Bahlûl û Harûn Resît
Bahlûl çû cem Harûn Resît jêre got, ez dixwazim suxulikî yan jî karekî bidîmin bisuxul im.
Harûn Resît bangî wezîrê xwe kir, jire gotê here Bahlûl bidin ber însahtekê. Harûn Resît ji wezîre got, hesin têne dizîn. Mitehîd ji Bahlûl ra got, misk hesina dixwin. Bahlûl got, wêçaxê divê ku em vî xanî van xanîyan xerabikin, ku em miska û qula wana li kune pêdebikin. Wana pêhisîyan ku Balûl çidike ji Harûn Resît re gotin, hal û hewalê Bahlûl weha ye.
Harûn Resît dikanek dane Bahlûl, wezîr rojikê çû dikana Bahlûl nerî ku sê komkê axê li ber derîyê dikana wî ye, wezîr ji Bahlûl ra got, ev çi komkê axênin, Bahlûl ji wezîre got, her komikê bi zêrikîye, wezîr ji Bahlûl ra got, ka ji minre bêje, ezê her komê zêrikî bidim te. Bahlûl dibêje, ya yekê bawerîya meriv li kesê mezin neyê, ya duda yê bê xwedî be, ya sisîya bawerîya meriv li jinê neyê. Bahlûl sê zêrê xwe ji wezîr stand û wezîr çû mala xwe.
Beranê Harûn Resît hebûye, heroj berdide nav çarsîyê here ber kîjan dikanê û çi bixwe tu kes nikare tistekî ji beranê Harûn Resît bêje. Wezîrê Harûn Resît dire beran digre tîne mala xwe, di odak xwe de bi cîh dike, dire beranek dinê tîne malê li malê serjêdike, jina wezîr ji wezîre dibêje, ev beran te ji ku anîye, wezîr dibêje, beranê Harûn Resîte, heroj berdide nav çarsîyê tistên li ber dikanên alêmê hemûçkî dixwe, min jî wî anî serjê kir, min got bila alem hemû jê xelas bibin.
Jina wezîr rabû ser xanî û bang kir hewarê hewarê wezîr beranê Harûn Resît anîye serjêkiye.
Harûn Resît pêhisîya ku beranê wî wezîrê wî serjêkirîye, ji yawirên xwere gotin herin wezîr biseniqînin. Hemû xelkê bajêr hatin Harûn Resît emrê seniqandina wezîrê xwe daye û wê li bifericin ka çawa wezîr bi dardevekin.
Xwedîyên wezîr pêhisîyan ku wê wezîr biseniqîni bi dardevekin, çûne cem Harûn Resît jêre gotin, pir salin ku hûn bi hevre kar û xebat dikin, ma ji bo baranikî tê çawa wezîrê xwe biseniqînî dardevekî , ya Harûn Resît, H.Resît êdî biryara xwe daye.
Harûn Resît li berdarê seniqandinê ye, qadî ji wezîre got, tistê ku tu bêjî heye, wezîr gote erê, herin di filan oda min de, beranê Harûn Resît li wir e, min jina xwe jî û Harûn Resît jî û mervên xwe jî tecrûbekir, herin beran min serjê nekirîye, beran saxe û silamete
***
Îca ev jî mesela derba 17ê meha çilêpêsîn 2013 ane, ku polîsên komara tirakan li hinik lawên wezîrên desthiledarîyê, mutehîd û zengînên derûdora partîya desthiledarê partîya R.T. Erdoxan de. Bêyî ku hayê wezerata hindur û serokwezîr jê çêbibe operasyon hate kirin. Pistre jî serokê eminyeta stanbolê û gelek peya bilindê asayîsê ji kar avêtin.
Bawerîya partîya Erdoxan û hevalên wî li Cemeta Fethula Gulen hat û ev serê yanzdehsale ku sirîkên hevin û desthiledarîya tirkî bi hevre dimesî nin. Êdî bawerîya wan (Erdoxan û Gulen) ji hevdû sikestîye. Sebebê vê sikenandinê bê bawerîyê û sirîkanîya herdû cimetan êdî wextê xwe tije kirîye, weha dîyar dibe ku êdî ava wan wê ji ana û pêve di eyînî cihokikê de neherike, kevir hestên wan ji hevdû têr xwar in.
Li gor misliman dibêjin, ‘xwedê heger ji sirîka hezbikirina wê ji xwere sirîkek çêbikirina’ herdû cemeata ‘AKP û Cemaet’ bi hevere ne vekirîbe jî, dibin re bi dizî li hevkirin û sala 2002 an de, desthiledarî û hikum xistin destên xwe partîya AKP yê. Ev dawzdehsale derbasbû ku ev karê sirîkantîya herdû cemaeta bi hevre hate mesandin.
Lê pistî ku meriv bibe sirîkê hev, karê bazirganîbe, kerê sîyasîbe çidibe bilabibe, divê ku meriv bi hev bisêwire. Yan na sirîkanîya meriv wê nemese û wê tevlihevî derkeve holê, wê meriv bê himberî hev, li gor bav û kalên me gotine ‘xwedîyê heq sultane’ ji bo wê jî heqê sirîkanîyê divê ku meriv bide
Ev dawanzdeh sale ku ev desthiledarîya hikumeta tirkî ku AKP dimesîne gelek guhertinên berbiçav hatine kirin, meriv dikare bêje ku ji wextê komara tirkan hatîye avakirin guhertinên waha çênebûne, ji van gavên ku hatine avêtin evin; 1-vekirina pirsa kurdî (kurd açilimî) 2-derzê zimanê kurd bijarte 3-dibîstanên bilind besê zimanê kurd 4-Ergenakon û generalên leskerî hatin dadgehkirin 5-erfên zimanê kurd ‘q,ê,x,w, û, î’ 6-TRT-ses 7-navên bajar û gundê kurda bi kurd 8-serê qirêj ev nêzî salikêye hatîye sekinandin 9-bi zimanê kurdî reklam û axaftina kongre ‘konferensa û hilbijartina de hate qebûlkirin, 10-rojnemên kurdî hate serbestkirin û hwd. Yanî vê desthiledarîya AKP yê de gelek guhertinên ku meriv dibîne û berbiçav kirine û hîn jî pêvajo berdewam dike.
Lê gendelî û xwarin jî bêguman hatine kirin. Kurên wezîran hatin girtin, bê çi karê gendelî kirine. Di van dawnzedeh sale de, çiqas gendelî hatîye kirin xwedê zane, heger li hevdû mikrên, gendelî geleke. Lê herdû cemaet çima hatin himberî hevdû di mesmedyayê de pir hindik hatine dîyarkirin. Lê na ne ev gendelî tenêye, dibingehê de gelek gendelîyên pir mezin hene, yê ku ya mezin bêje kêye? Wê kî ‘zengil di stuyê pisîkê xîne’ ewjî herdû cemaet dizanin û xwedê di zane
Wek mesela beranê Harûn Resît û wezîrê wîye. Divê ku hinik zengil di stuyê pisîkê xînin û mesaelê bêjin, bê ev ji çi hardû cemaet hatin himberî hevdû. Perake mezin dilîze, kî vêya bêje û ew bi serkeve û yê dinê jî wê bi bin keve. Îca na herdû cemaet derbikê sirîkantîya wan xelas bûye, li cîhkî ava wan di eyînî cihok de wê nemese, cemaeta gulen ji xwere rêk dîye û ji ana û pêve bi wanre sirîkantîyê bike, pistgirya hinik partîyên dinî duzenê bike. Wê AKP yê ji deftera xwe derxîne cemaet, ji ana û pêve wê serê hevdû bikin bi hem bi dizî û hemjî yeskere.
Ev serê navbêna herdû cemeata (Receb-Gulen ) dîyare wê berdewam bike. Wê tesîra xwe li hilbijartinê sahredarîya jî bike. Li gor min wê tesîra xwe zêde neyêkirin li dengên AKP yê. Ev serê çend dewraye ku herdû cemeat alîkarîya hevdû dikirin ji bo hilbijartinên sarehdarîyan û parlemaentoyê, lê vê derbê wê li himberî AKP yê, cemeat bisekine û dengên xwe wê nede wan. Vê derbê dikare ku bi partîyên dûzenê yê weke CHP-MHPê re têkeve têkilîyan.
Lê dîsa jî wê AKPî wê li rojave dengên xwe bîne û bi tistekî pir hindik dikare prosenteke hindik wê kêm bike. Lê li Kurdistanê wê dengên xwe ne zêde û ne jî wê kêm bike. Dikare Huda-Partî dengên BDPê bistîne û wê BDP dengên xwe kêmbike.