Nûçe

Barzanî: Em hemû gelê Kurdistanê dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin

Fabius-Barzanî
Hewlêr (Rûdaw) ‘ Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re li ser rewsa dawî ya Iraq û Basûrê Kurdistanê hevdîtin pêk anî.

Pistî hevdîtinê, Barzanî û Fabius civîneke rojnamevaniyê li dar xistin û li ser naveroka civînê daxuyanî dan.

Barzanî spasiya hikûmeta Fransayê û wezîrê derve yê wî welatî Loran Fabius kir pistevaniya xwe ji gelê Kurdistanê re nîsan daye.

Serokê Herêma Kurdistanê li ser serê li dijî DAISê jî got, em li dijî rêxistineke terorîstî ser nakin belkî em li dijî dewleteke terorîstî ser dikin ku çekên wê gellekî ji çekên Pêsmerge bastir û pêsketîtir in.

Mesûd Barzanî anî ziman ku ew ji welatên dost naxwazin serbazên xwe bisînin serê DAISê lê dixwazin çekên pêwîst bidin hêzên Pêsmerge da ku bikarin wan terorîstan ji nav bibin.

Barzanî li ser çanda pêkevjiyan û astî û azadiya di navbera gelên kurd, mesîhî, tirkmen û êzîdî yên li Kurdistanê têkez kir û wiha got: ‘Em hemû gelê Kurdistanê, kurd-mesîhî-tirkmen-êzîdî, dê bi hev re bijîn û bi hev re jî bimirin.’

Mesûd Barzanî diyar kir ku ew rê nadin terorîst dostaniya kurd û ereb xirab bikin.

Wezîrê Derve yê Fransayê Loran Fabius jî pistgiriya hikûmeta Parîsê bo gelê Kurdistan û Iraqê nîsan da û ragihand, alîkariyên Fransa bo kesên ku ji mal û warên xwe reviyane dê bidome û da zanîn, di nav 24 saetên borî de Fransa 18 ton alîkariyên mirovî gihandiye kurdên êzîdî yên ji ber DAISê li ser çiyayê Singalê asê mane.

Fabius ji welatên Ewropayê xwest, korîdereke asimanî ji bona gihandina alîkariyên mirovî bo kurdên êzîdî û awareyên iraqî vekin.

Wezîrê Derve yê Fransayê her wiha ragihand ku divê li Iraqê hikûmeteke nistimanî were avakirin û got, pistgiriya gelê kurd dozeke rewa ye.

Dengê Kurdistan

Back to top button