Nûçe

Li Kopenhagê ji bo Singalê Xwepêsandaneke girseyî hat lidarxistin

Yilmaz Yildiz / Kopenhag

Bi amadekarîya Komîta Pistgirîya Êzîdîyên Singalê, ku ji Komela Kultûrî a Êzîdîyan li Danîmark û Êzîdîyên serbixwe pêk dihat, di roja 08.08.2014’an de xwepêsandaneke girseyî li ber parlamentoya Danîmark li dijî êrîsên rêxistina terorîst a DAÎS’ê li ser herêma Singalê hat lidarxistin. Di xwepêsandanê de Êzîdîyên li Danîmark û grûbek Êzîdî ji Basûrê Swêdê, kurdên ji her çar besên Kurdistanê , partî û rêxistên kurd û nas û dostên danîmarkî, ereb, mesîhî û mendeyî û hwd. besdar bûn, êrîsên DAÎS’ê sermezar kirin û pistgirîya xwe ji bo Kurdên Êzîdî dane nîsandan.

Wek ku tê zanîn di roja 03.08.2014’an de rêxistina terorîst DAÎS êrîseke giran bire ser herêma Sinaglê û Êzîdî di komkujîyeke mezin re derbas kir. Bi sedhezaran Êzîdî ji cih û warên xwe koçber bûn û nêzîkî sedhezar Êzîdî jî ji ber êrîsan berên xwe dane Çiyayê Singalê û ev bû hefteyek ku li wir li serê wan çîyan bê nan û bê av berxwedana jîyanê dikin. Heta niha bi sedan zarok û kalemêr û pîrejin ji ber tîbûn û birçîbûnê jîyana xwe ji dest dan. Li hêla din jî DAÎS’ê bi hezaran keç û jinên Êzîdî revandin û li bazaran difrosin. Ev tistê hatî serê Êzîdîyan karêsat û fermaneke gelekî mezine, bê sed û hede. Bi hezaran însan hatin qetlkirin û bi sedan, bi hezaran jî windayî ne. Niha jî li herêmeke Singalê, DAÎS’ê derdora 3-4 gundên Êzîdîyan çember kirîye û zêdeyî 300 malbat weke hêsîr û reben, bê çare mayine. Duh DAIS’ê mohletek dayibû wan. Yan teva wê mislmantîyê qebul bikin yan jî wê teva bêne qirkirin. Li gor agahdarîyên ku îro ji herêmê ketine destê Êzîdîyên li Danîmark, DAÎS’ê li wê herêmê dest bi kustina Êzîdîyan kirine.

Xwepêsand ji alîyê huquqnasa Êzîdî Besê Xelef, ku niha li Zanîngeha Basûrê Danîmark (Syddansk Universitet) doktorayê çêdikê ve hat birêvebirin. Li wir bi zimanê kurdî, danîmarkî û bi erebî axaftin hatin kirin. Di eynî wextî de jî sosyolog Peter Wiingaard, ku Êzîdîyan ji nêz ve nas dikê, axaftinek kir. Çendîn axaftinên kurdî hatin kirin û sîyasetmedarên danîmarkî jî her yekî axaftin kirin û pistgirîya xwe dîyar kirin. Sîyasetmedarên danîmarkî ku axaftin kirin ev bûn: Miletwekîla kurd Özlem Çekiç (Partîya Sosyalîst a Gel, Sf), Rasmus Jarlov (Partîya Muhafezekar a Gel/Konservativ), Merete Riisager (Hevbendîya Lîberal/Liberal Alliance), Christian Juhl (Lîsta Yekîtîyê/Enhedslisten), Yildiz Akdogan (Endama Meclisa Saredarîya Bajarê Kopenhagenê/Sosyaldemokrat) û Lars Aslan Rasmussen (Endamê Meclisa Saredarîya Bajarê Kopenhagenê/Sosyaldemokrat).

Ji bilî wan jî Besê Xelef û Dr. Bedel jî her yekî axaftinek di derbarê mafê mirovan û nexwesîyên ku ji ber tîbûn û birçîbûnê dikarin bên serê xelkê serê Çîyayê Singalê pêskês kirin. Herweha nivîskar û helbestvan Ezîz Gerdenzerî jî axaftinek kir û helbestek li ser Çîyayê Singalê xwend.

Gelek rojnaneme û televizyonên kurdî, danîmarkî û îngilîzî li wir amade bûn û çendîn hevpeyvîn, ku gelek ji wan zîndî bûn, bi Êzîdîyên li wir kirin.

Di xwepêsandanê de Êzîdîyan êrîsên DAÎS’ê sermezar kirin û daxwaza alîkarîyê ji Welatê Danîmark, Yekîtîya Ewropa, Amerîka, Yekîtîya Miletan, Hukumeta Herêma Kurdistanê, Hukumeta Bexdayê û Civaka Navnetewî kirin ku destê alîkarîyê dirêjî Êzîdîyên li Singalê bikin û wan ji serê Çîyayê Singalê rizgar bikin û Civaka Êzîdî li beramberî êrîsan û ji qirkirinê xelas bikin.

Îro jî (10.08.2014) endama kurd a parlamento Özlem Çekiç di pêwendîyeke telefonê de dîyar kir ku Welatê Danîmark pistî zexta wê û partîya wê SF’ê soz daye ku 2 milyon kron alîkarîyê bisînin ji Êzîdîyên Singalê re.

Ev çend rojin Êzîdîyên li Danîmark ketine nava tevgerê û pêwendîyan li gel dem û dezgehên fermî ên dewletê datînin û rojname û televizyonên Danîmark jî her roj hevpeyvînan li gel Êzîdîyan dikin û agahdarîyên nû li ser rewsa Êzîdîyan ji Kurdistan û Singalê werdigirin.

Niha jî Êzîdîyên li Danîmark dixwazin dest bi danheva alîkarîyê ji bo Singalê bidin destpêkirin.

Dengê Kurdistan

Back to top button