Nivîskara rojnameya ZAMAN Nuriye Akmanê niqaþa ser dewlemendiya zimanê kurdî
careke din geþ kir
ABDULMELÎK FIRAT:
Zimanê Kurdî ji tirkî du qat dewlemendtir e!

 

Demekê berî niha serokê kevn ê belediya Istenbolê Bedrettin Dalan di hevpeyvinekê de ji Nuriye Akman re gotibû ku zimanê kurdî tenê 600 kelîme ye. Ser vê yekê Akmanê bi Kemal Burkay re ser zimanê kurdî hevpeyvînek çêkiribû. (Ji bo xwendina wê hevpeyvînê li vir bitikîne!) Van rojan dîsa di hevpeyvînekê de Bedrettin Dalanê ku bi eslê xwe kurd lê xwe wek tirkekî qebûl dike û serda jî hebûna zimanê kurdî înkar dike, wî bicûk dibîne. Dalan bi îddayên xwe zir-nezaniya xwe dide dest. Serokê HAK-PARê Abdulmelik Firat û nivîskar Yaþar Kemal û gelek kesên din derew û nezaniya Dalan eþkere dikin.

Dalan dibêje "Bila Kemal Burkay û Yaþar Kemal romaneke kurdî bi 30 000 peyvî binivîsînin ez ê çap bikim, lê zimanê kurdî bi qasî tilîya qilîçê biçûk e." Ser vê îddîaya Dalan, rojnamevanê rojnameya Zaman Habib Guler raya Abdulmelik Firat û hin ronakbîrên din ên kurd pirs kir (18 Gulanê 2003) û rojnameya Hurriyetê jî raya Yaþar Kemal ya li ser îddîayên Dalan jê pirs kir û belav kir.(20 Gulanê 2003)

Abdulmelîk Firat dibêje êdî dewletê jî dev ji îddayên weha berdaye lê yên wek Dalan hêjî didomînin. Ew, eger li ser siyasetê qise bike belkî dibe lê bi xwe dervayî zimanê tirkî tu zimanekî din nizane, çawa dikare li ser zimanê kurdî qise bike? Wek nalbendek bixwaze doktoriya çavan bike.. Abdulmelîk Firat, ser gotina Dalan ku dibêje ew mirovên hev in, wî derewîn derdixinîne dibêje tu mirovatiya min bi wî re tune.
Melîk Firat dibêje "Zimanê kurdî %50 ji zimanê tirkî dewlemendtir e. Li Tirkîyê yên ku derheq zimanê kurdî de tiþtekî nizanin îddîayên çewt û derewîn dikin."

Yaþar Kemal jî dibêje "Ez fehm nakim yekî ku edebiyatê nizane çawa dikare di vî warî de îdiayan bike?
Zimanê îngîlîzî tê qebûlkirin wek yek ji zimanên here dewlemend ê dinyayê, û Shakespeare jî wek nivîskarekî herî mezin, lê zanyar dibêjin ku wî ji 10 000î zêdetir peyv bi kar neanîne di berhemên xwe de. Ez wisa bawer dikim haya Dalan ji vê jî tune. Hîç nivîskarek tune li ser rûyê erdê ku bi 30 000 kelîmeyî roman nivîsandiye.
Zimanê kurdî dewlemend e. Ne wek zanîna wî zimanekî bicûk e. Dibêje bila Yaþar Kemal romaneke bi 30 hezar kelîmeyî binivîsîne. Romanên ku ez bi tirkî dinivîsînim ji 5 hezar kelîmeyî derbas nabin."



Abdulmelîk Firat


Yaþar Kemal


Bedrettin Dalan

© 2001-2003 Roja Nû