Axaftina Latif Epözdemir di merasima cenazeyê Fehmi Demir de

Xwîsk û birayên hêja, mêvanên ezîz, rêzdaran,
Her weki ku hûn jî dizanin, serokê Partiya me, Fehmi DEMIR di qezayeke trafîkê de, jîyana xwe ji dest da û koçê dawî kir.
Bila serê hêzên demokrasîyê û serê gelê Kurdistanê sax be.
Fehmi DEMIR Kurdekî Anatolya Navîn bû. Hê di xortanîya xwe de, meyla xwe da ser fikr û ramanên çepger û sorisger, roj bi roj di nav tevgera heqxwazî û demokrasîyê de cih girt. Pistî ku kovara RIYA AZADI dest bi wesanê kir û li dor dîtin û ramanên kovarê, kombendîyek peyda bû, ev tevger bala Fehmi DEMIR jî kisand û ew jî , bi dilsozi di nav refên Rêya Azadî de, wek sorisgereki xwingerm cihê xwe girt.
Di sala 1984’an de,Yilmaz DEMIR’ê birayê wî,di zîndana Diyarbekirde, li himber dirindehî û hovîtîya rejima fasist, ji bo sermezar kirin û riswakirina kirînên kudîta leskerî, xwe sewitand û tevli sehiden demokrasîyê û tevli sehîdên azadîya Kurdistanê bû. Fehmî DEMIR pistî vê berxwedanê, zêdetie bû meyîldarê tevgera Kurd û wek nefereke dilpola, têkustir di nav tevgera rizgarîya gelê Kurd de cih girt.
Fehmi DEMIR, ji salên 90’an û hetanî îro, di nav tevgera eskere a demokratik a Tûrkîyê de, wek neferek dilpola xebitî. Maf û berjewendîyên gelê Kurd yên rasteqîn li ku aj bida Fehmî li wê bû. Fehmi Tekoserek bawermend û wêrek û bi biryar bû. Mafên çarenûsîya gelê Kurd li ba wî serdetsê hemû hestek bû.Ew dilbengîyê Kurdistanek azad û Tûrkiyeyek demokrat bû.Ji bo jîyanek wekhev, dadwer, azad û demokrat, bi sev û roj , xebat kir, lê sed heyf û mixabin ku ew, bi mirazê dilê xwe sa nebû,ji nav me koçebar bû,jîyana wî kuta bû û nekarî bi wan çehvên xwe yên ronakder Kurdistanek demokrat û wekhev û azad bibîne li Bakurê Kurdistanê..
Xem neke Kekê Fehmî, ew mesaleya kut e her tim bilind digirt, bawer bike wê nizim nebe. Bi hezaran keç û xortên welathiz û demokrat wê, tevgera azadiya Kurdistanê bi domînin û Kurdistanek tacliser ava bikin.
Rihet razê Kekê Fehmî, heta ku Kurdistan azad nebi, demokrasîyek bi rûmet û sanaz li seranserê welat ciwar bibi, ev tekosîn wê bidomîne.
Rûhsad be Kekê Fehmî, partîya me ji rêya damezrandina komareke federal venagere. Tû hêz û qewetek nikare me ji rêya azadîyê veqetîne.
Kekê Fehmî, tu carî ji bîra me naçe ku, hetanî ev dezge û pergala yûnîter, a ku li ser bingehek tekayetî û Turkayetî ava bûye, li ser kar be, gelê Kurd sad û bextewer nabe, jîyanek xwes derbas nake. Emê bi ray û ramanên xûrt û qaîm vî dezgeyê kevnare hilwesînin û li ser binyatek pirdeng, pirali û pirreng, azad û wekhev û dadwer û demokrat, desthilatek nû ava bikin da ku gelê Tûrkîyê tê de, wek bira, serbilind û dilsa bijîn.
Rêzadaran em gelek minetdarin ku we, dostanîya nîsanda Partîya me û di vê roja pirxem de, we,me tenê nehist. Mala we hezar car ava bî.
Fehmi DEMIR, wê di yad û têkosina me de her bijî.
Careke din dibêjim bila serê hêzên demokrasîyê û serê gelê Kurd saxbî. 27.10.2015
ENCÛMENA SEROKAYETÎYA PARTIYA MAF Û AZADIYAN/ HAK-PAR
Dengê Kurdistan


