Nûçe

Banga Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Li hemberî hovîtîya dewleta kolonyalîst bêdeng nemînin!

Di 28ê kanûna 2011an de, bi balafirên artêsa dewleta kolonyalîst ya Tirk, li nêzîkî gundê Roboskê, li ser ‘sînor’ê herêma Kurdistanê, komekê ciwan û xwendekarên kurd hatin bombebaran kirin.

Li gor agahdariyên ku vê gavê hatine bi dest xistin; komek ciwan û xwendekarên kurd ku temenê man di nav 15 û 20 salî de ne, ji bo aborîya malbatên xwe hinek tistên weke mazot, cixare û hwd dikirin, li dewaran bar dikin û ber bi malên xwe ve vedigerin.

Lesker û polîsên herêmê wan nas dikin û ji kar û barên wan haydar in. Li ser rêya vegerê gava nêzîkî gundê xwe dibin, rastî qomandarên qereqolê dibin. Qomandarê qereqolê ji wan ra dibêje ku “di vê derê re derbas nebin” û rêyeke din nîsanî wan dide. Pistî demekê jî balafirên serî yên artêsa dewleta Tirk, li ser wê rêyê erêsî wan dike. Di encama bombebaranê da, 35 kes tên kustin, 1 kes birîndar dibe û 14 kes jî wenda ne. Ji kustiyan 29 kes merivên hevdu ne.

Artêsa dewleta kolonyalîst ya Tirk, bi biryara operasyonên leskerî yên derveyî sînoran, li ber çavên dinyayê, Bakûrê Kurdistanê û Herêma Kurdistanê, bênavber bombebaran dike. Tenê di van sê mehên dawî de, artêsa dewleta Tirk nêzî sed operasyonên leskerî li dar xistin û li herdu aliyên Kurdistanê agir barandin. Li gelek navçeyên Kurdistanê bi bomayên cûrbecûr însanên me, gundên me, daristanên me, ters û dewarên me sewitandin. Van operasyênên hov û xwînrêjî bi awakî sîstematîk dom dikin.

Bi kustina 35 ciwanên sivîl, hovîtî û xwînrêjîya dewleta tirkan careka din gîhast asta herî bilind.

Em weke Komelaya Nivîskarên Kurd li Swêdê vê êrîsa hov û xwînrijî û operasyonên dewleta Tirk yên li hemberî xweza û hevwelatiyên Kurdistanê pêk tênîn, bi tundî sermezar û lanet dikin.

Ji raya gistî, ji mediyayê û ji her mirovê xwedîwîjdan hêvî û daxwaz dikin ku li hemberî vê siyaseta kolonyalîst û gelkujîyê bêdeng nemînin û pistgiriya têkosîna gelê Kurdistanê ya ji bo mafên xwe yên neteweyî, demokratîk û însanî bikin.

Bila serê malbat, meriv, heval û hogirên wan giyanpak û gorbuhistên me sax be, Xwedê sebrê bide wan.

Bi hêvî û daxwaza ku rojek berî rojekê desthilatdariya van zalim û koledaran ji ser sîngê milletê me rabe!

30ê kanuna 2011an

Komeleya Nivîskarên Kurd li Swêdê

Dengê Kurdistan

Back to top button