Derbarî ROJA NÛ da...
Agahdariyeke kurt li ser ROJA NÛ(*)
Kovara Roja Nû, îsal bîstûyek (21) sal in bê rawestan derdikeve. Di nav kovarên kurdî yên Kurdistana Bakur da ya here jîyandirêj Roja Nû ye.
Roja Nû, di meha mijdarê, sala 1978an da wek organa Komela Karkerên Kurdistanê li Swêdê (KOMKAR-Swêd) dest bi weþanê kir. Di destpêkê da bi zimanên kurdî-tirkî, di forma rojneme da û mehê carekê derdiket. Naveroka wê derbarî kar û barê komelê, deng û basên welat û cîhanê û nivîsên li ser ziman û çanda kurdî bûn. Hîna di destpêkê da Roja Nû rûmeteke mezin da nivîsandina bi zimanê kurdî. Di salên 70-yî da, weþanên Partîya Sosyalîst a Kurdistanê Rîya Azadî, Roja Welat û hin weþanên din li nav welêt zimanê kurdî bi kar dianîn û di nav gel da belav dikirin. Roja Nû jî li dervayî welat besdarî prosesa pêsxistin û geskirina zimanê kurdî yê nivîsandinê bû. Lê di destpêkê da hem nivîskar û hem jî xwendevanên kurdî kêm bûn. Wê wextê li tevaya Kurdistana Bakûr kesên ku bi kurdî dixwendin û dinivîsandin bi tilîyan dihatin jimartin. Hingê di nivîsandina tekstên kurdî da sairê mezin Cîgerxwîn (ku hingê hatibû Swêdê), Prof. Qanatê Kurdo, Têmûrê Xelîl, Tosinê Reþîd û gelekên din alîkarîya Roja Nû kirin. Bi wextê ra jimara nivîskar û xwendevanên zimanê kurdî zêdetir bûn.
Di sala 1983an da Roja Nû forma xwe guherand bû kovareke edebî û çandî. Ji wê wextê heta niha kovar xwerû bi zimanê kurdî derdikeve. Her hejmar 800an jî 1200 nusxe hatîye çapkirin. Îsal bi 1500 nusxeyî derdikeve. Kovar, bi 32-44 rûpelan û salê 4 hejmar derketîye, lê ji sala 1998an pêve salê ses hejmar derdikeve. Bergên wê her dem rengîn bûne, gelek wêne - nîgar tê da cî girtine.
Heta sala 1987an li Swêdê û pasê li Kolnê di çapxana arizî ya KOMKARê da hatîye çapkirin û tê çapkirin.
 
Bi kurtî çend xusûsîyetên
ROJA NÛ
 
Roja Nû bi xurtî derketîye dijî propaganda hêzên kolonîyalîst û nijadperest ku hebûna gelê kurd, çand, ziman û tarîxa wî înkar dikin, nizim dibînin û wisa nîsan didin.
Roja Nû ji bo nivîskar û helbestvanên nûgihîstî bûye platformeke bas ku ew efrandinên xwe pêskêsî xwendevanan bikin.
Roja Nû ji bo danasîna zman, çand, edebîyat û folklora kurdî bûye çavkanîyeke fêrbûn û zanînê. Derbarî edebîyata kurdî ya nû û kevin da, li ser kesên zmanzan, edebîyatnas, dîrokzan û kurdologên berê û yên hevdem, hunermendên kurd û efrandinên wan gelek bend, hevpeyvîn û lêkolîn hatine weþandin. Xwendevanên Kurdistana Bakûr karibûn derbarî gelek edîb û zanayên kurmancîya jêrîn bixwînin û nas bikin, ji Baba Tahirê Hemedanî bigre heta Pîremêrd, Hejar, Goran, Þêrko Bêkes, Ebdulla Pêsew û yên din.
Roja Nû hertim cîh daye deng û basên giring ên welat. Ji têkosîna azadîya gel û welatê me ra pistgirîya xwe nîsan daye. Bi dîtinên welatperwer û soresger li dijî kolonîyalîzmê û pasverûtîyê dengê xwe bilind kirîye.
Roja Nû cî daye xebat û çalakîyên komelê (KOMKAR-Swêd) û deng û basên li Swêd. Ji çaralî dinyayê bûyerên çandî yên kurdî wek deng û bas hatine belavkirin.
Roja Nû ji edebîyata cihanê jî nimûneyên bijarte wergerandine kurdî û weþandine.
Ji bo danasîna weþanên nûderketî di Roja Nû da rûpelekî taybetî cîh girtîye.
Roja Nû cîh daye koseyekî zarokan jî. Bi zmanekî sivik gelek çîrok, têderxistinok û xaçepirs weþandine.
Roja Nû di pêsxistina zmanê kurdî yê nivîsandinê da roleke berbiçav lîst. Wê zmanekî hêsan û zelal bi kar anîye. Ji zmanê axaftinê dûr ne ketîye. Ev rastî ji alîyê xwendevanan da jî hertim hatîye dîyarkirin û gotin.
Roja Nû bi vê jîyana xwe ya 21 salan bû nimûneyeke bas ji bo xebata tevayî (kolektîf), rêxistinî.

"Weþanên Roja Nû" ji sala 1980î heta niha (heziran 1999) 50 pirtûk (ku ji vana 48 heb bi zmanê kurdî ne) pêskêsî lîteratûra kurdî kirîye. Kitêbên nivîskar û alimên kurd yên eyan wek Cîgerxwîn, prof. Qanatê Kurdo, Ereb Þemo, Kemal Burkay, Eskerê Boyîk û berhemên þairên me yên qedîmî wek Melayê Cizîrî, Ehmedê Xanî, Feqîyê Teyra, Mela Ehmedê Batê û gelekên din çapkirîye û belavkirîye.
 

Hejmara pêþîn a Roja Nû

Kesên ku di amadekirin û rêvebirina Roja Nû da kar kirine û tê da nivîsîne:
 
Ji ber ku Roja Nû organa dezgehekî ye, keda gelek kesan di wê da heye. Heta sala 1996´an navê endamên redaksîyonê nedihatine dîyarkirin. Lê xasima destpêkê da keda Salîh înce, Henefî Celeblî û Haluk Öztürk mezin e. Haluk Öztürk 20 sal e her di nav karê derxistin û rêvebirina Roja Nû da ye. Wî bilî gelek nivîsên bê îmze, bi nasnavê Xalit Lezgîn û Azad Nûbar jî nivîsîye. Herweha Rohat, A. Gernas (Dilsoz, A. Bawer), M. Elî (B. Dersîm), Selîm Can û Evîndar Farqînî bi salan di derxistina kovarê da xwedî ked in.
Cîgerxwîn, Qanatê Kurdo, Kemal Burkay, Prof. Zera Ûsiv, Akadêmîk Þekroyê Xudo, Ahmed Cengîz Çamlibel (Vazgal Bazîdî), Têmûrê Xelîl, Mecît Þêxo, Gundî (Sadiq Birîm), Newroz, Ehmed Þerîfî, Cankurd, Tosinê Reþîd, Nûra Cewerî, Mûnzûr Çem, Husên Hebeþ, A. Balî, B. Zinar, Sîpan, Salih Omerî, Beþîr Botanî, Marîna Ezîz, Sidqî Hirorî, Ehmed Tewfîq, Hemîd Kilicaslan, Serdar Roþan, Silêman Alî, Bûbê Eser,Fexredin Tahîr, Cemþîd Heyderi û gelek kesên din ji Roja Nû ra nivîsîne.
Di dîroka rojnamegerîya kurdî da cîyê weþaneke wek Roja Nû çi ye, wê di warê xwe da çi rol leyîstîye, bêguman ev yek wê piþti sal û zemanan ji alîyê lêger û dîroknivîsan da bête nirxandin. Lê em wisa bawer dikin ku Roja Nû xizmeteke berbiçav pêþkêþî ziman, çand û dîroka gelê me kirîye. Bêguman 21 sal û 103 hejmar ji bo weþaneke kurdî ya peryodîk ne tistekî hindik e. Belê li ekzîlê, li surgûnê êriþ û zordestîya dewletên neyar, kuþtin û zîndan tune, lê dîsa jî asteng û dijwarî gelek in. Dûrbûna ji gel û welat bi serê xwe dezavantajeke mezin e. Dîsan jî berdewamkirina Roja Nû bi ewqas sal, nîþana bawerî, hêvî, rik û biryareke xurt e.
ROJA NÛ wê di rîya xwe da bimeþe, û hêvî û bawerîya me ew e ku ew ê di Kurdistaneke azad û serbilind da jî salan bijmêre...

(*) Ev nivîsa jorîn di hezirana 1999a da hatîye nivîsandin.

 

 

JI NIVÎSKARÊN ROJA NÛ YÊN DI SALÊN 80 DA
DU MAMOSTAYÈN MEZIN:
Cegerxwîn û Qanatê Kurdo
Dema em isal 20-saliya Roja Nû pîroz dikin, em seydayê Cegerxwîn û
mamosta Prof. Qanatê Kurdo bi rêz û hurmet bi bîr tînin, xebat,
rêberî û piþtgirîya wan diþêkirînin.