Stêrê bê gor stêrên bê gor
Mirinê mizgîniya
mirina min
da min
min ew nedît
qijikan
çavên min xwaribûn
rondik jî
êdî nikarîbûn
ji wan werin
nayê bîra min
ku ez kefen
kirim
dengê giriyê
dilsozan jî
nehate min
min ji
yên
darbesta min hilgirtî re jî
Spas nekir
lê çawa ez mirime?
mirinê got
mirina te
ne weke mirina xelkê bû
di şer de tu mirî
ya rast
tu kuştin
şer hate
bîra min
û bi mirina
xwe şa bûm
min nikarîbû
bikenim
roviyan lêvên min
xwaribûn
ji maçan
bê par mabûn
lê yara min
hê li hêviya
min bû
min pirsa
dayîka xwe
dikir
gurek hat
devê min vekir
zimanê min
derxist û bir
mirin jî
ji ba min çû…
stêran ez birim
an min ew xwarin
ne digirîm
û ne jî şa
me li vir
Kamran Simo
|