuel dibe. Li gor Stalîn divîya bû ku hudûdê navbera Sovyet û Turkî vegere hudûdê sala 1914. Wek eskereye wê demê ordîya Rûsya Qeyserî li bêhtirîn deverên Kurdistana bakur bi cîh bûbûn. Weha diyare Stalîn doza para xwe ya ku di serdema peymana Sykes-Pikot bi destnexistin pasê doz kiriîye. Nuha jî dema mirov lê dinere di wexta Rusya Hat Sûrî di heman demê de li ser Hudûdê Turkî û Ermenîstanê tatbikatên eskerî di çarçewa ODKB de kir, Rûsya him ji behra sipî him jî ji alî Kurdistana bakur bûye cîranê Turkî. Ji alî startejîya eskeî diyare ev sîgnale jibo Tûrkî. .Ji ber wê ye Turkî cardin xwe nêzî NATO kir.
di sala 1946 de bi pistgirîya Sovyet cumhûrîyeta Pêsin a Kurdî Mahabad ava bû. Pistî dawîanîna serê cîhanê Ordîya Sor ji Îran derket îranê Êrîs anîn ser Kurdan û Cûmhûriyeta Mahabad Têk çû. serokê Cûmhûrîyeta Kurdî Qazî û hevalên wî daliqandin Mustefa Barzanî bi çekdarên xwe, xwe gîhandin nav axa Sovyet. Barzanî û hevalên wî bi tevayî 12 salan li Sovyet man. Di salên 40-50 de armanca Sovyet ew bû ku tevgera Kurdî di nakokîye di navbera xwe û welatên rojava de, di “serê sar” de bi kar bînin. Fikra avakirina cumhûriyeta Kürdî îmkan dida Sovyet teesira Îngiliz û Emerîkîya li Rojhilata Navin kem bikin.
Li gor arsîvên Rûsya ji mere dide rêdan yek ji serkirdayetîyê Sovyet endamê polîtburoya PKYS (Partîya komunîst a Yekîtîya Sovyet) Sûslov di dawîya salên 1950 de soz da Barzanî ku ewê pistgirîyê bidin ji bo avakirina otonomî ji bo Kurdan. Di sala 1958 de bi înqlabekê Hukmê Nûrî Seîd li Iraqê ku nêzî Înglîza bû hate wergerandin. di heman salê de 1958 de Barzanî vedigere Iraq bi navberîya Sovyet Barzanî Bi Kasim re hevdîtina dike û dibe cigirê Reîcumhûrê Iraqê. Ji bo sovyet grîng bû ku di Hukmê Kasim de istiqrar hebe. Pasê tyêkilîyên Kurda û Bexdayê xera dibe û ser dest pê dike. Pasê careke din bi navberîya Sovyet 1966 de hevdîtin di navbera Kurdan û Reiscumjhûrê nuh Arif de dest pê dike. Sovyet ji bo berjewendîyên xwe gelekî dixwest ku li Iraqê istiqrar hebe. jiber wê jî muhawele dikirin ku Kurd û Bexda li hev bikin wek eskereye bi navberîya sovyet di 11 adarê 1970 de wek resmî di yasaya bingehî a Iraqê de Otonomî ji Kurdistanê re hate qebûl kirin.
Em dikarin bêjin heta dawîya salên 1950 hevalbendê sovyet li herêmê bes Kurd bûn. Bi alîkarîya Kurdan Hukmê Nûrî seîd ku nêzî înglîza bû wergerandin. bi wergerandina hukmê Nurî seîd, Sovyet li herêma Rojhilata nêzîk welatên wek Sûrî û misir kirin hevalbendê xwe. wek eskereye pistî salên 1970 heta 1990 Sovyet ji ber têkilîyên xwe bi welatên Kurdistan perçe kirine, Kurd pistguh kirin. Pistî salên 1990 bi Ruxandina Sadam Husên re Kurd dîsa ketin rojeva Rûsya, Vekirina radyo ya dengê Rûsya bi Kurdî bi zaravên Kurmancî û Zazakî Her weha yek ji welatên pêsî ên xurt cihanê bû ku konslosxana xwe li Hevlêr vekir.
Yekîtîya Awrûpa û Kurd
Yekîtîya awrûpa wek navendek cîhanê ya aborî di siyaseta navnetewî de dixwaze rolek global ekonomî bileyze. hêzek wêya eskerî xurt nîne ku rolek global bi karibe bileyze, her weha doktrînek siyaseta wan a derve a musterek nîne. Yekîtîya Awrûpa siyaseta wan a di derbarê pirsa Kurd de ew ku li pirsa kurd di çarçewa pirsa mafe mirovan dinerin ne wek pirsek netewî siyasî dibînin. YE pirsa Kurd di têkilîyên navbera xwe û welatên kurdistan perçekiririne wek kartek ji bo daxwazên xwe yên aborî bidin qebûlkirin bikar tînin her weha di pirsa penaberan de bi kar tînin. Welatên YA ên berya serê cîhanê yî duemîn ku aktorên navnetewî bûn (Almanye,Fransa,Înglîz) bi tyeybet Fransa û înglîz ku muhendîsê perçekirina Kurdistanê ne, pistî serê cîhanê duemîn lawaz bûn û êdî di navbera Sovyet-Rûsya û Amerîka de man her çuqas hinek ji wan car caran bi Rusya re helwest digrin jî bes bêhtir di bin teesîra Amerîka dene. Her çuqas van demên dawî dixwazin roleke navnetewî bilîzin jî lê diyare nakarin. wek eskereye Amerîka ji destpêkê li dijî avakirina YA bû, Rûsya bêhtir terefe bû YA hebe, ew jî ji bo balansa navnetewî û awrupa bi hevre bikaribe ji bin tesîra amerîka derkeve, Ji bo lawazkirina Amerîka ye. Weha diyare ji xwe Amerîka ji hebûna YA ne razîye Ku Rûsya jî zorê bidê YA dikare belav bibe. Li cîhanê ji bo ku Hezek navnetewî be, divê diwarê aborî û Eskerî bihevre xurt be ku roleke global bileyze. YE hêzek wêya eskerî weha nîne. Di nava yekîtîya awrûpa de welatê dixwaze li herêmê aktîv bin îngilîz û Fransa ye îngilîz wek perçakî siyayseta Amerîka tevdigere Bes fransa hinek ferqe lê nuha lawaze nakare bi Rûsya û Amerîka re berberîyê bike. Bes farnsa li Surî rolek wêya teybet heye, ji ber Surî pistî perçebûna împaratorîya Osmanî bû Kolonîya Fransa. Fransa di sala 1920 de mandata xwe ya Sûrî dabesî çar dewleta kir dewleta Lubnana mezin, dewleta Elewî, Dewleta Sam û dewleta heleb. Di sala 1921 de dewleta Drûzya (Cebel el Drûz ) û Sancaka Aleksanderîyê ava kir. Fransa di sala 1922 de ev hemû levx kir û li sûna wan pêsî dewleta Sam û Heleb kir yek di bin navê federasyona Sûrî pasê nav guhert kir dewleta Surî. Disala 1936 de dewleta Elewîya û a Druzya ev jî tev li dewleta Sûrî kirin. Her di vê demê de di ordîya Fransa Levanta de (Troupes du Levant) hêzeke ji eqelîyetan (Elewî, Drûzî, Çerkez û Kurdan) pêk anîn. Di sala 1946 de Surî serxwebûna xwe wergirt û di demeke pir kinde înqlaba eskerî bû. Pistî Înqlabê hemû postên grîng di Ordîyê de Elewîya girt û ev rews heta nuha berdewame.
Kurd û Rewsa nuh
Her çuqas di têkilîyên bi Kurdan re Rusya ji Amerîka yê him kevntire him jî bi tecrubetire. Ji ber Rusya di 300 salê dawî de her dem împaratorî bûye her weha di demê Sovyet de hêzeke herî xurt a cihanê bû. Amerîka pistî serê cihanêyê duemîn bû hêzeke xurt ya cîhanê. Her weha têkilîyên Kurdan û Rûsan bi kêm 150 sale bi Amerîkare dawîya salên 1960 destpêka 1970 de dest pê kirîye. Bes di vî 20 salên dawî de têkilîyên Amerîkayê bi Kurdan re gelek tecrube da Amerîkaye.
Rojhilata nêzîk û Navîn herdem buye cihê bend û berberîya û ser di davbera hêzên mezin ên navnetewî de ev ji berya serê cîhanê yê yekemîn heta nuha her weha ye. Pistî serê cîhanê yê duemîn ku pasê NATO û Pakta Warsava hate avakirin dunya di navbera herdu alîyan de parve bû. Hudûdê navbera herdû alîyan dîyar bû kesekî mudxeleya hudûdê hev ne dikirin, bes hinek herem li cîhanê cihê bend û berberî û serê navbera herdû alîyan bû wek mînak herêma Rojhilata nêzîk ,Navîn ,Amerîka Latînî û gelek herêmên din. Ev bend û berberî ya navbera herdû alîyan heta sala 1990 dewam kir. Bi hilwesandina Sovyet, Rûsya Lawaz bû Amerîka wek hêzek xurt tenê ma û xwest nîzamek nuh bîne herêma Rojhilata nêzîk û navîn. Ev nîzama Emerîka dixwest bîne ne ligor berjewendîyê gelek hêzên herêmê bû. Destpêkê Amerîka dixwest di bin navê Soresên rengînî guhertina li van welatan bike, dema soresên rengînî biser ne ketin hêza xwe ya eskerî bikar anî. Wek li jor jî me behs kir heta van 20 salên dawî ku Rûsya lawaz bû Amerîka wek dixest tevdigerîya. Pistî ku van demên dawî Ku Rûsya bi ser xwe ve hat nuha Rûsya rê li ber digre û dibêje guhertinên li vê herêmê bibe dive ez sîrîk bim.
Welatên xurt ên navnetewî Li Rojhilata nêzîk û navîn û biteybet li Kurdistanê di konteksta ”Makroregion” dinerin. Perçebûna kurdistanê, mezinbûna wê wek coxrafî û nifûs mezintirin pirsa millî a ”transnationale” ev rewsa Kurdistanê îmkanek mezin dixe destê welatên mezin ên navnetewî ku hesabê wan li ser herêma rojhilata nêzîk heye. ev welatana her dem li pirsa Kurdî wek geoekonomîk, geostaratejîk û eskerî dinerin. Herdem ev welatên kurdistan perçekirine her weha welatên nêzî Kurdistanê di rêya pirsa Kurdî de tînin rayê. Bê gûman her çuqas welatên mezin li gor berjewendîyên xwe li pirsa Kurd dinerin jî lê ji bo Kurdan jî firset nuha heye ku bighêjin armancên xwe. bi teybet di van 20 salên derbasbûyî de ku Amerîka wek yekemîn hêzeke navnetewî li dinyayê hukumkir ku têkilîyên wê bi kurdanre gelek xwes bû ( Ji ber bi qasî Kurd hewcedarê wan bû her weha ew jî hewqasî hewcedarî Kurdan bû). Kurdan ev firseta zêrîn berdan ku bikaribin armancên xwe pêk bînin. Nuha rewseke nuh li cîhanê û herêmê peyda bû nuha dinya êdî ne yek kutûbîye, nuha Rûsya wek hêzek navnetewî bi serxwe ve hat û cardin bend û berberîyê bi Amerîka re dike. li herêma rojhilata nêzîk û navîn wek aktorekî xurt daketîye meydanê êdî Amerîka bi serê xwe wek dixwazê li herêmê nakare tevbigere, mecbûre Rusya di hesab ki û tev bigere, ev ji Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê jî re rewseke nuhe. Heger mirov lê binere ev rewsa nuh jî, ji Kurdanre gelek pozîtîve. Her du welatên xurt ên navnetewî çi Amerîka çi jî Rûsya li pirsa Kurd pozîtîv dinerin. Her çuqas di pirsa Sûrî û Iraqê,Turkî û Îranê de nakokîyê xurt di navbera wan de hebe jî, lê her dû alî pirsa kurd nakin cihê nakokîyê .Ev firseteke dîrokîye. Heger Kurd bikaribin bikar bînin. fersendek dîrokîye. Bêguman nuha rews ji bo Kurdan ji vî 20 salê derbasbûyî zehmettire. Di vî 20 salên dawî de yek jê Amerîka tenha hêza xurt li herêmê bu, du têkilîyên Amerîka bi Turkî û Îranê re ku du dewletên Kurdistan perçekirine gelek xerab bû. Bes nuha yek jê hêzeke xuert navnetewî dervî amerîka peyda bû ji alîkî din ve pistî tifaqa navnetewî a atomîya Îranê têkilîyên welatê rojaava ,Amerîka û Îranê xwes bûye her weha pistî ku Turkî basên eskerî ên Încirlikê ji Amerîka re vekir û Turkî ket nav koalîsyona dijî ISID ê têkilîyên Amerîka û Tûrkî cardin bas bû, pistî Ku Rûssya hate herêmê cardin Turkî li cem Amerîka buhayê wê giran bû. Ev rews bêguman ne di berjewendîyê Kurdan deye. Li nabe mirov bes li ser vê rastîya nuha heye tevbigere. Di serdema me de çi li cîhanê çi li herêma rojhilata navîn û nêzîk siyaset pir zû tê guhertin. Pir rehet dostê doh îroj dikare bibe dujmin û belovacî vê. Di vê rewsa nuh de wek hinek deng ji nava Kurdan de der tê ku xwedêgrabî kurd lazime xwe bi terefekî bigre, ev siyaset ji binde sase û hin gelek zûye. Kurd ne lazime vekirî pistgirîya terefekî bikin, Kurd divê siyasetek pragmatîk bi mesîne ji ber her du terefên xurt ku nuha li herêmê çi Amerîka çi Rûsya wê zorê nedin Kurdan û ji Kurdan naxwazin ku pistgirîya terefekî bikin her du jî fam dikin siyastek weha ne di berjewendîya wan deye, her du jî fam dikin ku kurdan mecbûrî terefekî hilbijêre bikin dikarin bi temamî kurd ji dest wan biçe. Divê Kurd vê balansê bibînin û li gor wê tevbigerin. Tu luksek Kurda yî weha nîne nuha bibin teref. Her du alî jî bi kêm biqasî Kurdan dizanin Kurd çi dixwazin.. Beyana birêz Mesûd Barzanî a ku di derbarê hatina Rûsya li herêmê a ku got ” Em di koalîsyona navnetewî a li dijî ISID ê dene, bes emê Kefxwes bin Ku Rûsya jî serê ISID ê bike”. Ev beyanek erênî bû li gor rewsa nuh a herêmê. Mesûd Barzanî di vê rewsa nuh a herêmê naxwazê vekirî pistgirîya terefekî bike û terefekî bide hember xwe ev siyasetek realîst, pragmatîk û netewî ye. Di vê rewsa nuh de gelek firsetên dîrokî ji Kurdanre dertê. ji bo çareserkirna Pirsa Kurdistanê li herêmê nuha 3 alternatîv dertê, 1-Serxwebûna basûrê Kurdistanê, 2- serxwebûna basûr û rojaavayê Kurdistanê (bi hev bên grêdan) , 3- Serxwebûna her çarperçeyên Kurdistanê ( bêyî hinek herêmên bakurê Kurdistanê, En wek Intab, sêwas. Adiyaman û hwd.) Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê lazime xwe ji van guhertinan re amade bike. Hêjaye Kurd merkezek Kordînasyon û sêwrê ji ekspertan ava bike ji bo sopandin û afirandina siyasetên netewî li gor guhertina buyeran li herêmê û bi teybet sopandina siyaseta Amerîka û Rûsya. Di pirsa çareserkirina Kurdistanê çi liperçeyekî çi tevayî Basûrê Kurdistanê dikarê rola asasî bileyze. Ev ji alî hêzên navnetewî maqûl tê dîtin.
Van çend salên dawî de bûyerên li Kurdistanê qewimîn her çuqas tehrîbatên mezin li Kurdistanê kiribe jî lê tistekî pozîtîv heye, ew jî ewe ku di bin bin hismendîyê (subconscious, Bilinçalti, ???????????) Kurdan de dujminatîya bi dewletên Kurdistan perçekirine xurt bûye û Kurd bi wanre bi tu awayî bawerîyê nîne û firsetek bi çûk ji bo Kurda hebe Kurdê bixwazin ji wan veqetin, Her çuqas Hinek li ser navê Kurdan dixwazin dujminên wan bi wan sêrîn bikin (sîndroma Stockholmê) bê feydeye. Her weha serê ku îslama siyasî li hember kurdan kirîn bi teybet li Kobanê û Sengalê maska ruyê îslama siyasî jî xist û ji nu ha pêve îslama siyasî ji Kurdan re ne talûka mezine, Rola wê ya hespê Trûwa eskere bû û kurd hew pê di xapin. Talûka herî mezin a Kurdan nuha li her çar perçeyên Kurdistanê ji rêxistinên ku liser navê Kurdan hatine avakirin tê, Ew rexistînê ku di bin navê bratîya miletan û Cumhûrîyetên demokratîk ku tu desthilatdarîyê ji Kurdan re daxwaz nakin, di rastîya xwede siyaseta asîmlasyon û entegrasyonê di bin fehma Kurdan de bi cih dikin. Di rewseke weha de ku nuha buyerên li herêma Rojhilata nêzîk û Navîn diqewimin, pir eskereye perçebûna nuha li herêmê bibe wê ne wek demên serê cîhanê yî yekemîn û dûemîn li gor geopolitîk be, wê li gor ethnoconfessional (netewe û mezheb) bibin. Li gor vê startrejîyê guhertinên li herêmê ethnoconfessional be, favorîtê berz ê vê stratejîya nuh Kurdistane. Di vî 20 salên dawî de li herêmê ji vê stratejîyê re asasek hazir bû û nuha li herêmê pir eskereye dujminatîya navbera mezheban û miletan gelek kûr bûye û pêkve jîyana wan bi hevre gelek zehmet bûye. Rusya jî Amerîka jî her çuqas di beyanatên resmî de formel yekîtîya welatên herêmê xwedê grabî diparêzin, lê di rastî de siyaseta parvekirin û perçebûna welatên herêmê dimesînin. Heger li hev parvekirina herêmê ku li ser vî asasî be, pir rehet dikare sibehê ser di navbera ev rêxistinên liser navê Kurdan hatine ava kirin ku li dijî dewletbûna kurdan derdikevin û Amerîka an Rusya re ser derkeve. Heger Amerîka an Rûsya bixwaze li perçeyekî Kurdistan an kurdistana mezin dewletek Kurdistan ava bibe mecbûrin bi van hêzana re ru bi rû bibe. di rewsek weha de ev hêzana an dewletbûna kurdan bê ser xebul dikin an jî ev welatên mezin wê varyanta Kosova an Asetya û Abxazîya bikar bînin. Ji ber welatên wek Amerîka an Rûsya stratejîya xwe a salan ji bo grûbên biçûk na guherin.
Bi Hatina Rûsya herêmê, yekîtya Awrûpa û hinek welatên herêmê ên wek Turkî, Suûdî, Katar ji pirsa Sûrî bi dur xist. Her çûqas ji Alîkî de Amerîka dixwaze Turkî û Suûdî dîsa bixin nava protsesa Sûrî, ji alîkî din Rûsya dixwaze yekîtîya Awrûpa û welatên wek Misir,Urdun û Îranê bîne nava protsesê. Divê Kurd li hêvîyê bin heger bûyrên li herêmê weha fireh bibe, welatên endamê tifaqa SANGAY, BRIKS, welatên yekîtîya AWRASÎYA, ODKB (Rêxistina tifaqa ewlekarîya kolektîv) dikarin bên nava protsesa li herêmê. Heger sibehê teyarên Çînê li basa Rûsan li latiqiyê deyne divê bi kesekî xerîb ne.
Tevgera Rizgarîya netewî a Kurdistanê divê buyerên dîrokî û siyaseta serdema nuh di ber çav de bigre û siyasetek netewî biafirîne. ”Siyaset senetê îmakana ye” her weha ”Di siyasetê de dost û dujminê daîmî nine berjewendîyê daîmî hene” Kurd jî divê bi siyasetek pragmatîk berjewendîyên xwe yên netewî daîmî biparêzin.
P.S Ji bo frehî Têkilîyên Rûsya û Kurdan hûn dikarin li van du lînkên jêrîn binerîn. Dû serokên dû dewra ên îstixbarata Sovyet.Rûsya di bîranînên xwede liser Kurdan nivîsîne. Mi her dû ji Rûsî wergerandine kurdî.
https://www.facebook.com/ekrem.onen.1/posts/726155627499838:0
https://www.facebook.com/ekrem.onen.1/posts/846699702112096
-??????? ???????? ???????????????. ??????? ?????? ?? ????? ? ?? ????????. ?????????? ??????. 2006.
-?????????? ?.? ???????? ? ??????. ????????????: ???, 1996.
-?????? ?.? ????????? ? ???????? ?????? ? ???????? ?????? ? ?????? (90-? ???? ?? ????-?????? ??I ???? ).
-??????? ?. ?????. ?., 1964
-??????? ?.?. ???????? ?????? (1891’1917). ?., 1972
-???????? ?.?. ???????????? ???????? ?????? ? ????? (1917’1947??.), ?., 1988
-???????? ?.?. ????? ?????? ? ???????? ?????. ??????, 1990
-????????? ?.?. ???-????????? ????????? ? XVII ‘ ?????? XIX ?. ?., 1991
-???? ?.?. ???????? ???????????? ?????? ? ????? ? ???????? ?????. ?., 1991
-????? ?????????: ????? ?? ?????? ???????????? ??? ? ?? ???????? ?? ?????http://pda.iarex.ru/articles/5116/
-?????, ?. 2000, ?. 1002, ?. 203. ????????? ?? ????? ??? ?? 3 ?????? 1909 ?.
Arsîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêsê rapora artêsa navça kafkasyayê. 3 januari 1909
– ??? ???, ?. 418, ??. I, 1908 ?., ?. 10048, ??. 3-8. ??????? ?????? ????????? ????? ??? ?? ????-?????? 1908 ?
Arsîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêsê hêzên deryayî. rapora artêsa navça kafkasyayê. Temûz-tebax 1908
– ?????, ?. 2000, ?. 1002, ?. 203. ????????? ?? ????? ??? ?? 3 ?????? 1909 ?. Arsîva Tarîxê a dewletê ya navendî a artêsê. rapora artêsa navça kafkasyayê. 3 januari 1909
-????, ?. “??????????”, 1907-1914 ??., ?. 380, ?. 68; ? ????????? ????-?????? ? ???? ????????? ?? 2 ???? 1913 ?.
Arsîva siyaseta Ûrisyeta Qeyserî a derve ‘arxîva sîyasî’ 1907-1914. Rapora konsulê Ûrisyeta Qeyserî li Wanê Akîmsvîç 2 Temûzê 1913.
-Ahmed Davutoglu Stratejik Derinlik Türkiyenin uluslararasi konumu. Istanbul. Küre yayinlari. 2001.
-Pehlivanoglu,Öner,A.,Orta Dogu ve Türkiye,Kastas Yayinevi,Istanbul,2004
– Erdal Simsek Türkiyede Istihbaratçilik ve MIT.Kumsati Yayinlari. Istanbul 2004
-Knut Ståhlberg Två kära ovänner Churchill och De Gauelle. Norsteds, Stockholm 2011.
-Bagda-Bob, menige Jessice Lynch och cirkus Saddam. Irakkriget iscensat i Svenska medier. Gert Z Nordsröm.Krisberedskaps Mundigheten 2003.
ekremonen@hotmail.com
Doç. Dr. Ekrem Önen