|
Pîrozkirina
20.saliya
Roja Nû
Kovara
ROJA NÛ di roja 28 ê mijdarê da (1998) salvegera xwe ya 20-emîn
û hejmara 100-emîn bi þahîyeke kulturî pîroz kir.
-
Di þahîyê da li
dor 500 kesî beþdar bûn. Nûnerên gelek partîyên sîyasî, dezgehên
civakî û kulturî, kovar û weþanxaneyan di þahîyê da amade bûn
û gelek mesaj û silavnameyên pîrozbahîyê jê ra þandin. Redaktorê
berpirsîyar ê ROJA NÛ Haluk Öztürk axaftinek pêþkêþ kir û da
xuyan ku organa KOMKAR-Swêdê Roja Nû peyrevekî kovar û rojnameyên
kurdî yên berî xwe ye, wê bi rêberîya Özgürlük Yolu û Roja Welat
daye ser rîyeke pîroz û bîst sal e li ser dimeþe. Wî di axaftina
xwe da pîrozbahî da wan hemû kesên ku heta niha di derxistin
û belavkirina Roja Nû da xwedî ked û par in.
Sekreterê giþtî yê Partîya
Sosyalîst ya Kurdistanê (PSK) birêz Kemal BURKAY jî amade bû.
BURKAY li ser pêwîstî û hêjabûna weþanên bi zimanê kurdî qise
kir û bi taybetî jî li ser 20 sal û 100 hejmarên kovara Roja
Nû dîtinên xwe anîn ziman, û pîrozbahî lê kir. Wezîrê rewþenbîrî
yê Kurdistana Baþûr birêz Felekeddîn KAKEYÎ jî mesajeke pîrozbahîyê
bi rêkiribû. (Hemû mesajên ku nivîskî gihîþtine redaksîyonê
di hejmara 100î da hatine belavkirin û li vir jî hûn dikarin
bixwînin)
-
Serokê Komela Nivîskarên
Kurd li Swêdê, Xelîl DIHOKÎ û þair û nivîskar Tosinê REÞîD jî
axaftinên kurt pêþkêþ kirin.
-
Di bernama þahîyê
da hunermend þivan PERWER, Hesen þERÎF û ORHAN beþdar bûn. Van
stranbêjên me yên delal bi stranên ji hev xweþtir þeveke xweþ
pêþkêþî guhdaran kirin.
-
-
KOMA METÎNA-koma folklorê ya Komela
Mala Çanda Kurdî, li ber dahol û zurnê, ji folklora gelê ma ya
rengîn gelek reqas û dîlanên xweþ rayî temaþevanan dan.
-
- Axaftina
Kemal Burkay
- Sekretarê giþtî yê Partîya Sosîyalîst
a Kurdistanê
-
- Xwîþk û birayên delal!
-
- Ev civîna me ji bo 20 saliya Roja
Nû ye. Roja Nû her usa jî bi hejmara xwe ya dawî digihîje sed
hejmarî.
-
- 20 sal ji bo kovarekê demeke ne
piçûk e. 100 hejmar jî hejmareke gelek taybetî ye.
- Hevalan jî gotin û qasî em dizanin,
Roja Nû kovara here emirdirêj e bi zmanê Kurmancî. Eva jî serbilindîyek
e bo wê. Berî wê gelek kovarên edebî, çandî û sîyasî derketine
û piþt ra emrê xwe temam kirine û ji warê weþanê vekiþîne. Lê
piþt ra kovarên dinê derketine.
- Her rojname û kovarekê di warê
çand û sîyaseta Kurdî da rola xwe lîstîye, tevî xezneya çanda
netewî bûye. Rola ku Rojnama pêþîyê, Kurdistan û Hawarê lîstine,
gelek giranbuha ne.
- îro tenê li Swêdê bi dehan kovarên
Kurdî derdikevin û bi dehan weþanxane kitêbên Kurdî çap dikin.
Swêd bûye wek gulbaxçeya çanda Kurdî. Ev yek ji bo Swêdê jî serbilindîyek
e, ku wek welatekî demokrat firsend daye geþbûna zmanê me yê þîrîn
ku di welatê me da qedexe ye.
- Ez cara pêþin di destpêka sala
1979 da hatibûm Swêdê. Hatim û dîsa vegerîm welat. Hingê Roja
Nû derdiket. Bi þiklê rojname bû û bi Kurdî û Tirkî bû. Çend sal
þûnda bû kovar û tenê bi zmanê Kurmancî derket. Naverok jî bi
giranî çand bû.
- Di van bîst salan da gelek hevalan
di derxistina Roja Nû da kar û xebat kirin. Ango, para gelekan
tê da heye. Di van bîst salan da hinek heval çûn û yên teze hatin.
Heval Haluk yek ji wan hevalan e ku ta ji destpêkê heya nuha di
derxistina kovarê da xwedî pareke giran e. Bi sebir û bi îstîkrar
karê xwe ajotîye û heya îro anîye. Ez wan hemû hevalan ku di derxistina
Roja Nû da para wan heye, û xasma jî Haluk pîroz dikim.
- Karê çandî beþek e giranbuha ye
ji þerê me yê rizgarîyê. Dijminê me, çiqas ji dest tê, dixwaze
zmanê me, çanda me bikuje, winda bike. Lê rewþenbîrên Kurd, hunermendên
Kurd û dengbêjên Kurd bi salan e, bi sedsalan e bi camêrî berxwe
didin, zmanê me yê þîrîn û çanda me didin jîyandin û geþtir dikin.
- Ev xebat di avê da naçe. Tovê berê
rijandî nuha geþ dibin. Li ser kar û xebata îro jî, þik tune,
subê bax û baxçeyê teze avabin.
- Ez careke din ji bo bîst salîyê
û ji bo gîhiþtina 100 hejmarî Roja Nû pîroz dikim, jê ra emrekî
dirêjtir dixwazim.
-
- Pîroznameyên ku ji þahiya 20-saliya
ROJA NÛ ra hatine þandin:
-
-
- KOMKAR
- Yekîtîya Komelên
Kurdistanê, komîteya birêvebirina giþtî
-
- Ji redaksîyona ROJA NÛ ra!
-
- Hevalên hêja, berî her tiþtî em
ji bo dawetnama 20 salîya kovara ROJA NÛ û hejmara wê ya 100-î,
ku we ji me ra rê kirîye, pir kêfxwaþ bûn. Ji ber wê yekê em pir
sipas dikin û serkeftina we dixwazin.
- Hevalên hêja!
- Di hebûna gelan da çand, huner
û edebîyat cihekî gelek giring digrin, lê ew tiþtana bo gelê bindest
diha giring û bi rûmet in. Ji ber wê yekê jî karên ku kovara ROJA
NÛ 20 sal e bê westan dimeþîne û gihîþtîye hejmara xwe ya 100-î,
karekî pîroz e. ROJA NÛ têkoþîna gelê kurd xurt kir û rûyê dijminan
reþ kir. Li alîyê din em baþ dizanin ku pir kurdên welatparêz
bi saya xebatên ROJA NÛ fêrî xwendin û nivîsandina kurdî bûn.
Iro hejmara wan kesan bi hezaran in. Li alîyê din va jî ewê dîrok
û çanda gelê me pêþda bir, zelal kir û gel di alîyê çand û hunerî
da jî hiþyar kir. Ew ji wê ye, ku ewê siyaseteke rast û durust
meþand. Îro li pir malên welatparêzên kurda pirtûk û kovarên ji
weþanxana ROJA NÛ hene. Ew ji bo gelê kurd xezîneyeke mezin in.
- Em careke din 20-salîya ROJA NÛ
pîroz dikin û di xebatên wê da serkeftinê dixwazin.
- Bijî ROJA NÛ!
-
-
- Komîta Hevkarî
ya hêzên siyasî yên kurd û Kurdistanî li Swêdê
-
- Eva bîst sal e kovara ROJA NÛ ji
bona vejîyandina huner, çand û edebîyata gelê kurd, ku kultur
û edebîyata wî hatiye qedexekirin re, xebata edebî û hunerî dike.
Îro þahîya bîst salî ya temenê ROJA NÛ û bi darêxistina hejmara
wê ya sedê ye. Hêvîya me ew e, ku kovara ROJA NÛ bi kateke nêzîk
de sersalîyên xwe li welatê xwe pîroz bike.
- Em serketinê ji karbidestên kovara
ROJA NÛ û karkerên wê re dixwazin.
-
-

|
Felekedîn
Kakeyî, wezîrê
roþinbîrî (kultûrî) yê herêma Kurdistana Îraqê, ji þahiya
20-saliya Roja Nû slavnameyek þand.
|
-
-
- Bi navê Yezdanê pak
- Bo birayên hêja: sernivîskar û
redaksiyona govara xweþtivî ROJA NÛ
- Bi silavên biratiyê:
-
- Germtirîn pîrozbahiyên xwe li we
û xwandevanên ezîz yên ROJA NÛ dikim. Di karê we de serkeftinê
dixwazim. Hêvîdar im her tim di xizmeta bizava rojnamegerî û ronakbîriya
resen a kurdî de bin.
- Ji salên heþtêyan were ez ROJA
NÛ dinasim, dema ew digihîþte destê min, ez pir pê kêfxweþ dibûm,
bi nivîsên wê yên çandî, nûçe û raporên kultûrî û wê ciwaniya
pê derdiçû. Û hêþta jî bi eynî awayî û qewareyî berdewam e.
- Di dema 20 salên pir þanazî de
govara ROJA NÛ bi rêbaza xwe ya taybetî ku hêminî û aramî û li
ser xwe ye, di warê kultûrî û rojnamegeriya me de, cihê xwe yê
diyar û serbilind girtiye. Jiyekê dirêj bo ROJA NÛ dixwazim.
-
- Her þad û serfiraz bin
- Bijî kurd... Bijî Kurdistan
-
- Birayê we - Felekedîn Kakeyî
-
- þekroyê Xudo,
serokê Navenda Lêkolînên Kurdî li Moskow.
-
- Redaktorê bersîvdar yê kovara ROJA
NÛ Haluk Öztürk
- û endemên redaksîyonê!
-
- Ji navê Navenda Lêkolînên Kurdî
li Moskow û ji navê xwe bi dil-can û hesîna þêkirandinê we pîroz-bimbarek
dikim bona 20-salîya ROJA NÛ.
- Nava salên derbazbûyî da kovara
we rêke layîqî pesinandinê qedandîye. Bi saya kar û zîrektîya
we ya rojnamevanîyê goveka xwendevanên we fire bûye û hê jî dibe.
Naveroka kovarê alîkarîyê dide xebata me ya azabûn û pêþketinê.
- Dewra me da rola mas-medîyayê nava
emirjîyîna gelê kurd da gelekî mezin e. Em gelekî kêfxwaþ dibin,
ku hûn bi femdarîke kûr xwe didine bin vê giranîyê.
- Açixî û destanînên mezin ji we
ra di vî karê pîroz da!
-
-
- M. Alî Yildirim,
serokê giþtî ê Federasîyona HEVKAR (Almanya)
-
- Hevalên hêja û xoþewîst!
-
- Min nama we girt û bi nama we gelek
kêfxwaþ bûm. Wek hemû em dizanin, ROJA NÛ di dîroka gelê kurd
da cîkî mezin digre. Bi piranî jî di qada edebî û kulturî da valayîke
pir mezin tije dike.
- Hevalên hêja û bi rûmet!
- Bi rastî min gelek dixwast di þahiya
20 salîya salvegera ROJA NÛ û pîrozkirina hejmara wê ya sedî da
hazir bûma. Lê mixabin ji ber hinek sedemên wext û kar ez nikarim
di þahiya we ya xwaþ û hêja da beþdar bim.
- Carek din bi silavên biratî û þoreþgerî
we pîroz dikim û serkeftin û serfirazî ji we ra dixwazim!
-
- Partîya Dêmokrata
Kurdistan (Iraq), liqê Swêd
-
- 20-saliya ROJA NÛ pîroz be!
-
- Di demekî de ku 100 sal derbaz
dibin bi ser derketina yekemîn rojnama kurdî bi navê Kurdistan,
govara ROJA NÛ jî pir bi þanazî ve 20-saliya xwe diqetîne. 20
sal e ROJA NÛ xizmeta peyva resena kurdî, çand, kultur û hunerî
kurdî dike, ji ber vê yekê jî ROJA NÛ rolek geþ û berçav heye
di bizava rojnamevaniya kurdî de, herwisa govara ROJA NÛ roleke
giring dibîne di hiþyarkirina netewî de, nemaze di Kurdistana
Bakur de. 20 sal pir in ji bo govareke kurdî ku bikaribe jiyana
xwe ya rojnamevanî bidumîne û kêm govarên kurdî hene ku hewqas
sal pirkirîbin. Îro ji her demekê zêdetir gelê kurd pêdivî ragehandinek
rêxistinî ye ji bo ku kurd bikarin doza xwe ya netewî bi cîhanê
re bigehînî û wicê ji teknîka nûî werbigrin.
- Tiþtê ku lazime li dawiyê were
gotin, ew e, ku ROJA NÛ di jimarên xwe yên dawîyê de gelek layenên
veþartî û nixaftî ji çalakiyên hemereng yên kurdên Sovyeta berê
eþkerekirîne û xwandevanên kurd li ser wan çalakiyan agahdar dike.
Ji govara ROJA NÛ re jiyanekê dirêj dixwazin û hîvîdarin di karê
xwe yê pîroz de serkeftî be.
- Bijî peyva azad.
- Nemirî bo þehîdên bizava rojnamevaniya
Kurdistanê.
-
- Prof. Zera Ûsiv,
ji navê koma kurdzanîyê ya Enstîtuya Rohilatzanîyê ya Sankt-Pêterbûrgê
(para Akademîya Rûsîyayê) û Popova Î. F., sekretara Enstîtuya
Orîentalîstîk ya Akademîya Rûsîyayê
-
- Ji bo redaksîyona kovara ROJA NÛ
û redaktorê berpirsyar Haluk Öztürk ra!
-
- Xebatkarên koma kurdzanîyê ya Enstîtuya
Rohilatzaniyê ya Sankt-Pêterbûrgê bi dil û can cejna 20 saliya
kovara ROJA NÛ pîroz dikin. Hêvîya me ew e, ku ROJA NÛ hetanî
azabûna Kurdistanê jî bê çapkirinê ji bo xweykirin û pêþdaçûyîna
çanda miletê me.
-
-
- Keya Îzol,
serokê Federasîyona Komelên Kurdistanê li Swêd
-
- Li ser navê Federasîyona Komelên
Kurdistanê li Swêd, ji bo vexwendina we ya þeva 20 salîya ROJA
NÛ, sipasiya xwe pêþkêþî we dikim.
- ROJA NÛ wek kovareke kurdî roleke
gelekî giring leyîstîye û di vê rola xwe de karên xwe berdewam
dike. Ji bo wan 20 salan û gihîþtina jimara 100-î ez dixwazim
we pîroz bikim, herweha serkeftin ji bo xebata we ya pêþerojê
daxwaz dikim.
- Di gel silavên germ.
-
-
- Partîya Demokrat
a Kurdistana Îranê, Komîteya Swêdê
-
-
- Bo rêvebirên govara ROJA NÛ birêz
- Bo berpirsyarê govara ROJA NÛ birêz
-
- Rêyê bidin me, ku bi navê hemû
endam û layengirên partiya me, Partiya Demokrata Kurdistana Îranê,
bi helkeftin jimara sedê 100 ya govara Roja Nû, ji dil pîrozbahiyan
li we bikîn. Û bêjinê we dest xweþ û serkeftina we ji bo berjewendiyên
gel û niþtîman bixazîn.
- Hevalne baþ agadarin ku rojname
û rojnamenusî di nav hemû gelan de, her wekî destpêka serhildanên
wan, nîþana berev jor çûna hiþyariya netewî ye. Berdewambûn û
geþbûna wan, sedemeke ji bo ku pêtir ziman û çanda her neteweyekê
pêþde diçe û radeya hiþyarbûna kurên wê newtewê di hemû warên
jiyanê de bilind dibe. Rojnamenûsiyê di warê kultûrî, siyasî û
civakî a gelan de rolekî pir mezin leyîstiye. Eger bizava rojnamenûsiya
miletekî li pêþ be, pêtir têgehiþtin û þaristanîyetiya wî miletî
nîþan dide. Îro cîhana pêþkeftî û medenî giringiyeke mezin bi
warê pêþxistina rojnamenusî dide û mirovayetiya pêþkeftî rêz û
hurmeteke baþ ji bo rojnamenûsên emîn û dest û dil pakij digire.
Rojnamenûsên berpirs û rast, ew piþmergên mêrxas in ku di refên
pêþiyê de xebatê dikin û pir caran jiyana xwe dixine xeterê de
ji bo ku rastiyan eþkere bikin, yan jî xizmeta gel, niþtîman,
ziman û çanda xwe bikin. Ji ber vê yekê jî rojnamevanên her miletekî
li cem wî miletî xoþewîst in, û hemû rojnamevan li cem hemû mirovayetiya
têgihîþtî birêz in.
- Rêyê bidin me, ku bibêjin; rojnamevanên
kurd ji hemûyan pêtir he jî wê yekê ne ku miletê wan rêzê lê bigire,
ji ber ku hêsanî em dikarîn bêjin ku rojnamevanên kurd ji bo pêþdebirina
erkên xwe pir zehmet û azar dîtine.
- Di demekî de ku em sed saliya derketina
yekemîn rojnama kurdî bi bîr tînin û hurmeta me bo yekemîn rojnamevanê
kurd Mîqdad Medhet Bedirxan heye, pir ji dil derketina sedemîn
jimareya govara ROJA NÛ li xwe û li we û li gelê kurd pîroz dikin
û ji rêvebirên govarê re pêtir serkeftinê dixwazin.
-
- Hevbendîya Dêmokratî
kurd li Surîyê, Rêxistina Swêd.
-
- Hevalên hêja, redaksiyona ROJA
NÛ!
-
- Pir stêrk ji izmanê welatê me hatin
rijandin!
- Ji baxçê welatê me pirr gul hatin
weþandin!
- Lê ne stêr ji izmanê welatê me
bi dawî tê
- Û ne gul ji bexçê welatê me bi
dawî tê!
-
- ROJA NÛ guleke geþ e, rehê xwe
di civata kurdan de kûr berdaye.
- Em bîst saliya ROJA NÛ li xwe û
li we û li gelê kurd pîroz dikin.
- Bila kovara ROJA NÛ ya hunerî,
çandî û edebî her berdewam be di xizmeta çanda gelê me de!
-
- Yûlîya Sehîd,
ji navê redaksîyona rojnama Novîy Kurdîstan (Kurdistanî Nuwe),
Moskow
-
- Hevalên hêja, 20-salîya kovara
ROJA NÛ pîroz bibe!
-
- Beriya her tiþtî zor sipas dikin
ji bo dawetnama, ku we þandibû. Lê pir heyf, ku ji ber hinek sebebên
xusûsî em nikarin bên. Hêvîdar im, ku hûnê li me biborin.
- Li ser navê rojnama Kurdistanî
Nuwe, ku bi zimanê rûsî çap dibe, em 20-saliya ROJA NÛ pîroz dikin
û serkeftinê jê ra daxaz dikin. Di dîroka kovarekê da 20 sal ne
hindik e û di van 20 salên borî da ROJA NÛ ji bo ziman, huner
û çanda kurdî xebateke baþ kiriye û cihekî xweyî giranbuha di
nav çapemenîya kurdî da heye. Em hêvîdar in ku ewê vê xebata xwe
di demên pêþ da jî bi xurtî berdewam bike.
-
- Yilmaz Çamlibel,
serokê KÜRT-KAV-Weqfa Lêkolîn û Çanda Kurdî, Îstenbol
-
- Birêz Haluk Öztürk, berpirsyarê
kovara ROJA NÛ!
- Kovara ROJA NÛ ev bîst sal e bo
çand û hunera Kurdî xebateke bi rûmet dimeþîne. Ez bawerim ku
ev xebatên giranbuha ji îro pê ve ê dom bikin.
- Ez bi navê Weqfa Lêkolîn û Çanda
Kurdî karbidest û xebatkarên ROJA NÛ bi dil û can pîroz dikim.
Bila salvegera we ya bîstemîn bi xêr be, pîroz be. Ez bo we xweþî,
serfirazî û serketinê dixwazim.
-
- Mezhar Kara,
þayîr-nivîskar
-
- Di serê berî de, bîstsalîya ROJA
NÛ bi dilgermîya rojên nû, rojên germ û ronî pîroz dikim.
- Bi rastî min pir dixwast ku di
þahîya salvegera ROJA NÛ de bi we re di govendê de çoþ bibim.
Lê pir mixabin, ku îro nikarim wê daxaza xwe bi cih bînim. Lê
baþ bizanibin, ku dilê min niha bi we re davêje.
- Dibe ku îro li Stockholmê ne di
nava we de bim, lê pir bi hêvî me ku emê di demek kin de li Amedê
di þahiya weka þahiya salvegera ROJA NÛ de dest bi dest, mil bi
mil, dil bi dil govendê bigerînin.
- Ez ji hemû heval, hogir û beþdarên
þahiyê re silavên xwe yên germ diþînim. Ji ROJA NÛ re gelek roj,
sal û hejmarên nû û di xebatên we yên pîroz de serkeftinê dixwazim.
- Bi rêz û silavên biratîyê.
-
-
- Firat Cewerî,
berpirsyarê kovara NÛDEMê
-
- Bîst sal bi gotinê hêsan e!
- Bîst sal bi gotinê hêsan e, lê
bîst salên xebatê, bîst salên weþana bi kurdî û li ser kurdan
ne karekî hêsan e. Jê re bawerî divê, fedekarî divê, înad divê,
dûrbînî divê... Encama bîst salên ROJA NÛ nîþan dide, ku ev hemû
jî li ba xebatkarên wê hene. Loma ew gihîþtiye sed hejmarî û bîst
saliya xwe. Bi raya min ev temendirêjî û baweriya bi armanc bawerîyekê
jî dide kurdên hêvîçilmisî û dike ku hêvîya wan ya çilmisî geþ
bibe û ew jî di xebatên xwe de li temendirêjîyê bigerin.
- Bi hêvîya ku wê ROJA NÛ di pêvajoya
weþana xwe ya nû de bibe nûrojek, ez we hemûyan ji dil pîroz dikim
û silavên xwe yên çêtirîn pêþkêþ dikim.
-
- Perwîna Cemîl
Paþa, (seroka Buroya kurdî ya pêwendî û agahdarîyê li Brûksêlê)
- û nivîskarê
kurd Wezîrê Eþo
-
- Hevalên hêja, redaktorê berpirsyar
yê ROJA NÛ Haluk Öztürk!
-
- Bi hinceta 20 saliya kovara we
ya gelek hêja û hejmara wê ya 100 emîn, em bi germî we pîroz dikin
û hêvî dikin ku di vê dema ku tê de pirsa kurdî gihîþtiye merheleke
nuh, hûn gavên xurttir bavêjin û bi vî awayî tevî xebatên kovar,
rojname û rêxistinên din rûpelekî geþ a dîroka kurdî vekin.
- Tevî gelek silavên germ.
-
- KOMCIWAN,
- komîteya rêvebir
-
- Ji komîteya pîrozkirina 20 saliya
- ROJA NÛ û hejmara wê ya 100-î ra:
-
- Em dizanin ku çand, huner, edebîyat
û dîrok ji bo gelan gelek muhîm in. Ji bo me Kurdan pir daha muhîm
e. Ji ber ku welatê me îro bin destê dijminan da ye û parçe-parçe
ye. Ew dijminên koledar dixwazin her tiþtên me winda bikin. Zimanê
me qedexe kirine, çanda me qedexe kirine û dixwazin bi zorê bi
çand û hunera xwe jî me asîmîle bikin û gelê Kurd nav dîrokê da
winda bikin.
- Hevalên birêz,
- ROJA NÛ barekî giran girtîye ser
milên xwe. Heya nika jî gelek ber xwe daye û îsal salvegera 20-emîn
û hejmara xwe ya 100-î pîroz dike. ROJA NÛ kovareke edebî, hunerî
û çandî ye û xwerû bi kurdî ye. Ev kar ji bo me ciwanên Kurd gelek
bi hurmet e û têþtekî çavdayînê ye. Em dizanin ku kurdî zimanê
dayîka me ye û tîrêjên pêþeroja me ye. Ji bo wê yekê jî em gelek
ji we ra sipas dikin.
-
- KOMKAR-Danîmarka
-
- Ji redaksîyona kovara ROJA NÛ ra!
-
- Ji bona dawetnama we gelek sipas!
- Bi rastî me jî gelek dixwast beþdarî
þahîya ku we lidarxistîye bibana, lê çi heyf, ku bona vê yekê
me mecal ne dît.
- Wek KOMKAR-Danîmarka him ji bo20-salîya
ROJA NÛ, him jî ji bo gihîþtina hejmara wê ya sedî, em we bi dil
û can pîroz dikin. Ji vir þûnda jî ji ROJA NÛ ra emrekî dirêj
daxwaz dikin, herweha þahîya ku we ji bona vê minasebetê lidarxistîye,
li gor dilê we û serfiraz derbaz bibe.
- Hevalno, ROJA NÛ di warê çand,
edeb û huner de di nav van 20 salên dawî de bi rastî jî roleke
giring leyîst. Çi di nav rûpelên xwe da, çi di efrandinên weþanên
xwe de, di gelek waran de li çand û hunera gelê me xwedî derket,
tiþtên di tarîyê da mabûn, tiþtên di bîr û xeyalan de ne mabûn,
derxist ronahîyê û ewana tevî xezna çanda gelê me kir.
- Ji ber wan kar û xebatên giranbuha
komela me KOMKAR-Danîmarka hemû kedkar û xebatkarên ROJA NÛ yên
ji jimara yekemîn hetanî îro, herweha xwedî hemû nivîs û efrandinên
weþanxana wê - yên îro bi we ra ne û yên ne bi we ra ne - hemûyan
silav dikin. Di vê roja pîroz da em nivîskar û xebatkarên ROJA
NÛ, þayirê gelê me seyda Cegerxwîn jî bi rêz û hurmet bi bîr tînin.
- Bijî têkoþîna gelê me ya ji bo
azadîyê.
- Hertim tu hebî, ROJA NÛ!
-
-
- KOMKAR-Hollanda.
-
- Em bi navê KOMKAR-Hollanda salvegera
kovara ROJA NÛ ya 20emîn û hejmara 100an pîroz dikin. Ji ber hinek
astengan mixabin em nikarin beþdarê þahîya we bibin. Em serkeftina
we dixwazin, silavên xwe yên welatparêzî pêþkêþî we dikin.
-
- Partîya
Demokrata Kurdistan (Bakur)-Komîta Swêd
-
- Ji redaksîyona ROJA NÛ re:
-
- Bi ROJA NÛ, ku 20 sal e hûn bi
ked û hewldaneke mezin derdixin, hûn dîroka edebîyata kurdî dewlemendtir
dikin. Ji bo vê xebata mezin em we pîroz dikin û ji we ra serkevtinê
dixwazin.
-
-
-
- Mustefa Aydogan,
serokê Mala Çanda Kurdî
-
- Hevalên hêja!
-
- Îro ji bo tunekirina þertê heyîna
me, bi saya îmkanên teknolojîya nuh ve û ji her aliyî ve hewildanên
xurt û pirhêl di rojevê de ne. Êrîþên ku îro berên xwe dane çand
û zimanê me, ji yên her demê dijwartir û bitesîrtir in. Pêlên
asîmîlasîyoneke nedîtî bi ser me de tên û dixwazin me bi tevahî
bidin ber xwe. Van pêlan berê xwe daye çand û zimanê me, þertê
heyîna me.
- Di vê pêvajoyê de, di warê parastin
û pêþdebirina çand û zimên de, þiyarbûn û hewildaneke ku hêviyê
bi mirov re çêdike jî xuya dibe. Lê ji bo em bikaribin li hember
êrîþên asîmîlasyonê rawestin û wan bê tesîr bikin, bê þik xebatên
xurttir û pirhêltir pêwîst in. Lêbixwedîderketineke bi bawerî
û bi îstîqrar divê. Hevkarî û yekîtiyeke bi hêztir û firehtir
divê.
- Hevalno, îro pêwîstiya zimanê me
ji her demê bêtir bi lêbixwedîderketinê heye. Divê bi kurdî peyivîn
û nivîsîn bibe prensîpeke me ya jîyanê. Ev misogeriya berdewamî
û jiyandina zimên e.
- Kovar û rojnameyên me di vî warî
de bi vê fonksiyonê û bi vê berpirsyariyê hewil didin. Bi kurdî
derketina wan bi tenê jî hêjayî pesinandinê ye. Heta nuha di warê
li kurdî bixwedîderketin û di her qada jiyanê de bi kurdî peyivîn
û nivîsînê de roleke mezin leyîztine.
- ROJA NÛ jî yek ji wan kovaran e,
ku bi vê perspektîvê û bi vê rolê jiyana xwe ya weþanî didomîne.
Bîst salên bê rawestan û jiyaneke weþanî ya berdewam û xwerû bi
kurdîbûyina wê, ji aliyê hemû kurdan ve tê teqdîrkirin. Herweha
di van bîst salan de, weþandina sed hejmarî jî xusûsîyeteke din
dide ROJA NÛ.
- Hêviya me ew e ku berdewamiya jiyana
ROJA NÛ dê di warê paraztin û pêþdebirina çand û zimên de roleke
xurttir bileyîze. Ez bi hêviya gelek bîst salên din û gelek sed
hejmarên din, bîstsalî û sedhejmariya ROJA NÛ pîroz dikim û di
jiyana wê ya pêþerojê de serkevtinê dixwazim.
-
-
- Hemîd Kilicaslan,
li ser navê kovara BERBANGê
-
- Ji hêja berpirsiyarê ROJA NÛ û
birêvebirên þevahenga pîrozkirinê re:
-
- Salvegera 20-î û hejmara 100-î
ya ROJA NÛ pîroz be! 20 sal û 100 hejmar di rêya vejandina zimên
û xizmeta vejandina çanda gelê me de xebateke bê hempa ye. Rola
zimên di bizava welatperweriyê de bingehîn e. Em hêvî dikin demên
pêþ bi çalakiyên werengî bixemilin û lehengên afirandina çand
û zimên li asoyê tevgera niþtimanperweriyê wek stêrikan ronahiyê
li hev vedin. Serketin û serfirazî her para we be!
-
- Hacî Kardoxî,
Radîyoya Aþtî, Dengê Komela Kurd ya Demokratîk û Kulturî li Stockholmê
-
- Birêzan, desteya nivîsevanên kovara
ROJA NÛ!
- Dîrok pêþ çavê me dike, ku ROJA
NÛ çiqas xebateke berbiçav kiriye û karwanê xeta zêrîn gîhandiye
vê qonaxê. Bo her kesekî seyr e ku ziman ji bo miletan heyberek
sereke yê mukum e ku, civak li ser pêþve diçe. ROJA NÛ di jiyana
xwe ya 20 salî da nîþanî me daye ku rolek çawa lîstîye. Em bi
vê xebatê kêfxweþin û þanaziyê pê dikin. Em hêvîdarin ku, ROJA
NÛ li hember nîrê mêtingehkariyê xebata xwe ya pîroz her berdewam
bike û dê wek navê xwe yê pîroz civaka Kurdewariyê ronî bike û
her zimanê Kurdî yê þêrîn pêþve bibe.
- Bi silavên serkeftinê.
-
- Loqman Polat,
berpirsyarê kovara Helwest
-
- Redaksiyona kovara HELWEST salvegera
20-emîn û 100 hejmara kovara ROJA NÛ bi dil û can pîroz dike.
- Kovara ROJA NÛ di weþanvanîya kurdî
de cihekî girîng digre. Di nav weþanên kurdî de kovara herî umirdirêj
ROJA NÛ ye. ROJA NÛ ji bo pêþketina çand, ziman û edebîyata kurdî
xizmetên gelek baþ û hêja kiriye û wê xizmeta xwe hêj jî bidomîne.
Em ji ROJA NÛ re jîyaneke dirêj û serketinê dixwazin.
-
- Zeynalabidîn
Zinar, serwêrê weþanxana PENCÎNAR
- Pîrozname
- Ez bi dil û can bîstsalîya ROJA
NÛ pîroz dikim û hêvîdar im ku dê kovar gelek bîst salên din jî
bijî.
-
- Xelîl Dihokî,
serokê Komela Nivîskarên Kurd li Swêd
-
- Ji redaksiyona ROJA NÛ re
-
- Gotineke Çekîya heye, dibêje:
- "Netewa ku zimanê wî tunebe, ew
jî tune ye".
- Ji lewra jî, rijêma Tirkîyê di
3 adara sala 1924-a de ziman û kultura kurdî qedexe kir û heta
niha jî hemî dergeh li ber girtine û bi giþt hêzên xwe rê li gelê
kurd digre û nahêle bi hêsanî bigehê bajarvaniyê. Lê berovajî
pîlanên tevaya rijêmên genî yên Tirkîyê gelê me xwe ragirtiye
û nexþên wan têkdayîne û þikandîne.
- Belê, rewþenbîr, nivîskar û hiþyarên
gelê kurd giringiya hêza ziman û kulturê dizanin. Ji lewra jî
nemir Mîqdad Bedir-Xanî di sala 1898-a de rojnama Kurdistan derêxist
û paþê, zana û têkoþerê nemir Celadet Bedir-Xanî jî kovarên Hawar
û Ronahî weþandin. Ew di nivîseke xwe de giringiya zimanî destnîþan
dike û dibêje: "Hon ko ji bo hînbûna zimanê biyaniyan bi salan
ve xebitîne û îro jî dixebitin. Kuro eyb e, þerm e, fehît e, an
hînî zimanê xwe bibin, an mebêjin em kurd in. Bê ziman kurdîtî
ji we re ne tu rûmet e, ji me re rûreþîke giran e".
- Belê, serokatî û kadroyên PSK jî
giringî û pêwîstiya weþanên kurdî dizanî, lewra wan jî di sala
1978-a de li welatê Swêd kovara ROJA NÛ weþandin û qonaxên sext
derbaz kirin. Kovarê ji destpêkê barekî giran daye ser milên xwe
û kar û xebateke mezin ji bo gelê kurd kiriye û ew jî cihê þanazî
û serbilindiya xelkê me ye. Belê, vê têkoþîn û berdewambûna 20
salên pir asteng û giriftariyên çap û belavkirinê ji aliyekê xelkê
me hiþyar kiriye, qulaçeka pirtûkxana kurdî xemilandiye û ji aliyekê
din jî çavên dijminan teqandîye û pîlanên wan serûbin kiriye.
Ji xwe Napoleon gotiye:
- "Ez ji hezaran tank û leþkeran
natirsim, lê ji gotareke rojnaman ditirsim û dibehitim".
- Di dawiyê de em ji dil û can 20
saliya kovara ROJA NÛ û derketina hejmara wê ya 100-î pîroz dikin
û serketinê ji bo redaksiyona wê dixwazin.
- Her bijîn ji bo xizmet û pêþxistina
ziman, huner, edeb û rewþenbîriya kurdî... Bi rastî jî parastina
zimanê kurdî þoreþek e.
-
-
- Alî Çîftçî -serwêrê
weþanxana APECê
-
- Ji redaksiyona ROJA NÛ re!
-
- Di nav kovar û rojnameyên ku tenê
bi kurdî derdikevin, kêm kovar û rojname hene ku karibûne, bêy
ku navbên bidinê, weþana xwe bidomînin. Kovara ROJA NÛ yek ji
wan kovaran e, ku karibûye weþana xwe heta roja îro berdewam bike.
Kovareke ku 20 sal in di xizmeta wêjeya kurdî de ye, hêjayî pîrozkirina
20 salîyê ye. Her çiqas 20 salên xwe, wek me, li derveyî welêt
derbas kiribe jî, xizmeteke mezin daye edebiyeta kurdî. Hêvîya
me hemûyan jî ev e, ku rojekê ev jî dê li Kurdistaneke azad de
weþangerîyeke bi azadî bimeþîne.
- Ez li vir li ser navê weþanxaneya
APECê, ji xebatkar û redaksiyona ROJA NÛ re serkeftinê dixwazim
û 20 saliya ROJA NÛ pîroz dikim.
-
|

Hejmara 100
.

|
Belavkirina
xelatên leca helbest û
kurteçîrokan |
Xelatên
leca helbest û kurteçîrokan jî (ku Roja Nû bi minasebeta 20
salîya xwe da amadekiribû) di þahîyê da hatin pêþkêþkirin.
Ji xwedîyên berhemên xelatgirtî tenê yek li Swêdê bû û ew
jî endamê redaksîyona RN birêz Têmûrê Xelîl bû, ku bi dest
xelata xwe wergirt. Ji ber ku yên mayîn ji dervayî Swêdê bûn
û di þevê da ne amade bûn, li ser navê wana þair û nivîskar
Tosinê Reþîd xelatên wan wergirt, da ku paþê ji wan ra bêne
þandin. Wek tê zanîn, Tosinê Reþîd ku bi xwe li Australîyayê
dijî, yek ji pênc endamên jurîya vê lecê bû û bi mêvanî hatibû
Swêdê.
Xwedîyê
xeleta yekemîn ya kurteçîrokan, Zerîn Tek´ê daxwaz kiribû
ku xelata wê ku 2000 Skr ji JÎYAN-komela kulturî ya jinan
li îstenbolê ra wek alîkarî bête þandin. Mêvanên þevê ev helwesta
xwiþka hêja Zerînê, wek helwesteke bi mane û hêjayî rêzgirtinê
pejirandin û jê ra li çepika xistin.
- Þevaheng
bi xweþî û serfirazî derbas bû. Bi vî awayî pîrozkirina
20 sal û 100 hejmarên kovareke kurdî bû cîhê xweþî, dilþahîyê.
-
|
|
|