Nûçe

KOMKAR-DK: Em komkujîya li Sirnexê bi dijwarî mahkûm û sermezar dikin

Ev bi salaye ku Dewleta Tirkîyê li Bakurê Kurdîstanê serekî qirêj dimesînê. Bi hinceta serê li dijî gêrîlayên PKK’ê, Dewleta Tirk bi salan Kurdistan tarumar kir, talan û wêran kir, zêdeyî 40.000 kurd qetl kirin, 4-5 hezar gund sewitandin û bi erdê ve kirin yek û 4-5 milyon xelkê me jî ji welatê wan, ji axa bav û kalên wan bi dûr xistin û li metrepolên Tirkîyêyê kirin nav jar û perîsanîyeke bê hempa.

Di pêvajoye vî serê qirêj li Kurdistanê, dewletê gelek caran komkujîyên nedîtî anîn serê gelê me û li himberî wan û gêrîlayan hemû sêweyên nemirovane û silehên qedexekirî û bombeyên jahrê/gazê bi kar anîn. Dewleta Tirkîyê hemû caran hemû peymanên navnetewî bin pê kir û li îmzeyên xwe ên li bin van peymanan xwedî derneket, herçiqas ku wan li ber çavên civaka navnetewî ev peyman hemû qebul kir û îmzeya xwe avêt binê wan jî.

Berîya du rojan, ango êvara 28.12.2011’an de, balafirên ser ên Tirkîyê dîsan komkujîyek mezin anîn serê kurdên sifîl ên gundê Roboskî li navça Qilaban li herêma Sirnexê. Balafirên ser bi gistî zêdeyî 35 kurdên bê sûc û bê gûneh li ser sînorê Bakur- û Basûrê Kurdistanê qetil kirin. Li gor nûçeyên ku ji herêmê belav bûne, hemû jî xort û zarok bûne.
Ev komkujîya ha di wextekî wisa de hatîye kirin, ku serokwezîrê Tirkîyê Recep Tayyip Erdogan berîya bi çendakê ji bo komkujîya dewletê a li himberî gelê kurd li Dêrsimê di salên 1937-1939’an de huzrê xwe xwestibû û cîgirê serokwezîr Bülent Arinç jî di axaftina xwe a di meclisê de soza dayina hemû mafên gelê kurd eskere kiribû. Ji bo ku bahwerî bi axaftinên wan bê û rê li ber çareserîyê bê vekirin, pêwîste hikûmeta AKP’ê ji bo vê komkujîyê huzrê xwe bixwazê û tezmînatê bidê hemû malbatên qurbanîyan. Herwekî din jî bi berfirehî lêkolînê li ser vê komkujîyê bikê û wan hemû kesên berpirsyar eskere bikê û wan bidê dadgehê.

Pêwîste him Erdogan û him jî Dewleta Tirkîyê êdî vê rastîyê bas bibînin ku ew hew karin bi rêya ser û operasîyonên eskerî vê pirsgirêkê çareser bikin. Ev pirsgirêk ne a kesekî an jî du keseye ku li gor wan dikarin bi rêya leskerî ji holê rakin. Ev 200 sale ku ev pirsgirêk her berdewame. Ev bii dehên salaye ku hemû sêweyê ser û silehên qedexekirî li dijî kurdan bi kar tînin, lê di dawîyê de tu encam bidest neêxistin û wê ji niha û pê de jî tucaran bidest neêxin. Ev pirsgirêk pirsgirêka netewekê ye, pirsgirêka çand, ziman û welatekî ye, pirsgirêka gelê kurd bi gistî ye, ku tênê bi rêya dialog û dayin û standinê dikarê bê çareser kirin. Ji bo asîtîyeke mayînde û ji bo ku êdî ev komkujî careke din ne qewimin, di serî de pêwîste ku ev operasîyonên leskerî bên rawestandin û hemû mafên gelê kurd, nasnama kurdî, çand û zimanê kurdî bê nas kirin û qebul kirin.

Em wek KOMKAR-DK vê komkujîya li himberî gelê me li herêma Sirnexê bi dijwarî mahkûm û sermezar dikin û bangî hemû kesên demokrat, mirovhêz, asîtîxwaz, dezgehên mafên mirovan, Hikûmeta Danîmark, Yekîtîya Ewropa (EU), Yekîtîya Netewan (UN) û Dewletên Yekgirtî ên Amerîka (DYA) dikin ku li dijî vê komkujîyê bê deng nemînin û ji bo rawestandina operasyonên leskerî li Kurdistanê zextê li hikûmet û Dewleta Tirkîyê bikin ta ku êdî ev serê qirêj li Kurdistanê bê bidawî kirin.

Em êsa malbatên qurbanîyan parve dikin û sersaxîya xwe pêskêsî wan û tevaye gelê kurd dikin.

KOMKAR-DK
30.12.2011

Dengê Kurdistan

Back to top button